11 oktober 2011

Hela bala xwe bidin vê sosiretê!

Min nuha di Roj TV-da li bîranîna çaremîn sala wefata Mehmet Ûzûn temaşe kir. Malbata Ûzûn û grûbek dost û hevalên wî li ser gorra wî ew bibîr anîn.
Rahma Xwedê lê be.

 Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Şêxmûs Sefer, şair Hîcrî Îzgoren û nivîsakr Şeyhmûs Dîken peyivîn. Belkî hin kesên din jî peyivîn lê telewîzyonê zêde nîşan neda.

 Serokê Komeleya Nivîskaran Sefer bi çi zimanê peyivî min baş fêm nekir, lê şair Hîşcrî Îzgoren û nivîskar Şeyhmus Dêken, herdu jî bi tirkî peyivîn.

 Du nivîskar û şairên kurd, li Diyarbekrê li ser gorra nivîskarekî kurd bi tirkî peyivîn.
Ma sosiret û trajediyeke ji vê mezintir dibe?
Camêran bi kurdî nanivîsin û napeyivin lê dîsa jî navê wan nivîskarê kurd e...
Bi rastî ecêb e ha, meriv fema ku meriv bi tirkî bistirê û bibe dengbêjê kurd....



XXX


Gelî hevalan, ev risma do hevalê min ê hêja Xûrşîd Kaplan ji min ra şand. Risim yê cenazeyê gorbuhştê Ahmet Soken e. Cî Wêranşar e, sal 1977 meha yekê ye.

Li rastê risim yê bi şelwer, şewqe û berçavka reş ez im û yê li milê çepê risim jî bavê min e. Min nizanîbû rahmetiyê bavê min jî tevî wî meşê bûbû.
Min risim di facebooka xwe da weşand. Di vir da min hewil da lê ji heq derneketim.
Risim ji alî kurdekî ji Qezê bi navê Hebeş (Foto Habeş) ve hatiye kişandin.

Çîroka vê meşê pir dirêj e, nuha wexta min tuneye ez li ser binivîsînim. Lê dûra ezê rojekê dema wezna wê hat qal bikim.
Ji bo vî rismê hêja ji Xurşîd û Hebeş ra hezar carî sipas û mala wan ava.


XXX


Di civîna CHP-ê ya Abantê da parlamenterekî CHP-yî ji parlamenterê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ra gotiye, "bi devê BDP-ê nepeyive."!

 Esas ji dêlî ku rasterast bibêje,” bi devê PKK-ê û weke terorîstan nepeyive”, bi zimanekî dîplomatîk gotiye, “bi devê BDP-ê nepeyive.”

 Lê ji arif ra tarîf ne hewceye, em fêm dikin bi vê gotinê qesda qesda wî çi ye...

 Li gorî hemû tirkên şovenîst kurdê ku qala mafê k...urdan bike PKK-yî û terorîst e. Yanî ev îthama parlamenterê CHP-ê ji bo me kurdan ne tiştekî nuh û xerîb e.

 Axaftina Sezgîn Tanrikulu “bi devê BDP-ê” jê ra ne qusûr û kêmasiyeke. Çimkî BDP pariyeke kurd û demokratîk e. Bi rayên 3 milyon însanî ketiye meclîsê.

 Lê xwediyê vê îthamê bi devê Ergenekonê, rêzistineke çetan û qatilan dipeyive. Loma jî ji Sezgîn bêtir, dibê ew devê xwe bigre û ji ber xwe fedî bike.

 Dîtinên Sezgîn Tanrikulu yên derbarê mesela kurd da ji berê da tên zanîn. Heger CHP-ê ewê tehamulî van dîtinên Tanrikulu nekira, dibê ew negirta partiyê û nikira parlamnenterê xwe.

 Diyar e CHP-ê wisa hêvî dikir ku Tanrikulu piştî parlamenteriyê ewê dev ji dîtinên xwe yên berê berde û weke wan bibe kemalîstekî temam...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE