20 november 2011

Hukûmet xêra bavê xwe alîkariya kesî nake

Bala min lêye piraniya kurdan heq û berpirsiyariyên xwe yên li hemberî dewletê nizanin, her alîkariyeke dewlet û hukûmetê weke xêr û sedeqeyekê qebûl dikin.

Ev, dîtineke ne rast e û baweriyeke ji bin da şaş e. Milet hukûmet hilbijartiye ji bo ku dewletê îdare bike.

Û baca xwe jî dide dewletê ji bo ku ew jî ji milet ra xizmetê bibe, di rojên wiha da here alîkariya wan.

Do gava wezîr û walî li Elihê(Batmanê) çûn serdana malbatên erdheja Wanê, rojnamevanekî jî bi çend ferdên koçber ra li ser rewşa wan sohbet kir, li halê wan pirsî.
Kesên bersîv didan ji alîkariya dewletê pir û pir memnûn bûn û hema digotin ”Xwedê dewletê ji serê me kêm neke, mala wan ava be, hertiştî didin me…”

Fena ku Erdogan û hukûmeta wî ji bêrîka xwe xêrekê bi wan dike û ew jî loma sipasî wî dikin.

Ev şaş e, dibê ev alîkariya dewle û hukûmetê ne weke çêyiyekê, ya jî xêrekê, weke mafekî me were zanîn.

Dewlet û hukûmet ji bo xizmeta ji milet ra hene, milet baca xwe dide dewletê ji bo ku xizmetê bibe ji milet ra û di felaketeke wiha mezin da here gazî û hawara gel.

Û hukûmet jî ji bo îdarekirina dewletê heye, milet ji bo vê yekê hin kes weke nûnerên xwe şandine meclîsê.

Serokwezîr Erdogan perê bavê xwe li kesî belav nake, perê milet e dide milet. Dibê meriv viya baş bizanibe.

Bêyî vê, bi milyaran alîkarî ji bo erdhejê hatiye topkirin. Hukûmetê heta nuha bi van peran yek xanî jî nedaye çêkirin. Loma jî heta nuha nêzî nîv milyon însan ji Wanê koç kirine. Ev felaketke pir mezin e, di vê koçê da sûcê hukûmetê pir mezin e.

Çimkî hukûmet ji bo ku însan koç nekin tiştekî nake, belavocî wê, ji bo koçkirinê milet teşwîq dikin.

Tenê li ber kamarayên telewîzyonan bi reqlam û şoveke mezin tirşikê li milet belav dikin û yên me jî hema dibêjin sipas û sipas!

Ma dewlet û hukûmet ji bo çi hene?

Wezîfeya dewletê jî û ya hukûmetê jî ev kar e, mecbûr in di felekateke wiha mezin da alîkariya milet bikin.

Dibê meriv vê alîkariyê ne weke çêyiyeke hukûmeta AKP-ê û sedeqeya serê bavê Erdogan qebûl bike. Dewlet û hukûmet bi pereyê milet alîkariya milet dikin û dibê bikin.

BDP û siyasetmedarên kurd dibê vê yekê ji milet ra baş zelal bikin, bibêjin alîkariya ku dewlet dike ne xêra bavê kesî ye, perê me ye û mecbûr e bike.

Di nava milet da belavkirina vê zanînê pir girîng e. Ji ber ku hukûmet dixwaze ji vê bêçaretiya însanan feydeyê bibîne, wan bi xwe ve girê bide, yanî ji vê rewşê ranteke siyasî bigre.

Loma jî dibê BDP di vî warî da xelkê baş agahdar bike, bide zanîn ku alîkariyên tê kirin ne xêreke hukûmeta Erdogan e, perê milet e, alîkariyên ku ji bo gelê erdhejê hatine topkirin.

Hukûmet viya organîze û belav dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE