08 oktober 2011

Serpêhatiya du keran

Rojek li çolê kerekî bejî(kûvî) rastî kerekî kedî hat. Herduyan dest pê kirin li hal û demên hev pirsîn.

Kerê bejî, feqîro gelkî zeîf û bêtaqet bû. Vê rewşa wî ya xerab bala kerê kedî kişand, loma jî jê pirsî, got:

-Bira, ma çima tu wiha zeîf û jar î? Tu hestî û çerm maye.

Kerê bejî got:

-Bira, ez bi şev û roj li çol û çepala me, di nava daristanê da, li serê çiyan dijîm. Carnan çêre heye, carnan tuneye. Rojekê têr im, rojekê birçî me. Yanî jiyan li çolê ne rehet e. Ji serma zivistanê, ji berf û baranê, ji heywanên dirinde xweparastin ne rehet e.
Ji bo vexwarina qurtek av carnan em bi saetan dimeşin. Yanî jiyana me zilm e, nayê kişandin.

Kerê kedî bi quretî got:

-Wê demê halê me pir xweş e. Havînan em li mêrgan, di nava çayir û çîmenan da diçêrin, ji xwe ra kêf dikin. Zifistanan jî xwediyên me tu carî me birçî nahêlin, bi ka û ceh me xwedî dikin. Em tim ava paqij vedixwin, em di axurên germ da djiîn. Em ne sermayê dibînin û ne jî berf û baran li me dike.

Kerê bejî bi dilbijokî kesereke kûr kişand, got:
- Bavooo, çi jiyanek we ya xweş heye. Weleh hûn kêf dikin. Yê me ne tu hal e.
Piştî van gotinan, kerê bejî bi hustuxwarî da rê û çû.

Çend roj di ser ra derbas bûn, rojekê dîsa dema kerê bejî ji xwe ra diçêriya, li jêr cavê wî bi birakê wî, bi kerê kedî ked.

Kerê kedî barekî giran li piştê bû, bi zor bi kaşekî da kildikişiya. Di bin bêr da devê xwe dirêjî çend têl gîha kir. Xwediyê wî li pey dimeşiya, gelkî hers bû û ji para bi ço bi pê ket, nehîşt ker çend têl gîha bixwe.

Kerê bejî li hemberî vê zulmê matmayî ma, di dilê xwe got:

-Min jî dilê xwe bijandibû vê jiyanê… Bira ez zikekî têr yekî birçî bim, lê wiha ne bindest û êsîr bim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE