02 oktober 2011

Şansê hin kesan heye !

Li vê cîhanê hinek kes hene pir bi şans in, ji wan ra loto lê neketibe jî lê axirê taliya emrê wan baş hatiye.


Ji van kesên pir bi şans û bi siûd yek jî Qutbedîn Aliş e. Bi xêra xanimî û wefadariya Perwîn xatûnê mêrik qet kal nabe. Di 60 saliya xwe da jî hîn weke xortekî 40 salî xuya dike.


Do di şahiyê da Laleşê Qaso jî li hemberî vê xortmayina Qutbedîn matmayî ma û got:


”Dema ji min ra gotin Qutbedîn 60 saliya xwe pîroz dike ez matmayî mam, min ji xwe ra got, ”errrik,” a nuha Qutbedîn 60 salî ye? Bi rastî min digot belkî 40 ya jî li wan doran e. Axirê meriv nikane bawer bike ku ev camêr nuha 60 salî ye û hew…”


Bi rastî jî wisa ye. Camêr ne por weşandiye, ne kox bûye, ne pişt lê bûye nêk û ne jî rohniya çavan kêm bûye… Hîn weke xortekî 40 salî ye.


A do êvarî şahiya vî xortê 60 salî bû, weke heval, ez û xanim jî vexwendiyên şahiya 60 saliya wî bûn.



Berê me kurdan kesî bi rojbûna xwe nizanîbû, em ya yê ”sala berfa sor û ya jî yê berfa reş” ya jî yê sala ”qimil” bûn.



Îcar waye em êdî 60 saliya xwe jî pîroz dikin, yanî pêşketineke pir mezin e.



Ji şansê min ra do xeta diçû ciyê şahiyê rawestiya bû, me tam di 2 saet û îvan da xwe gîhande wir.


Yê min fena ku nifir li min bûbe, di demên wiha da tim gelşek ji min ra derdikeve. Ev qaîde do jî nehat guhertin.


Min li jor got, Qutbedîn yek ji kesên pir bi şan e ku rastî Perwîn xanimê hatiye.


Du sê roj berê, Perwîn xanimê telefonî me kir, got em dikin 60 saliya Qutbedîn pîroz bikin, hûn jî kerem bikin.


Me ezimandin bi kêfxweçî qebûl kir û em do çûn.


Lê berî çûyinê bi çend saetan ji bo pirsîna edresê, min telefonî Qutbedîn kir . Xwedê kir ku min direkt jê ra negot, min edresa herêmê jê pirsî.
Got ji bo çi ye, hûn dikin herin ku? Min fêm kir ku haya wî ji meselê tuneye, di wê nabênê da xanimê jî çavê xwe bi min ra qurç kir , got nebêje, belkî haya wî jê tunebe.


Di serî da devê min hinekî li ber hev ket, lê dû ra min got, em dikin ji bo lawikê xwe li xaniyekî binêrin. Ket serê wî û ji min ra çend alternatîf gotin.


Bi vî hawî ez nebûm sebebê îfşakirina surprîza Perwîn xanimê.


Min li wir jî got, ezê li vir jî bibêjim, min got Qutbedîn, xatirê Perwîn xanimê baş bizanibe. Mîze ji te ra çi şahiyeke xweş çêkiriye, hewqas dost û hevalên te anîne ba hev.


Min 40 jî qedand, 50 jî qedand û 60 jî qedand, weleh kesî gulek jî neda min. Loma jî rabe û rûna û şikiriya xwe bi Xwedê bîne ku tu rastî Perwîn xanimê hatiye.



Esas piraniya jinên kurd jêhatî ne, lê hinek agir û pizot in, pir jêhatî ne, di her tiliyeke wan d amarîfetek heye.



A Perwîn xanim jî yek jivan xanimên kurd e. Kê bîra xwe û pîrozkirina 60 saliya zilamekî kurd? Û him jî bi dizî û heta saeta dawiyê haya wî negihînê…



Ji bo tiştekî wiha jêhatîbûn û huner lazim e.



Bi hêviya ku tu carî ji hev aciz nebin….



Şeveke pir xweş bû, me gelek heval dîtin û tê ra xwe jî kêf kir.
Û ya herî baş jî di dawiya şahiyê da Cîranê min Mamoste wê şeva nîvê şevê em li çolê nehîştin, bi erebeya xwe em birin heta mal…



Ha dibê ez tiştekî din jî ji bîr nekim, çimkî di jiyana min da ev jî weke şoreşekê ye, min û Hêvî xanimê jî do bi şev cara pêşî bi hev ra dansa ewrûpî kir…

2 kommentarer:

  1. Heylooooo

    Welleh nuha jina min ji ew de beje binere heta Zinar ji bi jinika xwe re danse dike dive tu ji bi min re biki.

    SvaraRadera
  2. Ez merivekî pêşeng im, kî bide dû min û bi ya min bike tu carî zirarê nabîne...

    SvaraRadera

PARVE BIKE