05 november 2011

Civatek çawa dikane hewqasî zalim be?



Li Tikriyê ji alî hukûmetê, dewletê, medyayê û çapemeniyê ve li hemberî kurdan dijminatiyeke dûrî aqilan heye, kîn û nefretke bêsînor di vana civatê da tê belavkirin. 

Û ev dijminatî jî ne veşartî, bi rengekî pir vekirî tê kirin. Dijminatiyeke pir qebe, pir bêûjdan...

Ev çend roj in ez bala xwe didim rojname û malperên tirkî, beyanên siyasetmedarên tirk û çavê xwe li nivîsên rojnamevanan(yên qunciknivîsan) digerîninm.

Dijminatiya ku li hemberî kurdan tê pompekirin dûrî aqilan e, meriv pir û pir ditirsîne... 

Civbatek, li hemberî însanên ku bi wan ra dijîn çawa dikane hewqasî bêûjdan, hewqasî zalim û kîndar bibe aqilê min nagre!


Di çapemeniya tirk da tu bela xwe didî kîjan rojnameyê, kîjan malperê, tu li kîjan kanala telewîzyonê temaşe dikî bi sedan, bi hezaran însan weke gurên har êrîşê dibin ser kurdan, ji bo ku kurdan û daxwazên wan neheq nîşan bidin bêbextiyên herî mezin li wan dikin, gotinên nemayî ji PKK-ê,    KCK-ê, HPG-ê, BDP-ê, ji hemû serok û birêvebirên wan ra, ji gerîlayên tên kuştin ra dikin, xebrên pir pîs didin, heqaretên nemayî li kurdan dikin.
Li hemberî vê bûjdanîya, bêxlaqiya, zalimî, kîn û nefreta ku li hemberî siyasetmedarên kurd û  miletê kurd tê kirin meriv hişê xwe berdide.

Û dema ew van heqaretan li kurdan dikin, qet kes guh nade ku hevalên wan yên kurd hene, ew bi kurdan ra li eynî welatî dijîn, bi kurdan ra dixebitin, bi kurdan ra diçin eynî dibistanan, bi kurdan ra diçin eynî mizgeftan, eynî zanîngehan, bi kurdan ra eynî rojnameyan dixwînin û li eynî kanalên telewîzyonan temaşe dikin.

Her rojname, her rojnamevan, her malper, her telewîzyon, her radyo, her siyasetmedar, her berpirsiyarê dewletê, her mele, her xoce, her îmam welhasil her tirk fena ku li Tirkiyê, li bajarê wan , li ciyê karê wan, li mizgeft û li der û dora wan da qet kurd tunebin hereket dikin, bi wê rehetiyê ji kurdan ra gotinên nemayî dikin, xebran didin û heqaretên pir mezin li kurdan dikin.

Weke Fetulah Gulen, nifirên wisa li kurdan dikin ku xwîna meriv dicemide. Merivekî weke Gulen, li kurdên ku doza mafên xwe yên netewî dikin nifirên pir giran dike, dibêje:

"Ya Rebî tu koka wan biqelînî, tu agir bera mala wan bidî, tu wan mehû bikî, tu yekîtiya wan xera bikî, tu koka wan biqelînî, wan hişk o ola bikî..."

Ev neyartiya civata tirk ya li hemberî miletekî weke kurdan mezlûm, bindest û bêmaf min matmayî dihêle, xofeke pir mezin dixe dilê min.

Ev civata ku bi hestên nasyonalîzmê dîn û har bûye, hiş berdaye, ronî di çavan da û aqil serî da nemaye, ji hemû hestên mirovahiyê dûr ketiye aqilê min disekinîne.

Civatek çawa dikane hewqasî zalim, hewqasî bêûjdan û bêmerhemet bibe?

Miletek, civatek, dewletek, hukûmetek, dîndar, siyasetmedar û ronakbîrên miletekî, medya û çapemeniya welatekî li hemberî însanên ku hemwelatiyên wan in çawa dikanin hewqasî zalim, nîjadprest bin û hewqasî hîsterîk hereket bikin?

Ez fêm nakim, aqilê min nagre...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE