12 november 2011

Hukûmet ne bes e çapemenî jî kurdan tehdîd dike

Ji hilbijartinan virda ye medya û çapemeniya nêzî AKP-ê bi herarteke mezin dixwaze dewlet şerê li hemberî PKK-ê bidomîne û êrîşê bibe ser Qendîlê

Sebeb çi ye ez nizanim lê weke hukûmetê, baweriya medyaya nêzî AKP-ê jî ew e ku îcar dewlet pir xurt e û dikane zora PKK-ê bibe û bi şer vê serîhildana kurdan jî bişkîne.

Him berdevkên hukûmetê û him jî nivîskarên nêzî wê, bi zimanekî hewqasî ji xwe bawer dipeyivin, fena ku hukûmeta AKP-ê îcar bi rastî jî dikane şer qezenc bike. Çimkî dewletê hin îmkan û çekên wisa bidest xistiye ku êdî xelasiya PKK-ê  qet tuneye.

Bi saya van îmkanên nuh û van çekan êdî dewlet dikane PKK-ê ji binda tune bike. Hin nivîskar qala hin ”teknîk û çekên nuh” dikin, lê nabêjin vana çi çek in û ji ku bidestxistine?

Esas di êrêşa dawî da Geliyê Qazan 36 gerîla bi van ”çekên nuh” yanî bi napalm û çekên kîmyayî hatin qetilkirin.

Gelo xurtuya ku hin nivîskarên nêzî hukûmetê qal dikin ev çek in, bikaranîna çekên kîmyayî û bombeyên napalm in?
Heger "teknîk û çekên nuh" ev bin ev ne nuh e, artêşê berî jî gelek caran li hemberî gerîla ev çek bikaranîye.

Lê ji ber ku yên tên kuştin kurd in loma jî tu dewlet li dijî bikaranîna van çekan dernakve.
Hin nivîskarên çapemeniya nêzî AKP-ê yên weke Ahmet Kekeç, Mumtazer Turkone û Ahmet Taşgetîren weke berdevkê hukûmetê kurdan eşkere tehdît dikin.

Nivîskarê rojnameya Bugunê Ahmet Taşgetîren, di nivîsa xwe ya do da PKK-ê, BDP-ê û herêma Kurdistana Federe vekirî tehdît dike û dibêje:

”Dibê PKK hesabê şaş neke. Dibê BDP hesabê şaş neke. Dibê Îdareya Kurd ya Bakurê Îraqê jî hesabê şaş neke. Û dibê li Tirkiyê kesên ku piştgiriya ev tevgerên ku min navê wan jimartin, ew jî hesabê şaş nekin. Li Tirkiyê êdî Anqereyeke din heye. Erê, heta nuha li Anqerê hin pêvajoyên bi kêmasî û haziriyê hat jiyîn. Lê di dawiyê da, biryardariya ”Dibê ev îş were qedandin” çê bû.”

Medyaya tirk ji hukûmetê bêtir şer dixwaze. Her roj di çapemeniyê da bi sedan nivîskarên weke Taşgetîren ji bo ku artêş têkeve Kurdistana başûr û êrîşê bibe ser Qendîlê xwe perçe dikin. Û ji van yek jî Taşgetîren e

Taşgetîren, di nivîsa xwe da ne PKK-ê, BDP-ê, kurdên Tirkiyê tenê, mêrik hukûmeta herêma Kurdistanê û tirk û kurdên ku li dijî şer derdikevin jî pir vekirî tehdît dike, dibêje êdî Anqere ne Anqereya berê ya çend serî ye, êdî dewlet bi giştî ketiye destê AKP-ê û loma jî hukûmeta AKP-ê êdî dikane vî şerî qezenc bike.

Ev tehdîdên Taşgetîren û beyanên berdevkên hukûmetê ne bela sebeb in, miheqeq sebebekî vê çavsoriya wan heye.

1 kommentar:

  1. This article is genuinely a pleasant one it assists new net users, who are wishing in favor of blogging.


    Feel free to visit my website; anti cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE