30 november 2011

Kovara "Turk Solu": Dewletê li Dêrsimê hindik kiriye !

Kovara Turk Solu(Çepê Tirk) uzirxwestina Erdogan ya ji bo qetlîama Dêrsimê rexne dike û dibêje ne dewlet, dibê dêrsimî uzrên xwe bixwazin.

Turk Solu, weke hercar, îcar jî heqaretên pir mezin, pir giran li kurdan dike.
Hinek dikanin bibêjin ku dibê meriv qala nivîsên wiha neke, nehêjaye meriv li ser kovara ”Turk Solu” raweste.

Lê ez wiha nafikirim, dibê em kurd bizanibin kî di heqê me da çi difikire û çi dibêje.
Kî dost e, kî dijmin e?

Dost çi dibêje, dijmin çi dibêje?

Weke min got, di nivîsê da heqaretên pir giran hene, ez ne hemuyê nivîsê, du sê paragrafan jê werdigerînim. Kesên bi tirkî dizanin dikanin Tirkiya wê bixwînin.

 ”Turk Solu” dibêje:

”Kalikên dêrsimiyan xayinên li hemberî dewletê îsyan kirine. Xwe çekdar kirine û ji bo ku vê dewletê hilweşînin serî hildane.
Neviyên xayinan, ji bo vê xiyaneta bav û kalên xwe, dibê ji dewletê uzrê xwe bixwazin.”

”Neviyên dêrsimiyan, ji dewletê dipirsin, dibêjin ji bo çi we bav û kalên me qetil kirin? Bêyî ku şerm bikin qala qetlîamê dikin. Ev, bêbavî û bîrûtî ye. Dewlet ji bo ku terorîstan, serîhildêran, xayinan, namerdan û bênamûsan ji ortê rake heye. Erê, mafê dewletê heye van unsûran ji ortê rake. Baş jî kiriye. Heta hindik jî kiriye.”

"Dersa ku dewletê ji hemû van serîhildanan derxistiye, dibê hemû xayinên serîhildane, bi qiç û pîlên(zar û zêçên) xwe ve ji ortê werin rakirin. Heta ku yek dolê xayinan yê ku bibêje ”kalikê min, kalikê min” sax neyê hîştin...”
Kalikên dêrsimiyan, ji dewletên Îngilîz û Fransiz ra ajantî kirine, ji wan pere û çek stendine, bûne piyonên wan!
Uzrekî em ji we bixwazin tunye. Herî zêde emê ji leşkerên xwe yên şehîd ketine uzir bixwazin, ji bo ku me vana hîn tune nekirine.”


 Belê, ez bawer dikim hewqas bes e, nivîs li ser vî mînwalî dom dike.


Bi baweriya min, ne ”çend kesên” li dora kovara ”Turk Solu” tenê, piraniya tirkan wiha difikirin.
Ev neh sal in ku ev kovar li Tirkiyê weşana xwe didomîne.

Di her hejmara xwe da heqaretên mezin li kurdan dike, li hemberî kurdan propagandeyeke nîjadperest ya nedîtî dike, lê dîsa jî nayê qedexekirin û nivîskarên van nivîsên mişt heqaret, tahrîk û nîjadperestî nayên cezakirin.

 Lê kovar û rojnameyên kurdan her roj bi baheneyeke pelapûçî ya jî ji bo ku ji Ocalan ra gotine ”birêz”, digrin û bi sedsalan ceza didin nivîskarên kurd.

 Bi baweriya min hukûmeta AKP-ê jî pir hindik eynî weke nivîskarê vê nivîsî difkire û ji bo tasfiyekirina kurdan çi ji destan tê dike.

29 november 2011

Dîrok ewê we mahkûm bike !

Heta nuha li Tirkiyê kurdbûn ne rehet bû, karekî tahlûke û bi rîzîko bû, tim bedelekî wê hebû.
Loma jî her kesê ku bigota ez kurd im û doza azadiya kurdan bikira tim û tim sere wî di belayê da bû.
Dibû weke golik beş, dewletê tu carî rehetî nedidayê.

Dewlet tim li pey bû. Dihat girtin, diket hefsan, bi çol û çepelan diket, welatê xwe terk dikir.
Heger kadir û siyasetmedarekî berbiçav bûya ya jî belikekî tevgerekê bûya tew malik lê diviritî. Him di warê siyasî da û him jî di ware aborî da perîşan dibû.

Yanî bi kurtasî berê di kurdayetiyê da ne rehetî hebû û ne jî pere, tenê zor û zahmetî, feqîrî, hefs û sirgûn hebû.

Lê nuha êdî ne wisa ye.
Êdî di “babetekî” kurdayetiyê da him rehetî û him jî pere heye. Ew kadir û serokên ku di xortaniya xwe gelek eziyet perîşanî dîtin, di taliya emrê xwe da dikanin bi saya dostaniya bi hukûmeta AKP-ê ra him peran qezenc bikin û him jî rehet bikin.

Berê dewletê hebûna kurdan qebûl nedikir, loma jî “dostayî û hevaltiya” bi dewletê ra li ser esasê înakrê bû, dibê te xwe înkar bikira, ya jî bi kêmasî dibê te kurdbûna xwe eşkere nekira.

Ev, îdeolojî û siyaseta dewletê ya resmî bû, her hukûmet mecbûr bû vê siaysetê bimeşîne.

Lê hukûmeta AKP-ê di şerê li hemberî kurdan da ev siyaseta dewletê ya “înkarê” guherand, ji deli wê şertê şêla li dijî “terorê” anî.

Hukûmeta AKP-ê êdî weke yên berê ji kurdan ra nabêje, kurdbûna xwe înkar bike.
Çimkî şaşiya wê siyasetê derket ortê, loma jî dest bi taktîkeke din kirin.

Li gorî siayseta nuh: bibêje ez kurd im, lê dibê tu li dijî “PKK”-ê û “terorê” bî, dibê tu mesafeyekê têxî nabêna xwe û “terorê”.

Piştî ku te ev yek kir, êdî hemû deriyên dewletê ji te ra vekirîne, li gorî kanîn û qabîliyeta te, dewlet amadeye ku karekî bide te.

Yanî heger tu li dijî PKK-ê û BDP-ê bî, li hemberî terora dewletê dengê xwe nekî û piştgiriyê bidî siyaseta hukûmeta AKP-ê ya tasfiyeya tevgera kurd, tu dikanî him pera qezenc bikî û him jî di qatê dewlet û hukûmetê da bibî xwedî “qedir” û “qîmet”.

Yanî di destekî Erdogan da ço û di destekî wî da jî gizêr heye û ji kurdan ra dibêje, di tercîhê da hûn serbest in.

Erdogan bi vê metodê dixwaze “kurdên xwe” çêke û mafê jiyanê bide wan tenê.

Hedefa Erdogan ew e ku hemû tevgera kurd ya legal, demokratîk û siyasî tasfiye bike.

Ji ber ku hedefa Erdoga ne çareserî, qedandin û tasfiyeya tevgera kurd e. Weke Dengîr Mîr Firat dibêje, “di sînorên demokrasiya Erdogan da serbestbûna zimanê kurdî jî tuneye.”

Loma jî dixwaze demekê mafê “jiyanê” bide kurdên xwe tenê, heta ku xurtan ji ber xwe dixîne.
Lê ev “jiyan” jî heta qedandina PKK-ê û BDP-ê ye. Piştî ku PKK û BDP qedandin(helbet ku bikanibin)îcar ewê dor were wan.

Weke mesela abûqatên Ocalan, berê wezîfe dan wan lê piştî ku karê xwe pê qedandin, nuha jî dibêjin çima we “qûryetî û postecîtiya” Ocalan kiriye?

Kuro ma ne tiştên ku abûqatan belav dikir hemû we dan destên wan, îcar çima hûn nuha dikin sûc?
Netîce, heger hukûmeta AKP-ê bikanibe vê tevgera kurd bi giştî bişkîne û tasfiye bike, weleh tiştê hat serê abûqatên Ocalan, ewê were serê kes û serokên ku îro bûne piştgirên AKP-ê.


XXX
Insanên ku destên wan paqij in jî fikrên wan ên qilêrî hene. H. Lec
Kesên ku buhikbûnê(kurm û kêz) qebûl bikin gava pelixîn dibê gazinan nekin. F. Schiller


XXX
Hin serokên kurdan di 30 saliya xwe Kurdistaneke serbixwe, yekbûyî û sosyalîst diparastin.
Di 40-50 saliya xwe da dev ji Kurdistana yekbûyî û sosyalîst berdan.

Û di 60-70 saliya xwe da jî dev ji Kurdistana serbixwe jî berdan, îcar jî ji bo Tirkiyeke demokratîk piştgiriyê didin AKP-ê...

28 november 2011

Di TRT6-ê da programa zarokan qedexe !

Dengir Mîr Firat, di hevpeyvîna xwe ya bi Neşe Duzelê ra li ser siyaseta AKP-ê serbarê mesela kurd da hin tiştên pir cidî û balkêş gotine.

Mesela gotiye ku di TRT6-ê da programên li ser zimanê kurdî û programên ji bo zarokan qedexeye.

 Ez rast bibêjim, min bi xwe heta nuha nizanîbû ku di TRT6-ê da qedexeyeke wiha, yanî siysetke wiha heye.

Wê demê hesabê AKP-ê yê qirêj ji texmînan jî wêdatir pir vekirî ye. Dibê meriv li ser armanca TRT6-ê hinekî din hesas be û bêtir serê xwe biêşîne.

Min bi xwe di destpêkê da vebûna TRT6-ê weke perçeyeke ”pakêta kurd” ya jî ”vebûna kurd” dît, (ji ber ku wiha dihat gotin) û loma jî pozîtîf dît û xebata di TRT6-ê da jî (helbet ne ji bo herkesî) şaş nedît…

Lê nuha dibînim ku TRT6 bi rastî jî ne dezgeheke daimî, weke wasiteyeke xapandinê û ji bo demekê hatiye danîn.

Loma jî dibê meriv vê siyaseta hukûmeê deşîfre bike. Heger ev îdîa ne wiha ye wê demê jî dibê hukûmet rastiya wê îspat bike, ji navê TRT6-ê bigre heta bi qanûna wê, dibê hertişt bi nav bibe û di qanûnan da cî bigre.

Di van demên dawî da min di çend nivîsên xwe da bal kişand ser TRT6-ê û vî hesabê AKP-ê.

Min ji nivîsa Dengîr Mîr Firat çend beşên girîng û balkêş kir kurdî. Kesên ku bixwazin tevayiya hevpeyvînê bixwînin dikanin di Kurdînfo da bixwînin.

Ez van gotinên Dengîr Mîr Firat yên li jêr, pêşkêşî hemû kadirên TRT6-ê yên kevn û nuh dikim. Ji ber ku gelekên wan îdîa dikin ku ew ji bo feydeya kurdayetiyê li wir in.


"Bi vebûna TRT6-ê pesnê xwe didin. Baş e, we dizanîbû ku programa li ser zimanê kudî qedexeye?

We dizanîbû ku di TRT6-ê da çêkirina programa zarokan qedexeye?

Ji ber ku yê zimên fêr bibe zarok e. Ji bo ku zarok kurdî fêrnebin ev qedexe danîne ber. Di qanûna esasî da em binivîsin, ”em wekhev in” ewî çi ferq bike ku? Bi van qedexeyan kurdê dîsa nikanibin bibin hemwealtî ku!”
Ma we qet bihîstiye ku l tu welatekî qedexeya herfan hebe? Ji bo ku qedexeyên li ser herfên Q, X, W rabin hewcedarî bi qanûna esasî tuneye ku. Ji qedexeyên beradayî yek jî navê ciyan e. Ma navên deran yên bi kurdî paşda hat dayin?

Mêze, merkezên perwerdeyê yên girêdayî Wezareta Perwerdeyê hene. Armanca van merkezan hemwelatiyan fêrî zimanên cuda bike.

Kîjan ziman ewê werin fêrkirin Wezareta Perwerdeyê biryarê dide. Di lîsteyê da 100 ziman hene, kurdî tuneye, lazî tuneye. Wezaret dikane ji mudûrê giştî ra bibêje kurdî û lazî jî bigre lîsteyê. Lê ev jî nayê kirin. Bi van qedexeyan ji xwe me ji kurdan ra gotiye, ”hûn ne hemwelatî ne.” Di qanûna esasî da em binivîsîn ”tu wekhev î, yeksan î” ewê çi ferq bike ku?

Yê min bi xwe baweriya min bi çêkirina qanûna esasî ya nuh tuneye. Ji vê meclîsê qanûneke asasî ya nuh dernakve. Ji xwe ji bo ku dernekve hertişt hate kirin. Du partîyan xetên sor danîn, gotin ”sê madeyên qanûna esasî yên nayên guhertin” ewê bimînin, di vî warî da li hev kirin. Heger madeyên nayên guhertin ewê bibmînin, wê demê hewcedarî bi çêkirina zagoneke nuh tuneye ku…”
Bi dîtina min van gotinên Dengîr Mîr Firat gelkî cidî ne. Bi van gotinên xwe Dengîr Mîr Firat dixwaze bala kurdan bikşîne ser vê dezgeha Erdogan ya "nêçîra" kurdan. Ji ber ku Erdogan bi vê wesîleyê hin kesên zeîf bi xwe ve girêdide. Ne ev wesîle be ewê nikanibe kurdan wih abi hêsanî bikşîne ba xwe û dû ra jîû hêdî hêdî kedî bike.

27 november 2011

Sipas ji bo Radyoya Aştî !

Komela Kurd li Spanga û radyoya wê Radyoya Aştî, îro li Stockholmê 25 saliya xwe bi cîvîn û çahiyeke pir xweş pîroz kir. Emegdarê komelê û berpirsiyarê Radyoya Aşîtî Hacî Kardoxî ez jî vexwendibûm şahiyê.

Ji zûda bû ez beşdarî şahiyeke wiha bi rêk û pêk, efektîtîf û xweş nebûbûm.
Di destpêkê da serok û evdamên komleyê qala şertên wan rojan û prosedûra avakirina komleyê kirin.
Hecî Kardoxî, Hîwa û hin hevalên wê demê dest bi weşana radyoyê kiribûn, wan jî qala zahmetî û hin bîranaînên xwe kirin.

Beyto Can û Armanc, Kemal Gorgu û Baha Seyxo bi deng û henekên xwe wexteke pir xweş bi me dan jiyandin.

Ev cara pêşî bû me û zarokên xwe bi hev ra civînek çêdikir û me li hev guhdarî dikir.
Hecî, mala wî ava, baş aqil kiribû, ban du nifşan, yanî ban me û zarokên me kiribû.

Berê, Oz Nûjen, Nişîtî û keçek û xortekî din weke xortên kurdan yên di civata swêd da biser ketiene û hatine ciyên gelkî baş, qala hestên xwe kirin. Bersîva gelo ew xwe kurd yan jî swêdî dibîni dan û weke zarokên kurdan gelek tiştên xweş û hêja gotin.

Dema meriv li wan guhdarî dikir, meriv tenê pê serbilind dibû.
Dû ra jî sosyolog Osman Aytar, Dr. Husênê Xaliqî û Hemîd Newroz li ser rewş û dîroka kurdên li Swêd û xebata komelayetî rawstiyan û hin analîz û pêşniyarên pir baş kirin.

Osman Aytar got, li Swêd di nava xerîban da gurûba herî bêtir çalak, entegre bûye û pir serketiye kurd in. Di meclîsa Swêd da 5 parlamenterên kurd hene. Di hemû rojname, radyo û telewîzyonên Swêd da xortên kurd hene. Yanî di warê siyasî, kulturî û sosyal da kurd pir serkeftî ne.

Li gorî Aytar, piştî 20-30 salên din li Swêd rol û tesîra kurdan di her warê jiyanê da ewê pir xurt bibe, di jiyana Swêd ya siaysî da kurdên bibin faktoreke mezin.

Seroka Federayona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslanê jî derbarê xabat û çalakiyên Federasyonê û komeleya Spongayê da agahiyên hêja da.

Dibê ez ji bîr nekeim wezîrê penaberan/ multeciyan Erik Ullenhag, ku dostekî kurda ye, camêr wî jî axaftineke pir xweş kir û piştgiriya xwe bi têkoşîna kurdan ya ji bo azadiyê ra diyar kir.

Dibê ez moderatorê civînê Kurdo Baksî ji bîr nekim, camêr wî jî bi henek û espiriyên xwe yên xweş civîn xweştir û geştir kir.

Û hemû ev tiştên xweş ne bes bûn, komeleyê hin sandiwîçek û peqlawe jî di ser da da me.
Bi kurtayî şahiyeke pir bi ahang û pir xweş bû, em hemû jê bi kêfxweşî rabûn.

Di vegerê da metro pir qelebalix bû, ciyê rûniştinê tunebû, ez ji piya mam. Xanimeke asyayî dema dît ez ji piya meme rabû ciyê xwe da min, got fermo rûne. Min çiqasî israr kir jî qebûl nekir, fena ku bibêje tu kal î, dibê tu rûnî.

Yanî kalîtiya min bi bîra min xist.
Di metro û otobozan da berê tim min ciyê xwe dida xelkê, lê waye dor hatiye min, êdî xelk ciyê xwe dide min…
Yanî dinya bi dor e…

Gelek sipas ji bo Hacî Kardoxî û hemû hevalên wî ku di 25 saliya Komeleya Sponga û ya Radyoya Aştî da ev roja xweş bi me dan jiyandin.


XXX
Li hemberî neheqiyê serê xwe netewînin. Ji ber ku bi heqê xwe ra hûnê şerefa xwe jî wenda bikin.   Hz. Alî



XXX
Micadeleya ji bo azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê hewqasî hêja û giranbuhye ku, di vê riyê da mexlûbiyet jî şerefeke mezin e...



XXX
Tiştê ku li însanan bi şiklekî herî adil hatiye belavkirin aqil e, ji ber tu kes ji aqil xwe gazninan nake.
//MONTAİGNE



XXX
Dema mirovek bizanibe ew dixwaze bigihîje kîjan benderê(lîmanê), ji bo wî her ba maqûl e /SENECA



XXX
Hin hestên însanî hene pir baş in, nahêlin însan dawa xwe bavîje ji ser serê xwe da û di tiştên eyb tên qebûlkirin bike.
Ji van hisan yek jî heya û ar e. Dema heya bi meriv ra kêm bibe meriv dikane her tiştî bike, bibe hertişt.
Mixabin bi pêşketina kapîtalîzmê û hin guherînên civakî ra di civata me kurdan da jî her ku diçe "heya" bi însanan ra kêm dibe.


XXX
Gotineke pêşiyan ya gelkî xweş:
-Qûna hîn bû tir û fisa, zeft nabe bi tu werîsa...

26 november 2011

Serokên ku li hemberî teklîfên Erdogan zû "nerm" bûn

Di malpera Rizgarî da beyaneke malpera Dengê Kurdistanê heye. Di beyanê tê gotin ku ev demek e malpera ”Dengê Kurdistan” ê li Tirkiyê û Kurdistanê venabe.

Dema xwendevan dixwazin tîkevin malperê, beyaneke ”Serokatiya Telekomînîkasyonê” derdikeve hember wan. Di vê beyanê da tê gotin ku, ” Li gor biryara Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê ya roja 04.08.2011-a malpera www.kurdistan.nu hatiye astengkirin.”

Yanî piştî vegera Kemal Bûrkay bi 5 rojan hukûmeta AKP-ê biryara qedexekirina malepera ”Dengê Kurdistan” ê, daye.

Û malpera ”Dengê Kurdistan” ê jî ne malpera PKK-ê û ”terorîstan” e, malpera hevalên Kemal bûrkay e.

Hukûmet û wezîrê ku Bûraky dawet kirin, çûn pêrgî wî, pê ra civîn çêkirin, piştî 5 rojan malpera Bûrkay qedexe kirin.

Hukûmeta ku tehamulî melpereke kurdî neke, îcar ewê çawa mafekî bide kurdan, êdî hesab li ba we ye...

Lê ji ber ku "neyartiya" PKK-ê çavê hin siyasetmedar û serokan qarixî kiriye loma jî vê paradoksa hukûmetê nabînin.

Li hemberî vê zorbatiya hukûmetê heta nuha ne Bûrkay û nej î hevalên wî li dijî hukûmetê yek gotineke tahl jî nekirine.

Li gel vê jî, Bûrkay hertim bi hurmet û bi şîrîniyeke pir mezin qala ”birêz” Erdogan û wezîrên Erdogan dike.

Yanî ji vê teserufa hukûmetê xwe qet aciz nake.
Ji ber ku Erdogan mêrik malê xwe nas dike, loma jî zorbatiyên wiha pir bêtirs dike, çimkî dizane mêrê dengê xwe bike tuneye.

Erdogan dizane ku hinek serok û siyasetmedarên kurd bi silav û civînekê", hin bi îmkaneke aborî û siyasî û hin jî bi çend quriş pere nerm dibin û dev ji wan fikrên xwe yên xeyalî berdidin.

Esas meriv dikane wiha jî bibêje, Erdogan fêm kiriye ku rû ji rû şerm dike, pere hin serokên kurdan nerm dike...

Bala xwe bidinê, ji aliyekî da Bûrkay dawet dikin, diçin pêrgî wî, wezîr pê ra civînan çêdikin, rojê derdixin kanaleke telewîzyonekê û ji bo şerê li dijî ”terorê” û li hemberî PKK-ê jê aqil û alîkariyê digrin, lê li alî din jî nahêlin malpera wî jî bimîne; bi îhtîmaleke mezin ji ber ku navê wê ”Dengê Kurdistan”ê ye qedexe dikin.

Îcar, ji dêlî ku Bûrkay û hevalên wî, rasterast biçin ser hukûmetê, vê zorbatî û bêqanûniya hukûmetê protesto bikin û bibêjin, em vê zorbatiyê qebûl nakin, rabûne edresa xwe guherandin e.
Edresguhertin ne tu rê ye, sibe ewê wê jî qedexe bikin.

Di beyanê da ji bo ku Erdogan neqeherînin gotine, weşana me ”hinek der û doran aciz dike”, loma wiha dikin.

”Der û dor” kî ne?
Ev kar girêdayî kîjan wezaretê ye diyar e. Erdogan bi xwe kar û butçeya kesên vî karî dikin qebûl kirye.

Çima hûn xwe otosansur dikin û newêrin edresê rast nîşan bidin, bibêjin hukûmet?

Yanî bêyî hukûmeta AKP-ê tu ”der û dor” tunene, biryara astengkirina malperên kurdan ya hukûmetê ye.

Ew hukûmeta ku Bûrkay dawetî Tirkiyê kir, lê ji ber navê ”Kurdistanê”, belkî hinekî jî ji ber naveroka wê, qedexe dikin…

Hukûmet diwêre wiha bike, çimkî dizanin ku Bûrkay û hevalên wî ewê hustuyê xwe xwar bikin û vê terora hukûmetê protestone nekin, Bûrkay ewê dengê xwe li hemberî hukûmetê bilind neke û nebêje:

 -Bi çi heqî hûn wiha dikin? Ji alîkî da hûn min dawet dikin, bi min ra civînan çêdikin, lê li aliyê din jî hûn malpera min bi biryra dadgehê qedexe dikin, hûn tehamulî navê Kurdistanê nakin. Ev çi fêlbazî û xepandin e?

Û dû ra jî têkilî û silava xwe ji hukûmetê bibire û hew bibe ”aletê” siyaseta Erdogan ya îmhakirina tevgera kurd ya siyasî.

Ji ber ku Erdogan dizane Bûrakay ewê wiha neke, loma jî malpera wî qedexe dike.

Bi dîtina min ev bûyer bi serê xwe hêja bû ku Bûrakay ji programên xwe di yekê da çend deqîqeyên xwe ji rexnekirina PKK-ê û BDP-ê kêm bikira û bida vê meselê.

 Lê nekir, ji ber ku naxwaze Erdogan ji xwe bixeyidîne û xezeba wî bikşîne ser xwe….

24 november 2011

Serokê ku naxwaze qetlîama gelê xwe qebûl bike

Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdarogluyê dêrsimî, ji dêlî ku ji gotinên Erdogan yên derbarê qetlîama Dêrsimê û li ser navê dewletê lêborînxwestina ji gelê dêrsimê kêfxweş bibe, gelkî aciz bû.

Fena ku ew qetlîam li hemberî pêşiyên Kiliçdaroglu nehatibe kirin, fena ku kemalîstan bav û kalên wî nekuştibin weke kemalîstekî tirk yê nîjadperest êrîş bir ser Erdogan û wiha got:

Wezîfeya serokwezîrekî ew e ku di civatê da hezkirinê qaîm bike. Birêz serokwezîr bi vê axaftina xwe bizrê nefretê çand. Gava min lê guhdarî kir, min got belkî ez li dijminekî Tirkiyê guhdarî dikim. Ez meraq dikim, gava wî ya piştî vê ewê çi be? Birêz serokwezîr miheqeq û miheqeq dibê were agahdar kirin, Miheqeq û miheqe dibê here ser psîkologekî.”

Kiliçdaroglu bi van gotinan jî nehat serî, ji Erdogan ra got, ”Serokwezîr bi devê dîaspora ermeniyan dipeyive.” Meriv hewqas jî bêesil û rezîl nabe!


Esas ne Erdogan, dibê tu ”miheqeq û miheqeq” herî ser psîkologekî. Çimkî şêla te ne ya merivekî normal e.

Ji ber ku tu ji Erdogan ra dibêjî, qatilên bav û kalên min eşkere neke, bira gelê min vê rastiyê fêr nebe...

Serokwezîrê dewletê qetlîamê qebûl dike, dibêje şer û serîhildaneke li hemberî dewletê tunebû, dewletê bizanetî, bi plan û program ev qetlîam kir, lê Kiliçdarogluyê dêrsimî xwe dixeyidîne.
Însanek ancax hewqasî dikane pepûk, bêşexsiyet û ji însaniyetê dûr keve.

Lê ne Kiliçdaroglu tenê, hema hema hemû serokên CHP-ê ji van beyanên Erdogan yên derbarê Dêrsimê da aciz bûn.

Mesela Gursel Tekîn jî weke Kiliçdaroglu xwe gelkî aciz kir û got:

Ez serokwezîr pîroz dikim. Bi ziman, uslûb û beyanên xwe dînamît xist binê welatê me û miletê me. Herkes bi hev ra kir dijmin, ji bo ku însanan bera hev bide rê vekir. Xêra wî em dîroka xwe jî fêr bûn. Ma êdî çi ma ku meriv bibêje? ”

Û hin kurd hîn jî xwedêgiravî ji bo hêviyekê di nava vê partiyê da ne. Kesê ku nexwaze qatilên bav û kalên wî werin naskirin îro jî tu tiştek jê sadir nabe. Hêviya ji kes û partiyeke wiha vala û beyhûde ye…

Helbet gava Erdogan avêtiye gaveke baş e, lê li gel vê jî ez samîmî nabînim. Çimkî ez bala xwe didim siayseta wî ya îro jî.

Heger Erdogan di şêla xwe da samîmî ye wê demê ewê bêyî şer û kuştin mafê kurdan bida. Hukûmeta kemalîst ji ber ku Dêrsim kurd bû qetlîam kir, ew jî ev neh sal in eynî siyasetê dajo û eynî qetlîaman dike.

Kesê bûyer û qetlîama Dêrsimê rast nebîne, dibê îro bi kurdan ra şer neke, 13 hezar siyasetmedarên kurd navêje zindanan, her roj çiyayên Kurdistanê bombebaran neke.

Erdogan bi vê "mêraniya" xwe ya bêzirar dixwaze rewşa xwe xurttir bike, çimkî di ”uzurxwestinê” da tiştekî wenda nake, lê dikane gelek tiştî qezenc bike....

23 november 2011

Gava dibe mesela kurd her tirk dibin weke hev

Piştî ku min nivîsa Ahmet Altan ya îro(operasyon) ya li ser operasyonên KCK-ê xwend, ez gihîştim wê baweriyê ku tirkek(esas ew bi xwe ne tirk e jî lê xwe tirk dibîne) tu carî(ya jî zû bi zû) nikane bibe mirovekî tam demokrat, tam rastgo, tam xwedî ûjdan û tam însan…

Demokratbûn, xwedîûjdanbûn, diristî, rastgoyî û însaniyeta her tirkî heta ber deriyê kurdan û sînorê Kurdistanê ye.

Dema mesele dibe kurd û Kurdistan, merivê tirk yê herî demokratdibe faşîstê herî har, dilê herî nerm û bi rahm dibe kevirê herî sert û alim û sofiyê herî mezin jî dibe zebaniyê ber deriyê dojehê.

Ahmet Altan jî di nivîsa xwe ya îro da demagojiya bi heqbûna operasyonên KCK-ê dike, ku min qet jê nedipa.

Altan, bi şiklekî nedirist meselê dibe û tîne û dawiya dawî sûc dixe hustuyê KCK-ê, dibêje, KCK-ê gerek van kesanan nekira endamên xwe…

Halbûkî Altan pir baş dizane ku yê neheq hukûmet e, ji ber ku hukûmet naxwaze tu heqî bide kurdan, loma jî mecbûr e ku maneyekê bibîne û şer bike.

”Emir” û dîrektîfên Ocalan ne tiştekî nuh e, hukûmet ev 5 sal in ji van ”emir” û ”dîrektîfên” Ocalan ra kûryetiyê dike.

Lê nuha piştî ku îşê xwe pê qedandin, van beyanên wî wek delîlên sûc lanse dikin.
Bi salan e ku bi KCK-ê û serokên wê ra rûdinin, lê nuha weke tiştekî ku nuh keşif kiribin difroşin milet.

Ya din, ev kesên ku hatine girtin hemû jî endametiya KCK-ê red dikin. Û di destê Altan da tu belge û delîl jî tuneye îspat bike ku bewqas însan endamên KCK-ê ne.

Helbeta Altan vana hemûyan dizane, lê dîsa jî dirist hereket nake û meselê şêlû dike.
Lê helbet merivê neheq nikane dirist be û rast bipeyive….


XXX
Piştî ku serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li ser navê dewletê xwedêgiravî ji gelê Dêrsimê lêborîn xwest, serokê rêxistina CHP-ê yê Amedê Mûzafer Degerê me jî bi beyanekê li ser navê partiya xwe ji gelê Dêrsimê lêborîn xwestiye.

 Lê CHP ji vê uzra Muzafer Deger pir aciz bûye û ew ji serokatiyê îxrac kirine.
Dewletê li Dêrsimê li hemberî kurdan qetlîameke mezin kiriye, loma jî dibê dewlet û serokatiya CHP-ê loborînê bixwazin.

Çima tu lêborînê dixwazî? Ma tu berdevkê dewletê yî? Tu çima xwe li ber baranê şil dikî?
Tu jî kurd î û qetlîam li hemberî te jî hatiye kirin. Dibê tu bi xwe ji dewletê û ji îdareya partiyê doza lêborînê bikî.
Welhasil em kurd merivên ecêb in…

 XXX
Ece Temelkuran, di nivîsa xwe ya Haberturkê da nivîseke pir balkêş nivîsîye. Li gorî reqemên Ece Temelkuran dide, di sala 2005-an da li Tirkiyê hejmara kesên ji sûcê terorê hatin girtin 273 ye. Ev hejmar piştî 5 salan yanî di sala 2010-an da derketiye 12. 897-an.

Li hemû dinyayê hejmara kesên ji sûcê ”terorê” girtî ne 35. 177 e.
Li Tirkiyê hejmara girtiyên ji eynî sûcî 12. 897 e.

Di warê rojnamevanên girtî da Tirkiye li dinyayê welatê yekem e, Rûsya û Çîn jî derbas kiriye.
Ji bo ku meriv ”demokrasiya” (!)AKP-ê fêm bike numûneyên pir baş in.

Ji xwe ji dawiya 2009-an û vir da ye hukûmeta AKP-ê biryar daye ku tevgera kurd ya legal û siyasî tasfiye bike.



XXX
Hin kurdan li Strasburgê avahiya Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê îşxal kirine. Pûlisên fransis mudaxeleyeke pir ser t kiriye, bi dehan kes hatine girtin û gelek kes jî birîndar in.

Ez bi xwe çalikiyên wiha qet rast nabînim. Ji ber ku li Ewrûpayê îşxal û tiştên wiha zor tê hebe ji feydeyê bêtir zirarê dide kurdan. Çalakiyên wiha li hemberî kurdan antîpatî û dijiminatiyê xurt dike.

Kî vî aqilî dide kurdan ez nizanim, lê ev ne tu rê ye, em bi destên xwe xelkê dikin neyarên xwe.
Ji dêlî çalakiyên wiha, dibê meriv protestoyên demokratîk bike, rê û metodên hîn hdemokratîk, hîn humanîst bibîne.

Bi zorê, bi îşxalê kes nabe dost û hevalê me. Dibê em xelkê bi mazlûmiya xwe îqna bikin. Çalakiyên wiha îmaja kurdan li Ewrûpayê xera dike û propagandeya tirkan ya ”terorîzmê” xurt dike.

Erdogan ji bo ya CHP-ê "uzir" û ji bo ya AKP-ê jî alîkariyê dixwaze

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro di civîna serokên rêxistinên bajaran yên AKP-ê da li li ser qetlîama Dêrsimê jî rawesitiya û got, ”eger li ser navê dewletê pêwîstî bi uzirxwestinê hebe, ez uzur(lêborînî) dixwazim”

Helbet "uzirxwestina" Erdogan tiştekî baş e.
 
Lê bi şertê ku dibê meriv bi xwe dev ji eynî zorbatiyê û eynî siyasetê berda be û daxwazên ku wê rojê bûn sebebê qetlîama Dêrsimê îro red neke û bi eynî metot û sertiyê neçe ser xwediyên van daxwazan, wan navêje zindanan û qetil neke.

Sebebê qetlîama Dêrsimê mesela kurd bû, ji ber ku dêrsimiyan tirkîtî reddikirin, doza mafên xwe yên netewî dikirin loma hatin qetilkirin û ji erd û avên xwe hatin bidûrxistin.

Heger baweriya Erdogan bi ”uzirxwestina”   wî hebûya û di "uzirxwestina" xwe da samîmî bûya, dibê îro mafê kurdan yên netewî qebûl bikira û eynî zulm li kurdan nekira.

Dibê îro 12 hezar kurd ne di zindanan da bûna, dibê balafirên tirk her roj çiya û geliyên Kurdistanê bombebaran nekirana.

Heger Sabîha Gokçenê ji bo şikandina serîhildna Dêrsimê 10 cara, 20 caran ya jî 100 carî Dêrsim bombebaran kiribe, balafirên Erdogan heta nuha bi hezaran carî çiya û baniyên Kurdisranê bombebran kirine û bi sedan, zarokên kurd kuştine.

Ji ber ku sûcê dêrsimiyan wê rojê çi bû, sûcê KCK-ê û BDP-ê jî îro eynî ye. Lê Erdogan ji ji bo sûcê CHP-ê "uzir" û ji bo yê xwe jî alîkariyê dixwaze.
Loma jî li gel ku ez uzirxwestina Erdogan pozîtîf dibînim jî, lê samîmî û ji dil nabînim. Ji ber ku ew bi xwe ji ber eynî sebeban eynî fiîlî dike.

Hewcedariya Erdogan îro bi manawrayên wiha hene û loma jî ew li ser navê dewletê lêborînê dixwaze. Bes Erdogan vê yekê pir nagre cidîyetê û di praktîka xwe da jî bicî nayne.

Erdogan, di axaftina xwe da gotiye, ”Belgeyek di 8-ê tebaxa 1939-an da hatiye nivîsandin. Ji Fermandarîya Jendermeyan a Giştî ra hatiye şandin. Di navbera salên 1936-1939-an da bi tevahî 13 hezar û 806 kes hatine kuştin. Li vir mirov hatine kuştin. Ez behsa erdhejê nakim. Behsa kuştinê dikim.”

Erdoganê ku bi belge qala vê qetlîamê dike û xwedêgiravî li ser navê dewletê ”uzir” dixwaze, teror û qetlîama xwe nabîne. Ji ber ku kara wî tê heye ya CHP-ê weke zulmê û trajediyeke mezin lê ya xwe jî weke mafekekî rewa yê li dijî "terorîzmê" dibîne...

Ji sala 1984-an û virda li Kurdistanê ne 13. 806, li dora 35 hezar gerîlla û kurdên siwîl bi destê hêzên eynî dewletê hatine kuştin.

Û 9 salên vê demê jî di bin serokwezîrtiya Erdogan da derbas bûye.
Gelo di van 9 salan da leşker û pûlisên Erdogan çend hezar kurd kuştin û çend hezar kurd avêtin zindanan?

Nuha di zindanên Erdogan da tam 12. 897 girtiyên ”terorîst” (!)hene.

Heger Erdogan di ”uzurxwestina” xwe da samîmî bûya dibê îro 12. 897 girtiyên kurd ne di zindanên Tirkiyê da bûna.

Heger Erdogan di ”uzirxwestina” xwe da samîmî bûya balafirên wî ewê li Çelê bi tonan bombeyên jahrî bi ser gerîlayên kurd da nebarandana û bedenên 36 keç û lawên kurd nekirana rejik.

Netîce, rejîma kemalîst ji ber kîjan sebeban qetlîama Dêrsimê kiribe, hukûmeta AKP-ê jî ji ber eynî sebeban ev 9 sal in eynî zulmê û eynî qetlîaman dike.
 Lê Erdogan ji bo ya CHP-ê ”uzir” û ji bo ya AKP-ê jî alîkariyê dixwaze..

22 november 2011

Sipasiyeke ez ne li hêviyê bûm

Min îro ji Heyva Sor a Kurdistanê nameyeke sipasiyê girt. Min hinek pere ji bo alîakriya gelê Wanê şandibû ji Heyva Sor a Kurdistanê ra. Îro dema ez ji kar hatim mal, min dît ku wa ye ji min û lawikê min Serhat ra nameyên sipasiyê şandine.
Ez gelkî kêfxweş bûm.
Li Swêd sipasiyên nivîskî adet e. 
Gava meriv alîkariyê bi rêxistinekê ra dike nameyeke sipasiyê ji meriv ra dişînin. Diyar e yên me jî wa ye ji vê kulturê muteesîr bûne. Tiştekî pir baş e.

 Name wiha ye dest pê dike:

”Em yên Heyva Sor a Kurdistanê sipas dikin ji bo alîkariya we ya ji bo gelê me yê Wanê ku di erdhejê da zirareke mezin dît. Saziyên gelê Kurdistanê bi yekîtî û piştgiriya gelê kurd bi hêztir û xurttir dibin….
Serkeftin ji bo we. Silav û rêz
Serokê Heyva Sor a Kurrdistanê yê Swêd
Şehmûs Akan”

Gelek sipas ji bo nameyê.

XXX
Dosta kurdan ya hêja û xanima serokkomarê Fransayê yê kevn François Mitterrand û Seroka Weqfa Azadiyê Danielle Mitterand, li Parîsê li nexwexşaneya Georges-Pompidou çû ser dilovaniya xwe.
Danielle Mitterand, dosteka kurdan ya gelkî hêja bû. Xwe weke daiyaka kurdan didît. Di sala 2010-an da peykerê wê li Helepçeyê hate danîn.
Danielle Mitterand, di axaftina xwe ya di Parlementoya Herêma Kurdistanê da gotibû, “Kurdistan welatê min e.”
Danielle Mitterand, ji bo miletê kurd pir xizmet kir, di hemû rojên kurdan yên teng û tarî da tim weke dayikeke kurd li ba kurdan bû. Û loma jî tirk gelkî jê aciz bûn.
Bira gorra wê buhşt be…

XXX
Ez operasyonên vê sibehê li 16 bajaran li hemberî kurdan hatin kirin bi şîdet şermezar dikim. Tu bingeheke van operasyon û girtinan ya bi heq û huqûqî tuneye. Hemû operasyon û girtinên siyasetmedarên kurd bi emrir û fermana Erdogan tên kirin.
Erdogan dixwaze tevgera kurd ya demokratîk û legal tasfiye bike. Ev, êdî pir vekirîye.
Ji ber ku Erdogan ji tevgera kurd ya demokratîk û legal pir û pir aciz e û dixwaze tasfiye bike.
Loma jî Erdogan, bi bêhuqûqî û zorbatiyeke mezin xelkê dide girtin û davêje zindanan.
Ez van operasyonên li dijî kurdan bi şîdet protesto dikim û bang li hemû kurdan dikim ku ew jî li dijî vê zorabtiyê derkevin û vê terora Erdogan û hukûmeta AKP-ê protesto bikin.


XXX
Li 16 bajaran terora Erdogan ya saxîkirin û binçavkirinê...
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, do bi şev bi Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Cîgirê Serokê Koma AKP'ê Mahîr Unal û Misteşarê MÎT-ê Hatan Fîdan ra li avahiya Serokwezîrtiyê cihê cihê civiya bû. Diyar e ji biryarên civînê yek jî ev pêla t...ewqîfatê ye. Lê helbet biryar ne ev tenê ye. Birayar, girtina hemû siyasetmedarû kurdên welatparêz e. Lê ji bo ku bi carê da bi hezaran însanî negrin, peyder pey digrin. Ji bo ku zêde olan nede.
Wisa xuyaye ku Erdogan bêyî kurdên AKP-yî biryara girtina hemû kurdên welatparêz daye. Ji ber ku bêyî wan berê xwe daye hemû siyasetmedar û kurdên welatparêz.
Lê gava îşê wan qedand, dor ewê were wan jî. Ev îş wiha ye.

Sibe ewê dor were we jî...

Operasyonên vê sibehê yên li hemberî siyasetmedar û abûqatên kurd ez gelkî bêhuzûr û aciz kirime.
Cergî min bûyer bihîstiye bîna min pir teng e. Ji hêrsan li ser serê xwe digerim.

Herçiqas fizîkî dûrî bûyerê me û nehatime girtin jî, lê psîkolojîkman ez xwe di nizareta Diyarbekrê da his dikim.

Ev zulm û çavsoriya Erdogan bi min pir zor tê…
Û ji ber ku ez nikanim vê zulm û terora pir qebe ya li ser gelê xwe rawestînim ya jî kêm bikim pir pê diqeherim.

Ev terora ku ev demeke di bin navê KCK-ê da li hemberî kurdan tê meşandin Almanyaya salên 1930-î ya dema naziyan tîne bîra meriv. Hemû cihû hedefa naziyan bûn.

Li Tirkiyê jî wiha bûye. Êdî kurdbûn tahlûkeya herî mezin e. Kî ji xwe ra bibêje ez kurd im û nebe zilam û şelafê AKP-ê û Erdogan hedefa hukûmetê ye, tê terorîze kirin û girtin.

KCK, PKK vana hemû bahane ne, kî doza mafê kurdan bike, AKP li dijî wan e.
Îro PKK. KCK xurt e loma jî berê diçin ser wan, dixwazin berê wan biqedînin.
Heger ne BDP, HAK-PAR wiha xurt bûya, ewê eynî tişt biniyana serê wan jî.

Dema PKK, KCK û BDP qedandin, îcar ewê berê xwe bidin Bûrkay û hemû kurdên din, kurdên ku îro li hemberî vê terorê xwe kerr û lal dikin…

Erdogan dixwaze berê yên xurt ji ber xwe da bixîne, dû ra ewê dor were ser yên zeîf jî.
Loma jî bêdengiya li hemberî vê terora hukûmeta AKP-ê şaşiyeke pir mezin e, dibê hemû hêz û kesên welatparêz li hemberî vê terora AKP-ê dengên xwe bilind bikin.

PKK, BDP serxwebûnê, federasyonê, heta otonomiyê jî naxwzin. Tenê dibêjin hebûna kurdan û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bikin û Ocalan berdin ya jî şertên wî baştir bikin temam e.

Lê hukûmet dîsa jî qebûl nake û dixwaxe wan bi şer ji ortê rake, wan digre, dixe davêje zindanê.
Lê eynî hukûmet bi Kemal Bûrkay ê ku federasyonê dixwaze ra rûdine, fikrê wî digre û pê ra xoşbêşê dike.

Ma ne dibê Bûrkay û hemû kurdên ku nabêna wan û hukûmetê baş e bifikirin, bibêjin ev çi mesele ye yaho, ma ev hukûmet çima wiha dike?

Li alîkî kesên ku otonomiyê jî naxwazin davêjin zindanan, dikujin, lê bi me ra , bi kesê federasyonê dixwaze ra jî civînan çêdike, nabêna xwe xweş dike.
Ev rewş bi xwe gelek tiştî dibêje.
Dibê kurd vê şêla hukûmetê ji Erdogan bipirsin.

21 november 2011

Kurdan dev ji "dewleta netwî" bernedaya

Serokê BDP-ê Demirtaş di hevpeyvîneke xwe da gotiye, ”Yê dewleta paralel ava dikin ew( yanî hukûmeta AKP-ê ye.)in. Me dev ji dewleta rastîn berdaye, emê ya pararel çi bikin. Kurdan di netîceyê da dev ji dewleta netewî berdaye. Em ne li pey avakirina dewleteke netewî ne…”

Birêz Demirtaş, tiştê tu dibîjî ne rast e, kurdan ”dev ji dewleta netewî” bernedaye, te û partiya xwe dev jê berdaye.

Loma jî nebêje ”kurdan dev ji dewleta netewî berdaye”, bibêje min û partiya xwe û Abdulah Ocalan dev jê berdaye.

Lê mafê te tuneye tu li ser navê kurdan van gotinan bibêjî.
Te dev ji ” Kurdistanê û dewletê” berdaye, lê min bernedaye, ez hîn jî Kurdistaneke serbixwe û dewleteke kurd dixwazim.

Û ez bawer dikim ku ne ez tenê, bi milyonan kurd, heta piraniya PKK-ê û KCK-ê jî weke min difikirin û ew jî dewleteke kurd ya netewî dixwazin.

Loma jî mafê te tuneye tu li ser navê hemû kurdan tiştekî wiha bibêjî, tu dikanî tenê li ser navê xwe û partiya xwe bipeyive û dîtin û daxwazên xwe bibêjî.

Lê nebêje kurd ”dewleteke netewî naxwazin, ev îdîa him ne rast e û him jî ne mafê te ye ku tu wiha bibêjî.


XXX
Xwendevanekî bi navî Gotyar Bazidî, di facebookê da ev nivîsa min ya jor rexne kir. Rexneya wî li jêr e.

"Gotyar Bazidî: ev nêrin û shiroveyeke erzan e, serok Demirtas di chapemenîyêde li hember raya gishtî nikare gotineke wisa bike,
û ya din jî ji meriva tê pirsîn ; te gote chi ; min gote te dewletê dixwazim hm tu bi nasameya xwe tuneyî, zimanê xwe tuneyîi, di destura bingehînde tuneyî, her alîyê te dagirker henin, berî tu van yekan bibînî tu dewletê diwazî..."

Ev nivîa jêr jî bersîva min e.. Gotyar Bazidî, heger ne bi qasî te be jî lê ez jî piçekî rewşa Tirkiyê û ya kurdan dizanim.
Min negotiye bira Demirtaş bibêje, ”ez dewlet û Kurdistaneke serbixwe dixwazim.”
Bi rastî ew çi dixwaze dibê wê bibêje, ev mafê wî ye.

Lê ez dibêjim bira nebêje ”kurdan biryara xwe daye, kurd dewleteke netewî naxwazin.”
Ev, him şaş e û him jî ne rast e.

Ji ber ku îro him gelek kurd û him jî hin partiyên kurdan fesderasyonê dixwazin.
Demirtaş bi viya dizane.

Ma qey ev partî û kesên federasyon û serxwebûnê dixwazin ne kurd in?
Ma Demirtaş ji hemû kurdan îmze girtiye, ya jî referandûm daye çêkirin ku dizane kurd ”dewleta netewî” naxwazin.

Ji dêlî ku bibêje ”kurd dewleta netewî naxwazin”, dikane bibêje, ”weke her miletî serxwebûn û dewleta netewî helbet mafê kurda ye jî. Lê em bi xwe weke partî viya naxwazin, em dixwazin bi tirkan ra bijîn.”

Demirtaş bi tu hawî ne mecbûr e ku garantiyê bide tirkan û bibêje kurd ”dewleta netewî” naxwazin.

Çima tirk, ereb, faris dixwazin çima emê nexwazin?
Demirtaş dikane vê pirsê ji tirkan bike, bibêje qey dewlet ji we tirkan ra heq e, ji kurdan ra qebhet e?

Demirtaş û partiya wî îro wiha difikirin lê sibe şert dikanin werin guhertin û belkî partiya wî jî dev ji vê siyasetê berde.

Yanî bi baweriya min mesele ne ji ber şertan û mecbûriyetê ye. Meriv dikane bi sed şiklî bersîva vê pirsê bide, bêyî ku bibêje ”kurd dewleteke netewî naxwazin” û daxwazeke wiha weke dînîtiyekê, weke qebhetekê nîşan bide.
Mesele îdeolojîk û bawerî ye.
Lê dibê meriv vê bawerî û îdeolijiya xwe neke ya hemû kurdan.


XXX
Fîlozofekî gotiye efendim, ”Yê biaqil aqilê xwe, yê biaqiltir aqilê kesên din jî bikar tîne.
Ê baş e dema aqil tunebe wê çi jahrê û çi qotikê bikar bîne?


XXX
Hûn nikanin xezîneyê li ruyê erdê bibînin.
-Ba mûmê vedimirîne, şewatê gurr dike.
-Dara ne di derdê xonçeyê(bûtikê) da be êzing e.

XXX
Camêrekî biaqil gotiye, "gotin gotin dişibe dermên(îlacê)di hindik da feyde tê dîtin.
Bi kurdiya fesîh meriv dibêje, "zimano leqleq, seriyo teqreq."

Fîsk: Çênebûna Kurdistanê trajediyeke

Rojnamevanên bi nav û deng, pisporê Rojhilata Navîn û nûnerê rojnameya İndependentê yê Lubnanê Robert Fisk, ji bo nasandina kitêba xwe ya dawî, ”Cenga Medeniyeta Mezin –Fetha Rojhilata Navîn” sê roj berê li Stenbolê bû.

Tirkan, Fîsk ji dest hev revandin, her kesî xwest aqilekî jê bigre û rewşa tirkan û Tirkiyê di pêşrorjê da ewê çawa bibe, jê fêr bibe…

Çimkî tirk girîngiyeke pir mezin didin dîtinên emerîkî û ewrûpiyan yên derbarê tirkan da û Tirkiyê da.

Ji ber ku xwe nezan û biçûk û ewrûpiyan jî zana û mezin dibînin. Û di vê baweriya xwe da zêde ne neheq in jî.

Loma jî Robert Fîsk, li Stenbolê beşdarî gelek civîn û programên telewîzyonan bû û çend hevpeyvîn çêkir.

Ji rojnameya Bîrgunê Onur Erem û Ali Şimşek, bi Fîsk ra hevpeyvînek kirine. Erem û Şîmşek, kapaxbûna Erdogan ya kovara Time jî, fena ku bûyereke pir mezin be ji Fîsk pirsîne, xwestina bizanibin gelo Fîsk di heqê vê bûyera mezin çi difikire, wê fêr bibin.
Herdu rojnamevanan ji Fîsk pirsîne, gotine:

”Û nîhayet bû kapaxa(yanî Erdogan) Time. Li Tirkiyê ev çend roj in ev mesele tê peyivîn.”

Fîsk, bi rengekî matmayî gotiye:
”Ez Time naxwînim. Ez texmîn nakim ku Erdogan jî dixwîne. Bi ya min Time kovareke virek e. Hûn çima wê hewqasî mezin dikin ku?
Tirkiye, tiştê berê ereban dikir dike. Hûn dipirsin, Emerîka di heqê me da çi got? Lê ereb êdî tiştên kovara Time çi dinivîsîne girîng nabînin. Lê Tirkiye hûn hîn girîng dibînin. Hûn hîn baweriya xwe bi çapemeniya Emerîka tînin, ev ehmeqîye.”


Û li ser pirsa guherîna li herêmê, gelo ewê çi tesîrê li kurdan bike, Fisk gotiye:

”Çênebûna Kurdistanê trajediyeke. Li vê coxrafiyayê dibê welatekî bi navê Kurdistan hebûya, bi Peymana Versaîlles. Lê belê ev yek çênebû. Çênebûna wê, trajediyeke mezin e. Ewê Ermenîstaneke hîn mezintir jî hebûya, ew jî nebû. Berpirsiyarê vê, siyaseta Emerîka ya îzalosyonê, serok Wîlson û peymana Sykes- Picot e.”

Bi rastî jî wisa ye, dibê nuha li Rojhilata Navîn dewleteke bi navê Kurdisatnê hebûye...


Çênebûna Kurdistanê trajediyeke pir mezin e. Loma jî tam ev 90 sal in ku miletê kurd ji bo avakirina Kurdistanê têkoşîneke bêhempa dide û di vê riyê da bi sedhezaran şehîd daye.

Trajediyeke din ya mezin jî siyasetmedar û serokên kurdan newêrin weke Fîsk bibêjin ”çênebûna Kurdistanê trajediyeke mezin e.”

20 november 2011

AKP li hemberî kurdan dolabên pir tahlûke digerîne

Di van 70 salên dawî da tu hukûmetê bi qasî hukûmeta AKP-ê bi plan û program û bi vê israrê nexwestiye tevgera kurd ya netewî bişkîne û ji ortê rake.

Miletê kurd rûbirûyê hukûmet û serokwezîrê herî tahlûke ye.

Ji Ataturk vir da tu serokwezîrî bi qasî Erdogan bi vê derecê najotiye ser kurdan û tevgera wan ya netewî û siyasî.

Ji Ataturk vir da tu serokwezîr bi qasî Erdogan nebûye dîktaror.

Erdogan, ji bo ku tevgera kurd ya netewî di warê leşkerî, siyasî, aborî û civakî da bişkîne, tasfiye bike di nava xebateke pir mezin da ye. Hemû organên dewletê ji bo vê yekê xistiye dewrê.

Yanî Erdogan dixwaze di her warî da liberxwedan û tevgera kurd ya netewî bifetisîne.
Û ji bo vê yekê jî her çekê, her metodê mubah dibîne.

Hukûmet ji bo gihîştina vê armanca xwe tevgera Gulen jî bi baş bikar tîne.
Loma jî cimata Gulen jî ji bo şikandina tevgera kurd ya netewî bi artêşê, MIT-ê û pûlisan ra mil bi mil dixebite.

Bi dîtina min cimata Gulen ji bo kurdan ji MIT-ê û artêşê jî pir tahlûketir e…
Zirara ku tevgera Guelen bi riya ”dîn” û meketêbên xwe dide kurdan ji zirarên artêşê, pûlis û MIT-ê pir û pir mezintir e.

Min nuha di ANF-ê da xwend, ji bo ku siyasetmedarên kurd nikanibin siyasetê bikin, hukûmet dixwaze dest deyne ser malê kurdan.

Wisa xuyaye hukûmeta AKP-ê bi girtinê û kuştinê nayê serî, nuha jî dixwaze qanûnekê derxe ji bo ku bi hêsanî dest deyne ser mal û milkên siyasetmedarên kurd.
Yanî dixwazin di warê aborî da jî kurdan bifetisînin.

XXX
Paşnavê gelek kurdan ” Turk” û ”Özturk” e. Lê ev cara pêşîye ku di facebookê da ez rastî paşnavekî ” Özkürt” hatim.

Xanimekê paşnavê xwe kirye ”Hêlîn Özkürt.”

 Naznav be jî, xweş e. Ez hêvî dikim ku ji gelek kurdên ku paşnavên wan ”Turk” û ”Ozturk” in ra bibe nimûne.

Ez ji kurdên nezan zêde gazanin nakim, lê kurdên ku xwe kurd dihesibînin û siyaseta kurdayetiyê dikin, endamên partî û rêxistinên k...urda ne, çawa hîn jî ji paşnavê ”Turk” û ”Ozturk” nerehet nabin û vî paşnavî naguherînin ez bi xwe fêm nakim…

Erê ya herî rast ew e ku dibê kurd hemû paşnavên tirkî biguherînin û bikin kurdî.

Lê paşnavên ”Turk” û ”Ozturk” ji ziman(yanî tirkîtiyê) wêdatir paşnavên îdeolojîk û nîjadperest in. Sebebê lêkirina wan heqaret û înkara miletê kurd e. Dibê tu kurdekî welatparêz van paşnavên nîjadperest qebûl neke.

PARVE BIKE