20 oktober 2011

Tiştê Ahmet Altan fêm nake...


Min ji vî Ahmet Altanî jî qet tiştek fêm nekir, di bin xêliya demokratbûnê û aştîxwaziyê da geh li nêhl dixe, geh li bizmêr dixe.

 Artêşa tirk Kurdistan tije leşker kiriye, li gund û çiayayên Kurdistanê bi sedhezaran leşker bicîh kirine. Ji dêlî ku li dijî hebûna vê îşxalê derkeve û bibêje miletê kurd rehet bihêlin, gav û saetê ji artêşê ra dibêje, ji bo çi hûn nikanin xwe biparêzin, ji bo çi hûn tên kuştin?


 Altan, dike nake, nikane qehremaniyên gerîlayên kurd qebûl bike, loma jî van çalakiyên gerîla tim bi kêmasî û şaşiyên artêşê ve girê dide.

 Altan, îradeya miletê kurd ya ji bo azadî û serxwebûnê fêm nake, naxwaze qebûl bike, loma jî zayiatên artêşê tim bi qusûrên artêşê ve îzah dike, dibêje hûn karê xwe baş nakin.

 Yanî hûn nizanin baş şer bikin, baş gerîla bikujin...

 Lê esas Altan baş dizane ku teknîk û artêşa herî bêqusûr jî nikane li hemberî bawerî û îradeya miletekî ya ji bo azadiyê xwe ragire.

 Ev yek li Wîetnamê, li Kubayê, li Çînê, li Fas, Tunis û Cezaîr û li hemû cîhanê wiha bûye, îrade, ezm û liberxwedana milatan, tim û tim zora artêşên herî mezin û xurt biriye.

 Li Kurdistanê jî eynî tişt e, artêşa tirk ji bo ku serîhildana kurdan bişkîne li hemberî gerîla hemû cûre taktîk û babarî bikar aniye, lê pere nake.

 Û heta ku miletê kurd negihîje azadiya xwe jî tu taktîk, tu teknîk û tu sîleh jî ewê pere neke.
Bîstûheft(27)salên borî îspata vê yekê ye.

 Ji bo şikandina PKK-ê û tevgera kurd ya netewî, deletê li vê cîhanê taktîk, teknîk û sîleha ku bikar neanîye nemaye, hertişt, her wasite hatiye ceribandin.

 Qedandina şer bi sîleh û teknîka nuh û bi şervaniyeke hîn profesyoneltir ne mimkûn e, bi dana mafên kurdan yê netewî mimkûn e.

 Roja ku dewletê heqê kurdan qebûl kir, şer ewê biqede û gerîla jî ewê li serê çiyan nemîne....

 Loma jî ji dêlî ku tu gazinan ji şervaniya artêşê bikî, dibê tu bibêjî ey dewlet, ey hukûmet, şer ne tu rê ye, mafê kurdan bidin û şer biqedînin.
                                                               XXX
Di zindanên Kurdistanê da cî nema, êdî girtiyên kurd sewqî aliyê tirkan dikin. Bi taybetî jî dişînin bajarên alî Derya Reş û hefsên ku girtî bi piranî neyarên kurdan e.

Bi vê tempoya tewqîfatan helbet ewê di hefsan da cî nemîne, di demek nêz da ewê têlên bi strî li dora Kurdistanê bigerînin û Kurdistanê bikin kampeke weke ya naziyan. Gava îdeolojî "nazîzim" û faşîzim be neteîce jî ewê here bigihîje wira...

 Û cîhan jî li vê zulmê temaşe dike.

 Ji ber ku hîn kara wan di tirkan da heye, roja ku kara wan nema, wê rojê ewê alîkariyê bidin kurdan.
                                                                         XXX
Derbarê bûyera Çelê û kuştina 24 leşkeran da di gelek kanalên TV-yên tirk da min li gelek pispor, zana, profesor û siyasetmedarên tirk guhdarî kir.

 Tiştê min dît, mesela kurd civata tirk rizandiye, kufukî kiriye, tu tiştek saxlem nemaye.

 Alim, zana, dîndar, profesor, pispor siyasetmedar hemû viran dikin, tu kes wezîfe û wacibê xwe yên dînî, alimî û pisporiyê bicî nayne, rastiyê û heqîqetê nabêje.

 Exlaq, moral û rstî li ba kesî nemaya, dema mesele dibe kurd û daxwazên kurdan, herkes dev ji alimî û heqîqetê berdide û dibe mîtoman.

 Çaresernebûna mesela kurd hemû siyasetmedar, elît, zana û alimên tirk kirine virekên basît.
Ji bo civatekê ev yek felaketeke mezin e.
X

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE