06 november 2011

Dîrokê qedera hemû kurdan bi hev ve girêdaye

Dîrokê ji ber ciyê Kurdistanê ya coxrafîk qedera hemû kurdan bihev ve girêdaye.
Loma jî heta ku li beşên din yên Kurdistanê jî kurd negihîjin azadiya xwe ne mimkûn e ku li başûr kurd rehet bikin.

Serok û siyasetmedarên başûr çi bikin jî, çiqasî bixwazin îşê xwe ji têkoşîna kurdên din neynin jî, nikanin li derî vî şerî bimînin.

Ev yek ji ber sebebên netewî, coxrafî û madî ne mimkûn e, ”bela” kurdên din ewê tim û tim di wan bigire.

Ji ber ku em kurd miletek in, ne mimkûn e ku dilê me ji bo hev lênexe, ne mimkûn e ku em ji bo hev negrîn û ji bo hev dilşa nebin û alîkariya hevûdu nekin.

Weke her miletî, kurd jî xwedî şiûr û hestekî netewî ne.
Ev şiûr û hestê netewî bi biryaran, bi zorê, bi bombeyan û bi tehdîdan tune nabe.

Perçekirina Kurdistanê û kişandina sînorên sûnî, tu carî nikanîbûye kurdan û qedere wan ya mişterek ji hev biqetîne.

Kurdistan derî îradeya kurdan, bi darê zorê hate perçekirin û hemû kurd jî bi hev ra ketin bin nîrê bindestiya çar welatan.

Lê wisa xuyaye ku kurd ewê bi hev ra jî ji bin nîrê vê bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiay xwe.
Heta ku li herçar perçeyên Kurdistanê hemû kurd negihîjin azadiya xwe, li tu perçeyî rehetî ewê ji kurdan ra tunebe.

Tehdîd û êrîşên Tirkiyê û Îranê yên salan û beyana Erdogan ya dawî vê rastiyê radixe ber çavên me.

Ev serê 20 salan e ku kurd li başûrê Kurdistanê xwedî statuyeke siyasî ne û azadiyeke nisbî bidest xistine.

Lê têkoşîna kurdan ya li Kurdistana Îranê û Tikriyê tesîreke rasterast li kurdên başûr jî dike û vê statuya wan dixe xeterê, bêîstîkrar dike û dibe sebeba êrîşên Tirkiyê û Îranê.

Siyasetmedarên başûr çiqasî bixwazin xwe ji têkoşîna kurdên Îranê û Titkiyê dûr bixin jî ev yek ne mimkûn e, miletek ji hev cuda nabe.

Ji bo ku satatuya kurdan li Kurdistana Îraqê bibe xwedî îstîkrar û bigihîje ewlekariyeke saxlem dibê li Îranê, li Tirkiyê û li Sûriyê kurd bigihîjin azadiya xwe, mesela kurd li van welatan dibê bi şiklekî çareser bibe.

Heta ku kurd li Sûriyê, li Îranê û li Tirkiyê wiha bindest bin û şer û liberxwedanên wan wiha dom bikin, ne mimkûn e ku li başûr kurd jê muteesîr nebin û di şer negerin.


Dibê em hemû kurd, lê bi taybetî jî kurdên başûr vê rastiya dîrokî, coxrafî û netewî bibînin û li gorî wê hereket bikin.

Îranê, Sûriyê, Îraqê û Tirkiyê heta nuha ji bo bindesthîştina kurdan siyaseteke mişterek meşandine, piştgirî dane hev û alîkariya hev kirine.

Lê ji buha û pê va dibê ew jî dev ji vê siyaseta xwe ya tunekirina kurdan berdin û ji dêlî wê ve, ji bo çareseriyeke demokratîk bi hev ra li rê û hevkariyên mişterek bigerin.

Dîrokê em hemû kurd bi hev ra xistin vî halî, wisa xuyaye ku ewê me hemûyan bi hev ra jî ji vî halî xelas bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE