10 oktober 2011

Em kurd in û emê kurd bimînin


Di xebereke li ser şehîd Mîşel Temo ya di malpera Avestakurd da yekî bi navê "LK" gotiye:
"Kurd û ereb li Sûriyê yek milet in."

Min heta nuha nizanîbû ku "kurd û ereb yek milet e", ez nuh ji devê kurdekî dibihîzim ku "kurd û ereb yek milet e."

 Ma bi rastî "kurd û ereb yek milet e"?

 Heger ereb û kurd "yek milet be", wê demê çima navê yekî kurd û yekî jî ereb e?
Tiştê herî xerîb, tirk jî li Tirkiyê dibêjin "tirk û kurd yek milet e", li Îraqê ereb dibêjin "ereb û kurd yek milet e" û li Îranê jî faris dibêjin "kurd û faris ji xwe yek milet e..."


Yanî em kurd, him tirk in, him ereb in û him jî faris in, lê ne kurd in. Ji ber ku di kurdbûnê da bivik heye....

Mişel Temo ji bo ku siyaset û îdeolojiya "yek miletiyê" qebûl nedikir, digot em kurd in û ji bo azadiya miletê kurd têkoşîn dida loma hate kuştin.

Û nuha jî hin kurd radibin dibêjin "kurd û ereb yek milet e" û Avestakurd jî diweşîne, nabêje kuro "ereb û kurd çawa yek milet e" ? 

Ma ne ji ber ku Mîşel Temo erebtî qebûl nekir loma ereban ew qetil kirin, tu çawa dikanî vê derwê û vê bêhurmetiyê li hemberî Mîşel bike?

 Derdê me giran e, kurmê darê ne ji darê be dar narize....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE