09 oktober 2011

Hewqas jî mexrûr nebe birêz Ahmet Altan!

Du roj berê Ahmet Altan nameyeke Mûrad Karayilan weşand. Altan, bi nameyê ra çend rêz jî weke pêşkêşî nivîsandiye.



Di van çend rêzên pêşkêşiya nameyê da Ahmet Altan li hemberî Karayilan bêhurmetî, bêedebî û ûqelatiyeke pir mezin dike.



Uslûba wî ji ya merivekî kamil û nefsbiçûk e bêtir, wek ya merivekî şoven û cahilekî ku xwe di neynika dêwan da dibîne.



Ahmet Altan, nameya Karayilan bi van gotinên jêr yên bêhurmet û ûqela pêşkêş dike, dibêje:



”Lîderê PKK-ê yê Qendîlê Mûrad Karayilan îro mîvanê me ye. Nameyeke dirêj nivîsîye, em nameyê bi temamî diweşînin. Ji bo ku me ew kire mîvan, li gorî ”toreyên me” , hurmeta ku mîvanekî giranbuha heqkiriye, em nîşanî wî jî didin û nakevin minaqeşeya , ”erê tu wiha dibêjî lê eslê wê ne wihaye…”



Bala xwe bidin quretî, pozbilindî, mexrûrî û bêhurmetiya li hemberî Karayilan ya di van gotinan da…



Gotiye, ”li gorî toreya me”, hurmeta ku ew nîşanî mîvanekî giranbuha didin, ji ber ku Karayilan kirine mîvan, ji mecbûrî ewê nîşanî wî jî bidin…



Yanî Ahmeta Altan di van rêzên jorîn da dibêje, esas Karayilan ne hêjaye ku meriv nameya wî biweşîne û hurmetê nîşanî wî bide, lê ji ber ”toreya ” wan, yanî mezinayî, urf û adeta tirkan, ew nefsbiçûkiyê dike û tiştekî ji Karayilan ra nabêje û wî pîs nake.



Viya nake, ji ber ku ”toreya wan” destûrê nade vê yekê, ne xwe ewê Karayilan ”rezîl” bikira…



Ev quretî û uslûb, ne uslûba merivekî kamil û û demokrat e, uslûba ferdê hêzên kolonyalîst e. Ferdên welatên kolonyalîst li hemberî însanên miletên blindest xwe wiha mezin dibînin û pozbilindiyên wiha dikin.



“Ji ber toreya me!



Breh breh, biçirîne….
Çi “tore”, çi “tore” yekî nizanibe ewê bibêje qey rast e…



Tiştê ez dizanim di “toreya” tirkan da heq, huqûq, edalet, nefsbiçûkî û xweşbînî tuneye, tenê îşxal, talan, teror, kuştin, înkar û qetlîam heye.



Dîroka Osmaniyan û ya komara Tirkiyê şahidê vê “toreya” we ye. Li cîhanê we bi dehan milet û ziman qetil kirine.



Li cîhanê bêyî tirkan di “toreya” tu miletekî din da înkara miletekî û zimanekî tudneye, tenê hûn xwediyê vê kulturê, vê "toreyê" ne.



Di vê sedsalê da hûn miletekî hewqasî bêkultur û dinyanedîtîne ku parlamenter û wezîrên we di binê nêrdiwanên parlamentoyê da disekinin û li şeqên jinên parlamenter temaşe dikin. Min îro di malperekê da xwend. Ev “spiyoncîtiya” şeqên jinan hewqasî pêşda çûye ku jin êdî mecbûr mane ku vê yekê eşkere bikin.



Şansê tirkan heye, bavê Ahmet Altan zarokê mahcirekî ji Bûlgarîstanê û diya wî jî kurdeke soran e, lê ew xwe tirk dihesibîne û ji me ra qala “toreya” xwe mezin û bi tolerans dike.
Ev îş bi viran nabe, pratîk li ortê ye...



.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE