09 oktober 2011

Kurd êdî dîroka xwe dinivîsînin

Lawikê min Serhat xwendevanekî zanîngehê ye, li ser Xoybûnê tezekê hazir dike.

Do kitêba Rohat Alakom ya li ser Xoybûnê(Rêxistina Xoybûnê û Serîhildan Agiriyî)nîşanî min da û got, bavo, ma tu nivîskarê vê kitêbê nas dikî?

 Min got erê, Rohat hevalê min e, ez baş nas dikim.

 Got ez dixwazim wî bibînim û hin pirsan jê bikim û heger hebe hin belgeyan jê bistînim.

 Gelkî kêfa min hat, min got baş e.

 Min rabû telefonî Rohat kir û me li hev kir ku em îro hevûdu bibînin.

Piştî nîvro me hevdu dît. Li gel ku min jê ra negotibû, lê Rohat camêr dîsa bîr biribû û hemû dokuman û belgeyên li ba wî hebûn, hemû bi xwe ra anîbûn.

Merivên lêkolîner wiha ne, dizanin ewê çi bikin...

Me li dora saetekê sohbet kir, sohbeteke pir xweş bû.

Serhat, pirsên xwe jê kirin û hemû belgeyên xwe jî kirin çentê xwe û em bi kêfxweşî rabûn.

Xwepêşandana li dijî rejîma Sûriyê hebû. Meşê saet di 14-an da destpêkiribû. Em li dora saetekê dereng mabûn lê tişt nedibû.

Em çûn gihîştin ser xwepêşandanê. Li gorî meşên berê, îcar qelebalix baş bû, gelek însan hatibûn. Me li ciyê xwepêşandanê him gelek dost û heval dîtin û him jî kîn û nefreta xwe ya li dîjî rejîma Esed û qatlên şehîd Meşel Temo anî zimên.

Her ku miletê kurd nêzî azadiya xwe dibe, rejîmên xwînmij jî bêtir har dibin û dest bi cînayetên bi vî rengî dikin.

Dijmminên me bi cînayetên wiha dixwazin çavên kurdan bitirsînin. Lê karwanê azadiyê yê miletê kurd care ketiye rê, tu hêz, tu teror û cînayet ewê nikanibe vî karwanî rawestîne….

Li vir, ez dixwazim him li ser navê Serhat û him jî li ser navê xwe careke din sipasî birayê xwe Rohat Alakom bikim ku îro hewqas xweta xwe da me û bi comerdiyeke pir mezin bû alîakrê lawikê min Serhat….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE