03 oktober 2011

Erdogan dixwaze karê ku kemalîstan nîvçe hîştiye temam bike

Ez dixwazim îşev pir bi kurtî qala du qanûnên (Şark Îslahat Plani, yanî Plana Reforma Kurdistanê û Mecbûrî Îskan Kanûnû, yanî Qanûna Îskana/bicîkirina Mecbûrî)ku dewleta tirk ji bo helandina kurdan derxistiye bikim.

Bi avabûna Komara Tirkiyê ra kemalîstan xwestin weke miletên din, kurdan jî bihelînin û bikin tirk.

Û ji bona ku bigihîjin vê armanca xwe, piştî serîhildana Şêx Seîd, “Şark Îslahat Plani” yanî Plana Reforma Kurdistanê û ”Mecbûrî Îskan Kanûnû”, yanî Qanûna Îskana/bicîkirina Mecbûrî derxistin.

Esas dibê her kurdê welatperwer, her siyasetmedarê kurd naveroka van herdu qanûnan baş bizanibin û bi gel jî bidin zanîn.

Armanca van herdu qanûnan jî asîmîlekirina kurdan bû. Ji ber ku kurd pir bûn nedibû weke êrmeniyan wan jî qir bikin. Loma jî ji dêlî wê va, planeke dûr û dirêj çêkirin, xwestin bi riya birçîbûn û asîmîlasyonê kurdan bihelînin û bikin tirk.


Kurdistan jî di çarçeweya vê planê da paşda hîştin, ji bo ku kurd ji ber bêkariyê tim koçî Xerbê bikin û li wir bicî bibin û bi demê ra bibin tirk.


Ev herdu qanûn jî bi dizî derxistibûn û ji kurdan vedişartin. Yanî destpêkê haya kurdan ji hebûna van qanûnan tunebû. Kurd, piştî salên 1950-î bi hebûna van qanûnan hesiyan.


Çend medeyên “Şark Îslahat Plani” wiha ne.


Madeya 17-a. Kurdîaxaftina kurdên ku li bajarên rojavayê Ferêt bi rengekî belav niştecîne ewê miheqeq were qedexekirin û ewê girîngiye mezin ji mektebên keçan werin dayin. Jin ewê tirkî werin fêrkirin.


"Made 41: Li wîlayet û merkezên Meletyê, Xarpêtê(Elezîz)Diyarbekirê, Wanê, Betlîsê, Mûşê, Rihayê(Ûrfa), Erxeniyê, Xozatê, Ercîşê, Exlatê, Paloyê, Çarsancakê, Çemîşgezekê, Ovacikê, Adiyamanê, Bêsniyê, Argayê, Hekîmxanê, Bîrecîkê û Çêrmûgê, li bînayên hukûmetê û belediyan û li dezgehên din, li mekteban, li bajar û bazaran kesên ku bêyî zimanê tirkî bi zimanekî din bipeyive ewê werin cezakirin; ewê bi sûcê li hemberî emrên belediyan û hukûmetê hatinê werin sûcdarkirin û cezakirin."


Û cezayên van sûcan jî ya lêdan ya jî cezayê pera bû.
Gundiyên ku tiştên xwe dibirin bajêr difrotin ji bo ku ji cezayê lêdan û pere xelas bibin, ji ber ku bi tirkî nizanîbûn, weke kerr û lalan bi dest û bi îşaretan bi hev ra dipeyivîn. Lê gava bêhemdî gotineke kurdî ji devê yekî derketa tavilê digirtin û ceza dikirin.
Carnan jî hin sîxurên wan bêbextî li xelkê dikirin û digotin filan kes hewqas gotin bi kurdî gotiye. Û radibûn serê gotinê nizanim çend quriş ceza dikirin.


Qanûneke din jî  wek min li jor got, navê wê ”Qanûna Îskana Mecbûrî bû.”


Li gorî Made 2-em ya vê qanûnê:


”Kurd ewê li herêmên Derya Sipî, Ege, Marmara û Trakyayê bihatana bicîkirin.”


"Made11: Kesên ku zimanê wan ne tirkî be bi hev ra nikanin gundekî û mehelekê ava bikin, ji bo kar û sinet grûbekê ava bikin. Û her wisa ewê nikanibin gund, dikan ya jî mala xwe bifroşin hemnîjadên xwe...

Ji bo ku li xerbê jî têkiliya kurdan ji hev qut bikin di qanûnê da madeyek hebû, nedihîştin çend malên kurdan nêzî hev bin. Li her gundî, her mehelê û li her bajarî ewê çend malên kurd hebin, ji bo wê qanûn hebû.

"Made 13 Benda 3: Kesên ne ji nîjada tirk bi riya belavkirinê, bi şertê ku gund û taxên cuda çênekin ewê li qeza û bajaran werin îskankirin."


Weke ji madeyên jor jî xuayda dibe, ji sala 1925-a û virdaye ev dewleta faşîst bi plan û program dixwaze kurdan bihelîne û bike tirk.

Ev siyaseta kamalîst û faşîst ya asîmîlekirina kurdan îro programa AKP-ê ye. Karê ku kemalîstan nîvçe hîştine Erdogan dixwaze temam bike. Kesê ku ji bo pera û meqam xîret û ruhê xwe nefrotibe AKP-ê vê nêta Erdogan haş rehet dibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE