27 oktober 2011

Kurd ne mecbûr in minettarê dewletê bin

Em kurdên Kurdistana Bakur ne xwedî dewleteke serbixwe ne, em hemwelatiyên Tirkiyê ne. Bi dana bacê(zikat,vergî) û çûna leşkeriyê li hemberî civakê û dewletê em berpirsiyarî û wezîfeyên xwe yên hemwelatîtiyê tînin cî.

 Li hemberî vê dibê dewlet jî ji me ra xizmetê bike û di dema felaketekê û di rojeke me ya teng da were hawar me, bi me r aalîkariyê bike.

Lê di erdheja Wanê da ev 5 roj in ez bala xwe didimê him dewlet û him jî miletê tirk, alîkariya ku bi kurdan ra dikin ji xwe ra mezinayî û ji kurdan ra jî dikin minet. Dixwazin ku kurd ji bo vê alîkariya wan, dest û nigên wan ramîsin û ji wan ra herin şejdeyê.
Halbû alîkariya dewletê tiştekî herî normal e, ji xwe wezîfeya dewletê ye, dibê bike. Me bi salan baca xwe daye dewletê ji bo rojeke wiha.

Lê dewlet vê alîkariya xwe li sere kurdan dike minet û dixwaze ku kurd û siyasetmedarên kurd bi dengekî bilind sipasiyên xwe pêşkêşî dewletê û hukûmetê bikin.

Û hinek kurdên me jî li ser gazinên hukûmetê, dewletê û civatê dest bi şelafiya “biratiyê” dikin û sipas û ha sipas…

 Li Swêd erdhej çênabe, lê gelekê caran aşît radibe û gelek bajar û gund muhtacî alîkariyê dibin û dewlet jî alîkariyê dike.

Dewleta li vir pir profesyonel û organize ye, tavilê xwe digihîne gazî û hawara hemwelatiyên xwe.

çi felaket dibe bira bibe, dewlet nahêle swîl nêz bibin û xwe tevî karê dewletê kin. Dewlet bi însanên profesyonel çi hewce be dike.

Lê min qet nedîtiye ku dewleta swêd ya jî hukûmet vê alîkariya xwe weke fedekariyekê bibîne û li sere milet bike minet.

Çimkî dewlet ji bo rojeke wiha heye, hemwelatiyan ji bo kirina vî karî, vê alîkariyê baca xwe dane dewletê, loma jî dubê dewlet bike.

 Mineta vê tuneye.

 Gava rojekê swêdiyek li welatekî din îşek were serî, ya jî qezayekê derbas bike, dewlet tavilê bi helikopter û ekîbên xwe diçin alîkariya hemwelatiyê xwe û wî tînin Swêd.

 Lê li Wanê tam 5 roj di ser erdhejê ra derbas bûne, hîn kî bara bara milet e alîkariyê dixwaze.

A dewleteke wiha paşdameya, primitive û ne modern di ser van kêmasiyên xwe da jî alîkariya derva red dike, dibêje em ne mihtacî alîkariya kesî ne.

 Hinek dibêjin sebebê vê redkirina alîkariya derve “xurûr” û nasiyonalîzma tirk e lê pir nakeve sere min, heger para vê nîjadperestiya Erdogan û ya Davutoglu hebe jî esas mesela kurd e, ji ber ku erdhej li Kurdistanê bû û yên di bin xerabeyan da mabûn kurd bûn, loma jî mirin û nemirina wan pir ne girîng bû.

Û ya din jî mesela siyasî bû, nexwestin kurd zêde nêzî hev bibin û cîhan rewşê bibîne.

Lê axirê sebeb çi dibe bila bibe di rojeke wiha da redkirina jiyanekê ne şêleke rast û însanî ye….
Lê ji ber ku li hemberî kurdan hatiye kirin tu kesê nikanibe ji berpirsiayran hesabê vê bêxemî û sersariyê bipirse…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE