01 november 2011

Çira virekan heta sibê vêketî namîne

Erdogan û hemû wezîrên AKP-ê dibêjin ku ew tu carî ferqiyetê naxin nabêna bajaran û xelkê, dixwaze bira ray dabin wan ya nedabin wan ferq nake, ew li hemberî her kesî adil hereket dikin.

Li gorî Erdogan û hukûmetê, hemû gilî û gazinên belediyeyên BDP-ê vir in, binaka wan tuneye, propagandeyeke li dijî hukûmeta wan e.

Lê her kes dizane ku Erdogan û berdevkên hukûmetê rast nabêjin, bi zanetî, ji bo ku BDP-ê li ber çavê milet reş bikin him heta ji wan tê astengiyê derdixin, alîkariyê nakin û him jî ji bo zeîfxistina beladiyan çi ji destê wan tê dikin.

Û hêzên ewlekariyê û hemû berpirsiyarên dewletê yên li herêmê, ji yê herî biçûk bigre, heta bi yê herî bilind bi çavê dijmin li BDP-ê dirênin.

Îcar ev rastî ne îdîa kurdan tenê, di nîvîsa jêr da çavdêriyên M. Alî Bîrand bi xwe ye jî.
Mehmet Alî Bîrand, di nivîsa xwe ya îro da hinekî li ser Wanê û rewşa wir ya siyasî radiweste. Bîrand dibêje,” li gorî dîtina hêzên ewlekariyê, KCK rêxistineke pir tahlûkeye. Yên tên girtin kesên ku ji alî PKK-ê ve ji bo îdarekirina herêma xweser/otonom hatine wezîfedarkirin. Bi van girtinan hukûmet pêrgiyê li ber xweseriya demokratîk digre, darbeyê li kadroyên PKK-ê dixe.”

Bîrand dom dike, dibêje:
”Waliyê Wanê ji bo şarederê Wanê dibêje nehatinciyê koordînasyonê, carekê riya xwe bi me nexistin. Ma dibê em dawetiyê bişînin jê ra. Hemû teşkîlata min ji bo hevkariyê hazir e. Ez dikanim baweriya xwe bi samîmîyeta walî bînim lê ez nikanim eynî tiştî ji bo kesên din yên ku ez bi wan ra peyivîm bibêjim. Nête min ne sûcdarkirina kesî ye. Ji yê herî biçûk bigre heta bi yê herî bilind, burokrasiya dewletê û hêzên ewlekariyê bi çavekî din li BDP-ê dinêrin. Ji jor da lê dinêrin. Bi vî rengî xistine serê wan. Ji ber ku BDP-ê weke hêzeke cudaxwaz dibîninm, loma jî refleksên wan jî tim di eleyhê wê da dixebite. Heger meriv vekirî bibêje, BDP-ê weke neyar dibînin. Kesên bi dengê bilind gilî bikin pûlis wan belav dike. Pûlis bersîvê nade telefonên ku ji BDP-ê ya jî ji rêxistinên mafên mirovan tên. BDP-ê li hemberî xwe weke astengê dibînin.
Speklasiyoneke din ya bi dizî, dixwazin berê reaksiyona xelkê bidin BDP-ê. Meyleke wiha tê hîs kirin. Dema kesên berpirsiyar dibêjin belediyeyên BDP-ê qet karekî nakin, dibê ji wan hesab were pirsîn, bi van rexneyan armanc ew e ku wan ji îtîbar da bixînin.
Wan dereke ku bûye du şeq, Nîvî BDP-ye û nîvê din jî AKP-ye. Dewlet bi aliyê din ra rehet têkliyê datîne, hevkariyê dike. Tabî wê demê jî ferq û cudayetî zîl dide. Li herêmê du hêz, du qewet hene, dewlet û BDP, KCK. Dewlet pir xurt e, bi pûlis, esker, pere û bi îmkanên xwe yê mezin têkbirina wê pir zor e. lê belê dilê xelkê, baweriya xelkê bi BDP-ê, KCK-ê ra ye.”

Wek tê dîtin, hêzên dewletê bi çavê neyar li kesên BDP-yî dinêre, guh nade daxwazên wan, bersîvê nade telefonên wan û ji bo ku li ber çavê milet wan reş bikin, dewlet xebateke sîstematîk dimeşîne.

Lê li gel vê zulmê, neheqiyê jî Erdogan dibêje em ferqiyetê naxên nabêna kesî. Lê em di nivîsa Bîrand da dibînin ku ev îdîa ne rast e, bi gotineke din derew e.
Û him jî ne dereweke ”bêzirar û ji mecbûrî”, dereweke ji bo armanceke diyar e. Û ev jî bêexlaqiyeke herî mezin e.

Ji ber ku Erdogan xwedêgiavî merivekî bawermend e û AKP jî partiyeke ”îslamî” ye, loma jî ezê ji Pêxember li ser derewan vê numûneya jêr bidim.
Dibêjin rojekê ji Hz. Muhamed pirsîn, gotin:
- Ya Resûlelah, ma kesê mumîn dikane tirsoneke be?
Got, "erê."
Gotin, "kesê mumîn dikane çikûs be?"
Got "erê."
Gotin, "kesê mumîn dikane virek be?"
Pêxember got, "EBEDEN! Xwedê me hemûyan ji şerê kezeban bisitirîne.!"

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE