28 november 2011

Di TRT6-ê da programa zarokan qedexe !

Dengir Mîr Firat, di hevpeyvîna xwe ya bi Neşe Duzelê ra li ser siyaseta AKP-ê serbarê mesela kurd da hin tiştên pir cidî û balkêş gotine.

Mesela gotiye ku di TRT6-ê da programên li ser zimanê kurdî û programên ji bo zarokan qedexeye.

 Ez rast bibêjim, min bi xwe heta nuha nizanîbû ku di TRT6-ê da qedexeyeke wiha, yanî siysetke wiha heye.

Wê demê hesabê AKP-ê yê qirêj ji texmînan jî wêdatir pir vekirî ye. Dibê meriv li ser armanca TRT6-ê hinekî din hesas be û bêtir serê xwe biêşîne.

Min bi xwe di destpêkê da vebûna TRT6-ê weke perçeyeke ”pakêta kurd” ya jî ”vebûna kurd” dît, (ji ber ku wiha dihat gotin) û loma jî pozîtîf dît û xebata di TRT6-ê da jî (helbet ne ji bo herkesî) şaş nedît…

Lê nuha dibînim ku TRT6 bi rastî jî ne dezgeheke daimî, weke wasiteyeke xapandinê û ji bo demekê hatiye danîn.

Loma jî dibê meriv vê siyaseta hukûmeê deşîfre bike. Heger ev îdîa ne wiha ye wê demê jî dibê hukûmet rastiya wê îspat bike, ji navê TRT6-ê bigre heta bi qanûna wê, dibê hertişt bi nav bibe û di qanûnan da cî bigre.

Di van demên dawî da min di çend nivîsên xwe da bal kişand ser TRT6-ê û vî hesabê AKP-ê.

Min ji nivîsa Dengîr Mîr Firat çend beşên girîng û balkêş kir kurdî. Kesên ku bixwazin tevayiya hevpeyvînê bixwînin dikanin di Kurdînfo da bixwînin.

Ez van gotinên Dengîr Mîr Firat yên li jêr, pêşkêşî hemû kadirên TRT6-ê yên kevn û nuh dikim. Ji ber ku gelekên wan îdîa dikin ku ew ji bo feydeya kurdayetiyê li wir in.


"Bi vebûna TRT6-ê pesnê xwe didin. Baş e, we dizanîbû ku programa li ser zimanê kudî qedexeye?

We dizanîbû ku di TRT6-ê da çêkirina programa zarokan qedexeye?

Ji ber ku yê zimên fêr bibe zarok e. Ji bo ku zarok kurdî fêrnebin ev qedexe danîne ber. Di qanûna esasî da em binivîsin, ”em wekhev in” ewî çi ferq bike ku? Bi van qedexeyan kurdê dîsa nikanibin bibin hemwealtî ku!”
Ma we qet bihîstiye ku l tu welatekî qedexeya herfan hebe? Ji bo ku qedexeyên li ser herfên Q, X, W rabin hewcedarî bi qanûna esasî tuneye ku. Ji qedexeyên beradayî yek jî navê ciyan e. Ma navên deran yên bi kurdî paşda hat dayin?

Mêze, merkezên perwerdeyê yên girêdayî Wezareta Perwerdeyê hene. Armanca van merkezan hemwelatiyan fêrî zimanên cuda bike.

Kîjan ziman ewê werin fêrkirin Wezareta Perwerdeyê biryarê dide. Di lîsteyê da 100 ziman hene, kurdî tuneye, lazî tuneye. Wezaret dikane ji mudûrê giştî ra bibêje kurdî û lazî jî bigre lîsteyê. Lê ev jî nayê kirin. Bi van qedexeyan ji xwe me ji kurdan ra gotiye, ”hûn ne hemwelatî ne.” Di qanûna esasî da em binivîsîn ”tu wekhev î, yeksan î” ewê çi ferq bike ku?

Yê min bi xwe baweriya min bi çêkirina qanûna esasî ya nuh tuneye. Ji vê meclîsê qanûneke asasî ya nuh dernakve. Ji xwe ji bo ku dernekve hertişt hate kirin. Du partîyan xetên sor danîn, gotin ”sê madeyên qanûna esasî yên nayên guhertin” ewê bimînin, di vî warî da li hev kirin. Heger madeyên nayên guhertin ewê bibmînin, wê demê hewcedarî bi çêkirina zagoneke nuh tuneye ku…”
Bi dîtina min van gotinên Dengîr Mîr Firat gelkî cidî ne. Bi van gotinên xwe Dengîr Mîr Firat dixwaze bala kurdan bikşîne ser vê dezgeha Erdogan ya "nêçîra" kurdan. Ji ber ku Erdogan bi vê wesîleyê hin kesên zeîf bi xwe ve girêdide. Ne ev wesîle be ewê nikanibe kurdan wih abi hêsanî bikşîne ba xwe û dû ra jîû hêdî hêdî kedî bike.

2 kommentarer:

  1. Birêz sekreterê te PPKK M.Ali Çılgın bı bazdan tev Kızılkaya û Cehwerı û hınekên dın bazdan TRT-caş.

    SvaraRadera
  2. Tu rast dibêjî.
    Weleh heger ji destê min bihata min nedihîşt here xwe têxwe wî halî.
    Weke şexs ez wî karê wî karekî pir eyb dibînim û rexne dikim.
    Lê netîce ez wekîlê xwe tenê me. Min bizanîbûya ku Mûrad Ciwanê rojekê here TR6-ê bira qebûlkirina serokatiya wî li wir bimîne,minê tu carî pê ra siyaset jî nekira.

    Û gotinek jî ji te ra. Ez hemû dîtinên xwe eşkere dibêjim, xwe di paş navê "anonîm" da venaşêrim.
    Madem tu hewqasî li dijî vî karê "M. Alî Çilgin" î, bi navê xwe binivîse,ji bo ku ew jî û xelk jî bizanibe ku tu çi difikire...

    SvaraRadera

PARVE BIKE