25 oktober 2011

Bersîveke mecbûrî

Shahin*, bi van herdu şiroveyên** xwe te ez gelkî êşandim. Ez fikrîm ku bersîvekê bidim te, lê dû ra min dev jê berda, min got hewqas sal in em hevûdu nas dikin, pir hindik dostaniyeke me bi hev ra heye, bira dilê me ji hev nemîne.

Loma jî min dev ji bersîvê şiroveyên te berda.

Lê li ser vê şêla te dixwzim çend gotinan ji birayê xwe bibêjim

Wê rojê, dema min rismê du gerîlayên kurd, ku herdu jî bi wahşeteke mezin hatibûn kuştin weşand, te dîsa eynî tişt kir, te xwest meselê biçûk nîşan bidî.

Ji gerîlayan yek bi ben girêdayî û yê din jî bi dev û rû ve li erdê dirijkirî bû û bivir ya jî xencrek di pişta wî da çikandibûn. Û herdu jî li ber heykelê Ataturk weke qurban hatibûn dirêkirin. û li pişt wan jî nivîsa ”Welat yek perçeye nayê perçekirin û çi bextewariya ji bo wî kesî ku bibêje ez tir kim” xuya dikir.

Weke kurdekî, weke însanekî û weke ”rewşenbîrekî” ji dêlî ku tu bi çend gotinan wê nemirovahiyê şermezar bikî, weke nuha te dîsa mesele şêlo kir û got, belkî "fotomontaj" be.


Dû ra derket ortê ku yê ew nemirovahî li termê du însanên mirî kirine yek jê Walîyê Hekkariyê û yê din jî qumandarê hêzên jendermeyên Şemdinlêyê bûye.

Ahmet Altan, di 12-ê cotmehê, di quncikê xwe da qala vê wahşetê kir.
Min jî di 15-ê mehê da him di bloga xwe da û him jî di facebookê da careke din qala bûyerê kir û min got bûyer ne ”fotomontaj” e, rast e û him jî ji teref walî û qumandarekî cendirmeyan ve hatiye kirin.

Yanî herdu jî giregirên dewletê ne.
Bûyer di çapeniya tirk da jî belav bû. Lê ne walî û ne jî ew qumandar ji wezîfeyên nahtin girtin. Ne wezîrê hundur, ne serokwezîr û ne jî serokerkan derbarê bûyerê da tu beyan nedan û kesên mesûl makûm nekirin, negotin emê lêpirsînê bidin vekirin.

Dadgeheke tirkî jî negot, hûn çawa dikanin li bedena du însanên mirî vê heqaretê bikin?
Ne gotin, çimkî hemyan jî ew kirinên walî û qumandar rast didîtin, loma jî ew wahşet nîşanî miletê kurd, dê û bavên gerîla jî dan. Di vê yekê da tu mahzeret nedîtin.

Lê te,dîsa jî hewce nedît ku bûyerê şermezar bikî û bibêjî weleh min bawer nedikir tiştekî wiha rast be, loma jî min got dikane ”fotomontaj ” be.

Baş e, ev çi babet kurdayetî, însanetî û ”rewşenbîriye" ku meriv li hemberî nîjadperstî û faşîzmeke hewqasî qebe bêdeng bimîne û bibêje ”dikane fotomontaj” be?

Û dema rastiya vê nemirovatiyê jî derkeve ortê dîsa jî dengê xwe neke û nebêje ”weleh ez şaş” bûm...

Birayê Shaîn, ez nabêjim dakeve mistewa ”refên” yên weke min, "mistewa xwa daxe jêr" û bibe ”propagandîst”, lê qet nebe li gorî mistewa xwe, li gorî mistewa ku tu rast û maqûl dibînî li dijî zulmê derkeve û ji zaliman ra bibêje zalim û zulma wan protesto bike.

Heger li hemberî wahşeteke hewqasî derîmirovahiyê jî weke însan, weke ”rewşenbîr” merivê du gotina nebêje, li dijî vê zulmê dernekeve wê demê însaniyet û ”rewşenbîrî” çi ye ku?

Dewleta tirk bi rengekî bênabên û sîsteamtîk zulmê û neheqiyê li kurdan dike, wan digre, davêje zinadan, her roj bi tonan bombe bi ser serên çend hezar kurdên li serê çiyan da dibarîne. Baş e, ku em weke însan, weke ”rewşenbîr” li hember vê dengê xwe nekin, ma emê kînga û li hemberî çi dengê xwe bikin?

Ma ne ev neheqî li qewmê min, li merivên min, li bira, bav û diya min dibe. Dema ez li dijî vê zulmê derkevim çima ezê bibim ”propagandîstekî” baîst? Min qet fêm nekir.

Yanî ev şêla min ya li dijî neheqî û zulma li ser gelê  min çima ewê qelîteya min bixîne û qelîteya yekî bêdeng bilind bike?
Neyse bira, ya baş ew e ku ez dirêj nekim û di bawerî û şêla te da ji te ra serkeftinê bixwzim…

Li gel silavên dostaniyê…
*Shahîn Soreklî
**Hemû şirove li jêr in


(1)
Sebebê vê nîjadperestiya tirkan ya dirinde û bêemsal hebûna mesela kurd e, heger kurd li Tirkiyê wiha nehatana înkarkirin, tirk jî wiha nîjadprest nedibûn.
Gelşe ku tirk gelkî cahil hîştiine û kirine nîjadprestên herî zalim û hov çaresernebûna mesela kurd e, roje ku kurd bigihîjin azadiya xwe tirkê jî bêtir bibin însan û rahma dilê wan jî ewê zêde bibe.
Yanî bindestiya kurdan ne tenê di warê aborî, civakî, zanistî da, di warê însaniyetê da jî miletê tirk ji însaniyetê dûr xistiye.

(2)
Şiroveya Şahîn
Shahîn Soreklî: Hemî Tirkan, Beşikçi jî di nav de? Aferîn, bi Xwedê tu ji heqê propagandayê dihêyî der! Lê pirsiyarek kekê Zinar:
Dema tu dibêjî "nijadperestiya tirkan" gelo va gotina bi serê xwe jî ne nijadperestî be?
Ligel rêza

(3)
Bersîva min:
Çima?
Ma meriv ji yekî diz ra bibêje diz, qey meriv jî dibe diz?
Min bi xwe tu maneyek neda vê pirsa te. Min li hemberî miletê tirk çi zulm, çi neheqî, çi nemirovayî kiriye ya jî parstiye ku ez jî bibim "nîjadperest"?
Ji ber ku çend tirk ne nîjadperest in nabe sebeb ku em nebêjin rasîzma tirk.
Dîrok qala "nazîzma û faşîma alman" dike, ne ya çend kesên nazîzst û faşîst.

(4)
Bersîva Şahîn
Dema mirov li hember nerindan metodên nêzike metodên wan bikar bihîne û gelemper bike, mirov hem tund-û-tûiyê gurr dike, hem jî xwe ji refên yên wek wan nêzik dike. Rêxistin û hukûmet ji bo berjewendiyên xwe dikarin her metodî bi kar bihînin, lê dema kesên xwe wek "shareza" û "rewshenbîr" jî dizanin dest bi metodên propagandîst û neftetafer dikin, çira di nav mirovahiyê de melûltir dibe.
Ez fashîstên Tirkan bash dinasim û ger kesek bixwaze dikarim bi dehan gotarên xwe yên bi înglizî û kurdî, her weha helbestan, çîrokan û belgehên dengî/dengî-wêneyî yên gengesheyên germ bi berpirsên tirk re bo wan rêbikim, lê çi caran rê nadim xwe ku li hember tevahiya Ereban, Farisan yan Tirkan bibim propagandîst û tevahiya wan têxim nav xweliya resh, çimkî dizanim di nav wan de jî yên bash hene; û ger nebin ez ê hewl bidim ku ji wan çaktir bin.
Dîroka behsa "nazîzm û fashîzma (tevahiya) Almanan" dike dîrokeke bêbext û munafiq e, çimkî di nav Almanan de Beethoven, Schiller, Goethe, Mann, Heine, Grass, Brecht... û bi hezaran yên din hene ku gellek tishtên bash û sûdmend dane mirovan.
Li dawiya dawiyê tu azadî keko. Di rêya xwe de bidomîne û yên pishtgiriyê bidin wî metodî di nav me de pirr in.
Ligel rêza min.

(5)
Bersîva Şahîn ya vê nivîsa min ya jor
Zinarê hêja, bash e ku bersîva te kurt bû! Te hewl daye meseleyê bikî siyasî û tew wergerînî yeke “antî-PKKyî” ji aliyê min ve. Berê jî hinekan bi mebest, yan bêmebest, weha kirine! Zihniyeta me ne haman zihniyet e, lê bash e ku hemî zihnieyet ne wek hev in. Ev dikare encameke erênî bide. Dema her kes li dor tenbûrekê têkeve dîlanê, heye ku encam ne her dem erênî be. Ger tu li welêt bûya, heye ku min têbiniya xwe nenivîsandibûya, lê bi salan e tu li welatekî ewropayî yî… Bivêt-nevêt ev cara dawîn e ku têbiniyekê derbarê gotinên te de dinivîsînim.
Ger tu behsa “derketina li dij zulmê û zaliman” dikî, hewce niye ji te re îspatan rêbikim; carê ji rindiya xwe di GOOGLE de li navên “Chahin Baker,” “Soreklî” û “Sorekli” bigere.
Bextiyar û xweshrewsh bî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE