22 september 2011

Ziman tercumanê dil e

Heger Hasan Husên Demîrel (Dêrsimiyekî hevalê Dogu Perîncek e. Di minaqeseyekê da neyartiya Kurdan dikir) ne bi tirkî, bi Kurdî bistira û hunermendekî Kurd bûya nedibû hevalê Dogu Perinçek û wek nîjadperestekî tirk nedipeyivî...

Çimkî cîhana însan, hestên însan bi zimên şikil digre. Dema meriv difikire, nefret dike, hez dike, derbarê tiştekî da hest û fikrê xwe tîne zimên, meriv ziman yanî gotinan bikar tîne.


Meriv nikane ji miletekî ku meriv bi zimanê wî nizanibe hez bike. Ji bo ku meriv xwe weke ferdê miletekî his bike û bi dil û can xwe ji wî miletî bihesibîne dibê meriv zimanê wî miletî bizanibe.


Loma jî Kurdên Kurdînezan ne tam Kurd in û ne tam tirk in, mane di orta xelîl û celîl da...



XXX


Gotineke Çîniyan heye, dibêjin, "Dîkên wisa hene ku dibêjin belkî ji bo ku ew azan didin roj hiltê."

Erdoganê me nuha xwe ji van "dîkan" dibîne, dibêje belkî bêyî destûra wî ewê dinya raweste...
Mêrok bi çavê sultanê kurd Selahedînê Eyûbî li xwe dinêre, rojê tiliya xwe berbî welatekî ve dike.
Piştî kurdan, Îsraîlê, Qibrisê, nuha jî Yûnanîstanê tehdît dike...

 Bi argoya Wêrfanşarê ji kesê wiha harbûyî ra dibêjin, "lawo viya duxre" ya jî "lawo viya dike dixune..."


XXX


Gotineke Hanîbal ya pir kêfa min jê rat ê heye, qumandar û şervanê mezin di rojeke pir teng da gotiye:

-Ya emê riyekê bibînin ya jî emê riyekê vekin...

 Kurd jî nuha hatine wê nuxtê: ya ewê riyekê bibînin û ya jî ewê riyekê vekin…


XXX


Min dizanîbû ku tirkiya apê Mûsa Anter ne baş e, lê min qet texmîn nedikir ku ewê hewqasî jî xerab bûya.


 Li gel ku ez rojekê jî neçûme mektebê, ez bi navê qesem sond dixum ku tirkiya apê Mûsa ji ya min jî xerabtir e.

 Lê dema ez wiha dibêjim ne ku ez vê yekê ji bo apê Mûsa weke kêmasiyekê dibînim, na, belavocî wê, bi vê tirkiya wî ya xerab gelkî kêfa min hat.

Ji xwe tirkî qet bi apê Mûsa nakeve, zimanê wî kurdî ye, tirkî zimanê hacûc û macûcan e…

Lê bi vê yekê diyar dibe ku apê Mûşa tu carî ji tirkî hez nekiriye û loma jî nexwestiye baş fêr bibe. Bi zanetî fêr nebûye, xwestiye her cara ku ew bi tirkî bipeyive kesê guhdar bi tirkî bikene û jê nefret bike.
Tu kes nikane ji tirkiyeke weke ya apê Mûsa dipeyive hez bike. 



Apê Mûsa unîversîte xwendiye, bi salan li stenbolê jiyaye, lê dîsa jî qet guh nedaye nazikpeyivîne tirkî, hema cila xwe pê ji avê derxistiye. Gundiyek çawa dipeyive ew jî hewqasî fêr bûye…

Dibê wiha be.
Lê nuha, kurdên ku salekê du salan li bajêr dimînin tirkiyeke...

XXX

Gava aqil kêm be ziman dirêj e. Loma pêşiyên kurdan gotine: Aqilê sivik baraê giran.


XXX



Di xortaniyê da sal dirêj roj kin in, di kalîtiyê da roj dirêj sal kin in.

XXX

Ji yê tembel ra gotine rabe deriyê xwe bigre, gotiye, nuha bayê were ewê bigre


Bîr ne kûr e, yê kin ben e…


XXX

Nesîheta herî baş dibê meriv bi xwe bibe numûne.

XXX

Beq asîmanan bi qasî devê bîrê texmîn dike.
XXX

Hûn nikanin xezîneyê li ruyê erdê bibînin, xezîne di binê erdê da ye.
XXX


Ba mûmê vedimirîne, şewatê gurr dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE