17 oktober 2011

Kêrê êdî hestî jî buhurand

Şeş (6) parlamenter û 12 serokên belediyên BDP-ê di hefsê da ne. Diyar e Erdogan poşman bûye ku destûr daye beşdariya BDP-ê ya hilbijartinan. Loma jî parlamenter û şarederan yeko yeko ji wezîfê digre û davêje zindanê.

Li Tirkiyê îro rejîmeke OTOKRATÎK heye û hukumdarê vê rejîma OTOKRTÎK jî Erdogan e.



XXX


Erdogan li hemberî kurdan çima hewqasî zalim û bêmerhemet e?
Ji ber ku neheq û zeîf e.

 Ji ber ku naxwaze kurd weke kurd bimînin, loma jî hebûna kurdan û zimanê wan nas nake û dixwaze bi terorê, bi girtin û kuştinê kurdan bike tirk.



XXX



Li Qibrisê bi îşkenceyeke mezin lawê wan ê leşker kuştin û di şînê da jî êrîş birin ser malbata xortê kuştî çend kes birîndar kirin.

 Her kurdê ku ji xwe ji xwe ra dibêje ez kurd im û heger hinek xweî ûjdan û xwedî xîret be dibê li hemberî vê zulma hukûmeta AKP-ê bêdeng nemîne.

 Ne kurdên BDP-ê tenê, dibê kurdên di nava AKP-ê da, parlamenter û birêvebirên AKP-ê û hemû karkir û programîçêkirên TRT6-ê jî êdî vê zulma li ser gelê xwe, li ser xwşik û birayê xwe qebûl nekin û vê zulmê protesto bikin.

 Li kêlek vê zulma hukûmetê mamûrtiya ji TRT6-ê ra êdî kufur e, dibê meriv qebûl neke. Helbet ez vê yekê ji bo kesên welatparêz dibêjim.



XXX



Hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan herbeke mezin îlan kiriye. Ev girtinên bi girseyî û terora tê meşandin nîşan û îspata vê herba mezin e.

 Li hemberî vê herba dewletê dibê kurd jî seferbegligekê îlan bikin, dibê hemû partî, dezgeh, komele, rêxistin û şexsiyetên kurd xwe bidin ser hev û li dijî van êrîşan rawestin.

 Siyasetmedarên weke Tarik Ziya Ekîncî, Kemal Bûrkay, Şerafetîn Elçî û hemû nivîskar û edîbên kurd dibê dengê xwe bilind bikin.

 Kadirên di TRT6-ê da û di zanînangehan da dixebitin, hemû prafesorên kurd dibê vê zulmê qebûl nekin û li dij derkevin.

XXX

Heta nuha li Tirkiyê hemû îdeolojî xiloxwarî û belovacî bûn. Komînîst, sosyalîst, lîberal, dîndar yek jî ne weke hempayên xwe yên cîhanî û ne rast û dirst bûn. Hemû jî oportunîst û xwedî siyaseteke dubelmoral û şoven bûn.

 Kurdan bi bi xebat, têkoşîn û xwîna xwe durûtiya hemû îdeolojiyan eşkere kir û pir hindik berê hemûyan jî da ser riyeke rast.

 Wê rojê ji cepheya dîndaran Cemal Uşşak li ser kurda...n nivîseke baş anivîsî û got me dîndaran neheqiyeke mezin li kurdan kiriye û me heqê wan neparastiye.


 Do jî Îhsan Dagi di quncikê xwe yê rojnameya Zamanê da qebûl dike ku li miletê kurd neheqiyeke pir mezin bûye û di vê neheqiyê da para dîndaran jî heye, ya jî bêdeng mane.

 Îhsan Dagi dibêje, bi taybetî jî nuha, dîndar him di warê aborî da û him jî di warê siyasî da xwedî hukum û îktîdar in û lomajî êdî weke berê nikanin bibêjin tiştek ji destê me nayê, em jî bindest in.
Bi kurtî vana gavên baş in. Lê ev guherandin hemû bi saya xebata kurdan bûye û dibe.

Têkoşîna kurdan li Tirkiyê hertiştî cîbicî û rast dike, dîndaran, sosyalîstan, komînîstan û lîberalan ji bin tesîra şovenîzmê derdixe û tîne ser xeteke rast. Lê hîn pir lazim e, ev destpêk e.
XXX

Li gora medyaya tirk dinivîsîne wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ji wezîrê derve yê Îraqê Zebarî ra bi tehdîtwarî gotiye:

 ”Dibê hûn PKK-ê ji ser axa xwe paqij bikin, heger hûn nekin emê bikin.”

Mesajeke hîn serttir jî Erdogan ji Malikî ra şandiye, Erdogan jî gotiye, ”Êdî sebra me nema. Heger hûn nikanin paqij bikin emê bikin û dema me kir jî nekin ax û of û gazinan nekin.”

 Ev mesajên Erdoga...n û Davutoglu nîşan didin ku nêta hukûmetê û çareserkirina mesela kurd tuneye, heger hebûya ewê bi vî rengî di şer da israr nekirana.

 Hukûmeta AKP-ê ne li dû çareseriyê, li dû qedandinê ye.
Çapemenî tenê tehdîdên Erdogan û Davutoglu dinivîsîne, gelo li hemberî van tehdîdên tirkan Zebarî çi gotiye tiştekî nabêjin. 


 Lê ji van tehdîdên Erdogan û Davutoglu jî fêm dibe ku hukûmeta AKP-ê bela xwe ji kurdan venake, kîn û nefreta Erdogan ya li hemberî kurdan ewê bibe sebebê şerekî mezin.

 Vaye îro Gul jî çûye ziyareta leşkerên ser sînor û morala şer daye wan. Ev jî nîşan dide ku tirk dixwazin careke din xwe biceribînin.

 Şêle hukûmeta Îraqê ya merkezî ne li dijî êrîşê ye, tenê kurd li dij in. Îcar dijayetiya kurdan tenê gelo ewê kanibe vê êrîşa Tirkan bisekinîne ya na hîn ne diyar e.

 Hukûmeta AKP-ê nuha li hemberî kurdan siyaseteke tam faşîst û pir dijminane dajo. Erdogan dixwaze tevgera kurd bişkîne û kurdan teslîm bigre. Siyaseta hukûmeta AKP-ê îro li hemberî kurdan dimeşîne ji ya MHP-ê gelkî xerabtir e. Di warê îdeolojîk û siyasî da şêla Erdogan, Gul, Davutoglu û Atalay ya li hemberî kurdan ji ya Bahçelî ne baştir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE