17 november 2011

Hukûmeta AKP-ê bi koçberkirina gel dixwaze Wanê ji destê kurdan derxe

Hukûmeta AKP-ê Wanê vala dike, kelayeke liberxwedanê û kurdayetiyê berteraf dike, ji ber xwe da dixîne.

Û bi yekê ra jî derbeke mezin li tevgera kurd ya netewî xe.


Dibê kurd destûrê nedin valakirina Wanê, li hemberî vê siyaseta hukûmeta AKP-ê ya pir sinsî î nîjadperest bêdeng nemînin û rê li ber vê koçberiyê bigrin.

Wan, ji bo kurdan him bajarekî pir stratejîk e û him jî yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ku bûye kelem û qilçixê di çavê dewletê û hukûmeta AKP-ê da.

Erdogan bi plan û programeke pir konewarî hewil dide ku vê kelayê ji destê kurdan derxe û bi demê ra bike keleyake tirkîtiyê.

Heger nufûseke zêde ji Wanê were bidûrxistin hukûmetê bi hêsanî bikanibe vê plana xwe ya bidestxistina Wanê dêxe praktîkê.

Ev tiştê ez dibêjim ne îdîayeke vala ye.
Bi bahaneya erdhejê hukûmeta AKP-ê dibêje fersend ev fersend e û dixwaze demografiya wanê xera bike û vê kela kurdayetiyê ji ber xwe da bixîne...

Bi argumenta tunebûna xaniyan koçberkirina gelê Wanê, ”tenkîleke” nuh e, kurdan bi siyaset ji welatên wan dûr dixin.

Û vê ”tenkîlê” jî di bin xêliya ”alîkariyê” da dikin. Di şertên normal da valakirina Wanê ji kurdan ne mimkûn bû, lê nuha mimkûn e.
Ev, siyaseteke pir tahlûk û pir nîjadperest e.

Hêzên siyasî û ronakbîrên kurd dibê vê plana hukûmeta AKP-ê bibînin û di vî warî da xwedî pêşniyareke alternatîv bin, nehêlin Wan were valakirin.

Hukûmeta AKP-ê erdhejê û tirsa dilê xelkê û bêçaretiya însanan îstîsmar dike, ji bo ku vê kela liberxwedanê ji ber xwe da bixîne, hêz û yekîtiya kurdan ya netewî zeîf bike.

Hukûmet ji dêlî ku di warê sosyal, aborî û sihî da hin gavan bavêje, hin tedbîrên bi lez bigre û xaniyên prefabrîk ecele bide çêkirin, bi zanetî milet teşwîqî koçê dike, koçberiyeke bi alî bajarên tirkan Edenê, Stenbolê, Îzmîrê, Mêrsînê û hin bajarên din ve.


Bi vê koçberkirinê armanca hukûmetê ew e ku Wanê ji destê kurdan derxe û bike Erzingan, Erzerom û Xarpêteke nuh.

Û kurdên ku koçî bajarên xerbê kirine jî ji xwe ewê li wir bimînin û bi demê ra asîmïle bibin û bibin tirk.

PKK, BDP. HAK-PAR û hemû hêzên kurd yên din dibê vê plana hukûmetê bibînin û li valakirina Wanê temaşe nekin.

Wan, kelake qewî ya kurdewariyê û tevgera kurd ya netewî ye, dibê ev kela tu carî nekeve…


XXX
Parlamenterê BDP yê Diyarbekrê Şerafettîn Elçî, "şîreteke pir manîdar li Erdogan kiriye, jê ra gotiye:

”Yê xwîna kurdan birjîne, ewê di xwîna wan da bifetise. Kurdan digrin û davêjin zindanan. Ez dixwazim viya bînim bîra serokwezîr Erdogan. Dawiya Şahên, Dehakên, Seddamên ku berê zulm li kurdan kirin diyar e. Hişê xwe bide serê xwe. Dawiya we jî ewê wek ya wan be. Yê xwîna kurdan bijîne, ewê di xwîna wan da bifetise.
Kurd miletekî ku zulmê û koletiyê qebûl nake. Weke her gelî, zimanû û axa kurdan jî heye. Kurd îro pir nêzîkî zaferê ne. Di vî warî da em pir hêvîda in.”

Înşelelah ewê texmîna Elçî birast bigere. Heta ne "Înşelelah", dibê wisa bibe.
Ji ber ku stûrî û çavsoriya Erdogan îro li kurdan dike ji ya Seddam ne kêmtir e....
Her roj bi xurûra kurdan dilîze, heqaretên mezin li kurdan dike, qerfê xwe bi kurdan dike...
Dibê ev zulm û çavsoriya jê ra nemîne, li bela xwe rast were, bobelatek mezin were serî ku ahê kurdan jê ra nemîne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE