15 oktober 2011

Ew nemirovayiya li hemberî cenazeyên herdu gerîlayên kurd rast bûye

Malpera ANF-ê di 5-ê cotmehê da rismekî du termên gerîlayên kurd weşand. ANF-ê di nivîsa xwe da gotibû ne diyar e ku risim kînga û li ku hatiye kişandin.

 Di risim da cesedên du gerîlayên kurd, yek bi ben ve girêdayî û yê din jî bi dev û rû ve li erdê dirijkirî û bivir ya jî xencrek di piştê da çikandibûn.


Li pişt cesedên herdu gerîlayên li erdê, busta Ataturk û nivîsa ”Weten yek perçeye nayê perçekirin û çi bextewariya ji bo wî kesî ku bibêje ez tir kim” xuya dikir.
Sahneyeke pir hovane bû, pir derî mirovatiyê bû, weke însan meriv nikanîbû lê binêriya.

 Min jî ew risim weşand û nivîsek jî li ser nivîsand.


Hin kurdan bawer nekirin ku ew risim rast be, gotin ji bo pîjkirina kurdan û tirkan dikane fotomontaj be, dixwazin bi tiştên wiha nemirovane însanan bînin galayanê.


Lê waye nuha em ji nivîsa Ahmet Altan fêr dibin ku ew risim rast e. Cî, ber Qumandariya Cendirmeyan ya Şemdînliyê ye. Waliyê Hekariyê jî rastiya risim qebûl kiriye û gotiye ji bo ku ew bizanibin ka kemîneke bûbîye ya na loma wan herdu gerîla girêdana û bi erdê ra kişandin.

Min digot belkî çend leşkerên faşîstên xwenezan ev muamela nemirovana bi laşêngerîlayên kurd kiribin. Lê wa ye derket ortê ku ne çend leşkerên cahil û xwenezan, bîzatîhî ji teref qumandarê cendermeyan û waliyê Hekariyê ve ev hovîtî hatiye kirin.

 Ev risim çend rojan di medya û hemû malperên Tirkiyê da hate weşandin. Haya hemû siyasetmedar û berpirsiyarên hukûmetê ji vê bêhurmetiyê û heqareta li hemberî termên du gerîlayên kurd çêbû. Lê bêyî Ahmet Altan yek kesî jî li ser vê heqareta li miletê kurd û li bedena du însanên mirî qet tiştek negot, rexne nekir.


Heger eynî tişt, eynî heqaret gerîla li termê du leşkerên tirk bikira û rismê wan biweşanda li Tirkiyê ewê qiyamet rabûya.


Lê ji ber ku yên heqaret lêhatibûn kirin kurd bûn loma jî ne siyasiyan û ne jî ji çapemeniyê kesî ev muamela nemirovana rexne nekir.


Ji bo ku meriv termên du însanên kuştî bi ben girê bide û ji çiyê bi erdê ra bikşîne bîne ber qereqolê dibê di hundurê meriv da li hemberî kurdan kîn û nefreteke pir mezin hebe.


Herb jî, şer jî qanûnek û exlaqekî wê heye, meriv heqaretê û îşkenceyê li bedena însanên kuştî nake.


Sebebê vê heqaret û bêhurmetiya li hemberî termên herdu gerîlayên kurd ji kîn û nefreta li hemberî kurdan tê, ev rejîm, ev artêş, ev hukûmet, ev pûlis û ev serokwezîr dixwazin xwîna kurdan vexwin. Loma jî heqaretên wiha li cenazeyên keç û xortên kurd dikin.


Mêranî, exlaq û heysiyeteke şer jî heye, meriv îşkenceyê, heqaretê li laşê însanên kuştî nake. Lê artêşa tirk bi kêf û zewqeke pir mezin dike û rismê vê wahşeta xwe jî weke îbretî alem diweşîne, ji bo ku kurd bibînin.



Ev rejîm, ev artêş li hemberî miletê kurd hewqasî tije kîn û nefrete êdî ji miriyên mej î întîqamê digrin, îşkenceyê li miriyên mej î dikin.



Ev risim, ji bo miletê tirk, ji bo artêşa tirk û hukûmeta AKP-ê rûreşieyeke mezin e, sûcekî li dijî mirovatiyêye.

 Miletê kurd rojekê ewê hesabê van cînayetan ji erdogan û rejîma wî bipirse.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE