29 oktober 2011

Bêhurmetiya li hemberî Seîdê Kurdî !

Kovara Sizinti kovareke îslamî û nêzî rojnameya Zamanê û kanala Samanyolu ye. Berpirsiyarên kovarê, rismekî Bedîuzzeman Seîdê Kurdî yê li ser hespê û ala tirk di dest da weke fotomontaj kirine kapaxa kovarê hejmara 389-an.

Seîdê Kurdî ku hetanî dawiya jiyana xwe li dijî kemalîzmê û nîjadperestiya tirk derket û ji bo wê yekê jî hêzên kemalîst û nîjadperst zulm û neheqiyeke mezin lê kirin û ew bi salan bi darê zorê li sirgûnê hîştin, nehîştin here li welatê xwe bijî.

 Mîratxurên eynî îdeolojiyê yên îslamî îro radibin bêedebiyeke wiha li alimekî kurd dikin û wî weke nîjadperestekî tirk nîşan didin.

Tiştê hatiye kirin, ne tenê bêhurmetî, bêexlaqî û heqareteke li şexsiyeta Seîdê Kurdî ye, her wisa heqareteke li tevayiya miletê kurd e jî…

Lê yên bi kirin û heqaretên wiha biçûk dikevin bêguman ne Bedîuzzeman Seîdê Kurdî û kurd in, nîjadperestên xwediyê vê bêxlaqiyê ne.

Bi vê bêhurmetî û heqarata wan ya li hemberî Seîdê Kurdî, kurdan û dîndarên kurd hinekî din jî ew nas kirin û durûtiya wan dîtin.

Her kirin û heqareteke wiha ya li mezin, alim û miletê kurd, kurdên herî nezan jî bêtir dike kurd û eşq û evîna kurdayetiyê di dilê wan da geştir dike.


XXX
Li hemberî siyaseta hukûmeta AKP-ê ya asîmîlasyonîst û nîjadperest û pêşketinên cîhana modern hebûna zimanê kurdî rûbirûyê xetereke pir mezin û tunebûnê ye.
Weke kurd em nikanin siyaseta dewleta tirk û pêşketinên cîhana modern rawestînin.
Lê wek kurdên bîrewer hin tiştên ku em bikanibin bikin hene.
Mesela nivîskar, edîb û ranakbîrên kurd dibê bi kurdî binivîsin û di vê şêla xwe da israr bikin.
Nivîsandina bi kurdî êdî ne meseleyeke hezkirinê ye, wezîfeyeke walatparêzî, ronakbîrî, ûjdanî û siyasî ye. Her kurd dibê bi çavê liberxwedana netewî li nivîsandina kurdî binêre.
Nivîsandin û axaftina bi kurdî, bi qasî têkoşîn û liberxwedana şerê gerîla girîng û birûmet e. Ji bo ku ev ziman serbest bibe û bibe zimanê perwerdeya zarokên me her roj bi dehan gerlîla canên xwe feda dikin.
Siyasetmedar, nivîskar, hunermend û ronakbîrên kurd jî dibê berpirsiyarî û mesûliyetên xwe yên ronakbîrî û bînin cî û miheqeq bi kurdî binivîsin.
Roja roja xîretê û liberxwedana di her warî da ye, roja nivîsandina bi kurdî ye. Mecbûrîyet û pêwîstiyeke zarûrî ne tê da, nivîsandina bi tirkî bêmesûliyetî, bêûjdanî û piştgiriya asîmîlasyona dewleta tirk e.





2 kommentarer:

  1. biji kek Zinar.Ji xwe iro vateni ya heri mezin a niviskaren kurd ewe ku kurdi bifikirin u kurdi binivisin.Ji bo ci? ji bo ku em Kurdin.Keke delal haya min ji emeliyata te tune bu.Derbasi be!Hevi dikim tu zu bas bibi u veri kahve u ez zudaye zora te ne birim e! Lawike Mus e.

    SvaraRadera
  2. Sipas Şêrê Deşte Mûşê!
    Ji xwe min jî ji te ra kiriye ser hev, dibê ez te bikim "potatîsmos"!
    Gelek sialv

    SvaraRadera

PARVE BIKE