25 oktober 2011

Rasîzma tirkan kurd hejandin

Ev du sê roj in tirkan kîn, nefret û rasîzma xwe baş nîşanî kurdan dan. Li hemberî vê nemirovî û rasîzma tirkan, kurd di şokê da ne.

 Hin pisporên dewletê û AKP-ê ji bo ku kurdan aş bikin dest bi demagojiya "efendim dibê meriv guh nede gotinên çend cahilên xwenezan", filan û bîvan kirin.

  Dixwazin kurdan sakîn bikin û vê rûreşiya çapemeniyê û medyaya sosyal zû veşêrin. Yanî naxwazin ev şêla tirkan ya dijminane û derî însaniyetê zêde belav bibe.

 Lê maskeya ser ruyê dewleta tirk, hukûmeta AKP-ê, medyaya tirk û miletê tirk ket û ruyê wan yê rastîn û dilê wan yê reş ji alî kurdan ve baş hat dîtin.

 Kurdan baş fêm kirin ku tirk di hundurê xwe da bi çavê mahrekî ku dibê serê wî were pelçiqandin li wan dinêrin.

 Xwezî kesên wiha difikirin tenê çend kesên bûna. Çi mixabin ku mezinên dewletê, bepirsiyarên kukûmetê di heq kurdan da wiha difikirin, wan ji xwe ra wekî neyarekî dibê ji ortê were rakirin dibînin...

Ji ber ku yên însanên tirk ji însaniyetê derxistine partiyên siyasî bi xwe ne, Erdogan, Gul, Arinç û Bahçelî ne, medyaya tirk e, sîstema perwerdeyiyê.

Çimkî îdeolojî û siyaseta dewleta tirk û ya hemû hukûmetan ya resmî înkar û îmhaya miletê kurd e. Armanca dewleta tirk ya esasî ew e ku bi riya asîmîlasyonê kurdan bihelîne, bike tirk.

Meriv çi biçîne wiya diçine, tirk zarokên xwe bi îdeolojiyeke nîjadperest û rasîst mezin dikin. Û ew jî dibin mirovên rasîst û faşîstên bêemsal.

Berê ”dewleta kûr” hebû, wê nedihîşt mesela kurd çareser bibe. "Dewleta kûr çû" nuha jî "medyaya kûr” heye, ev medya dixwaze xwîna kurdan vexwe, dixwaze artêş rojê bi hezaran însanên kurd bikuje.

Lê helbet medya, çapemenî ji xwe ber nehat vê rewşê, weke zarokên tirk, dewletê bi ço ew anî vê rewşê, kir medya û çapeniyeke nîjadperest û neyarê hebûna miletê kurd.


Bi saya siyaseta AKP-ê û MHP-ê ya nîjadperest û faşîst û medyaya tirk hewaqsî bû neyarê kurdan.
Hemû kanalên tirkan, hemû rojnameyên tirkan li hemberî kurdan kîn û nefretê belav dikin, weke mahrê kobra jahriyê enjekteyî dilê însanan dikin.

 Di kanalên xwe da bi şev û roj kuştin û perçeperçekirina bedenên gerîla weke fîlmên reqlamê nîşanî dê û bav û merivên gerîla didin.

 Ma zulm, rasîzim û faşîzmeke ji viya mezintir heye?

 Nivîsa Ekrem Dumanli ya do ji axaftinên wan nîjadperest û faşîstan gelkî xerabtir e.
Yanî mesela kurd civata tirk rizandiye, piraniya tirkan ji însaniyetê derketine û bûna cenawar, dixwazin xwîna kurdan vexwin.

 Bifikirin, bi çavên "terorîstan" li hemû nişteciyên bajarê Wanê dinêrin, ne çend kesan, ne gerîla û hin endamên BDP-ê, hemû însanên bajarê Wanê weke neyarê xwe dibînin, loma jî dixwazin hemû bajar ji ruyê erdê wenda bibe.

 Mirovên tirk dibêjin "tiştê hukûmetê nikanîbû Xwedê kir, înşelah eynî tişt were serê Diyarbekrê" û Şirnexê jî.

 Yanî bi kurtî, ev rasîzim û faşîzim netîceya siyaseta Erdogan, Gul Bulent Arinc, Çîçek , Bahçelî û kesên weke wan e...
                                                                           XXX


Sebebê vê nîjadperestiya tirkan ya dirinde û bêemsal hebûna mesela kurd e, heger kurd li Tirkiyê wiha nehatana înkarkirin, tirk jî wiha nîjadprest nedibûn.

 Gelşe ku tirk gelkî cahil hîştine û kirine nîjadprestên cîhanê yên herî zalim û hov çaresernebûna mesela kurd e, roje ku kurd bigihîjin azadiya xwe tirkê jî ewê bêtir bibin însan û rahma dilê wan jî ewê zêde bibe.

 Yanî bindestiya kurdan civata tirk ne tenê di warê aborî, civakî, zanistî û demokrasiyê da paşda hîştiye, di warê însaniyetê da jî ji însaniyetê dûr xistiye.


                                                                        XXX

 Kenê min hat, ji nuha û pêva di mufredata mekteban da ewê dersa însaniyetê jî bidin zarokan.
Mezinên ku ew bi xwe ne "însan" in, ewê çawa bikanibin dersa "însaniyetê" bidin zarokan?
Berî zarokan, dibê hinek dersa "însaniyetê" bidin mezin û siyasetmedarên tirkan, bidin Erdogan, Gul, Arinç, Çîçek, Bahçelî û hemû siyasetmedarên weke wan...


                                                                          XXX
Spîkera kanala Haberturkê Duygu Canbaşê, dema xebera erdheja Wanê da, got: "Deprem herçiqasî li Rojhilat, li Wanê be jî em bi vê xeberê xemgîn bûn.

" Helbet Duygu xanimê bêhemdî ya dilê xwe û hestê xwe yê rastîn da der, ev, li hemberî kurdan rasîzmeke pir barbar e.

Lê hestên Duygu Canbaşê û piraniya tirkan ev e, derbarê kurdan da ew wiha difikirin.
Bi şev û roj dua dikin ku top û bobelatake mezin were serê kurdan û hemû kurd bimrin. Tirk vê rastiyê înkar bikin û bibêjin ne wiha ye jî piraniya kurdan wiha his dikin û bawer dikin. Û ji xwe ya girîng jî ew e ku kurd xwe çawa his dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE