18 oktober 2011

Li alîkî êş li alîkî terora Erdogan...

Roja pênşemiyê gava ez emeliyat bûm tuxtor got ew hêvî dikim ku di nava 4-5 rojan da ezê werim ser xwe.

Lê weke hertim bêşnsiya min dîsa xwe nîşan da û emeliyata min weke tuxtor got baş derderbas nabe.
Piştî emeliyatê ciyê birînê werimî û zikê min û dora birînê bû weke kerikonekî reş û êşeke mezin heye.
Do ez çûm acîlê, tuxtor hebeke nuh da min. Nuha min ew girt. Ev hebe bêtir bi tesîr e, ezê êşê zîde his nekim.

Di normalê da dibê ez li ber kompîtorê rûneştekî nenivîsînim. Lê ez bi xwe nikanim, di nabênê ra carnan tiştên biçûk dinivîsînim.

Bîstek berê min di kanaleke telewîzyoneke tirk da li Hasîp Kaplan guhdarî kir. Kaplan, hêviya xwe ji hemû qanûn, edalet, heq û huqûqa Tirkiyê birî bû û got, li Tirkiyê ji bo kurdan "anûn tuneye."

Ev tespîteke rast e. Bi dîtina min jî li Tirkiyê dewlet, hukûmet, sîstem, edalet, perewerdeyî, pûlis, artêş welhasil her tişt li dijî miletê kurd e, hemû dezgehên dewletê kurdan weke dijminekî dibê ji ortê were rakirin dibînin.

Ev şêla dewletê ji avabûna Komara Tirkiyê ve wiha ye lê piraniya kurdan ev yek nedidît, nuha dîtin, dibînin.

Hin kurdên AKP-yî û hin kurdên mamûrên hukûmetê ne tê da êdî her kurd dibîne ku ev dewlet bi çavê neyar li wan dinêre û dixwaze kurdan weke milet tune bike.

Ji bo ku kurd Kurdistaneke serbixwe biparêzin û ev daxwaz li ba wan xurt bibe, dibê baweriya wan bi tirkan û dewleta tirk nemîne.

Kurd nuha hatine vê nuxteyê, êdî her kurd dibîne ku ev dewlet, ev sîstem û hukûmeta AKP-ê ne ya wan e jî.

Ji bo dewletê û hukûmeta AKP-ê di nabêna Ocalan û Leyla Zanayê da, di nabêna gerîla û siysetmedarekî BDP-ê da qet ferq tuneye, pîvaz ha sor ha spî qet ferq nake, hemû jî dijmin in û dibê bi hawakî ji ortê werin rakirin.

Ji ber ku Erdogan bi vî çavî li kurdan dinêre loma ferman li kurdan rakirye, rojê li dora 100 kurdî digre bin çavan.

Tevgera kurd hatiye nuxteyeke wiha ku êdî tirk nikanin nêt û siyaseta xwe ya rastîn veşêrin, çi difikirin wiya dikin.

Berê dema tevger zeîf bû, tahlûke tunebû tirkan siyaset, nêt û palanên xwe yên derbarê kurdan da vedişartin.

Lê îro ne wiha ye, kurd bi daxwazên xwe her roj li qadane, daxwazên kurdan yên netewî û siyasî xwe ferz dikin. Hukûmet êdî nikane ruyê xwe yê rastîn veşêre û bi hin gotinên vala kurdan bixapîne.

Êdî ya tiştekî dide ya nade, ya berdide ya dixe hefsê. Wekî din tu rê tuneye. Ev barbarî û êrîşên AKP-ê yên faşîzane ji ber vê tê.

Êdî ne MHP tenê, AKP jî êdî weke partiyeke faşîst hereket dike, Erdogan û Atalay jî êdî bi devê Bahçelî dipeyivin.

Ne kêr,  dîmenên zulmê û terora Erdogan ya li ser gelê min ê mezlûm nahêle birîna min bicebira...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE