11 september 2011

Xwedê kesî nexe vî halî

Medyaya tirk îro dinivîsîne, dibêje parlamenterê Semsûrê Mehmet Metîner, ji bo ku xwe bi malbata Erdogan bide efûkirin ”li huzûra wan serê xwe gîhand erdê...”


Çapemeniyê rismekî Metîner jî weşandiye. Di risim da Metîner li hemberî jina Erdogan xwe xûz kiriye, tu nemaye ku devê wî bigihîkje erdê. Meriv dibêje qey dixwaze destê wê maçî bike.


Li gorî çapenenî dinivîsîne, ji bo ku uzrê xwe ji malbata Erdogan bixwaze Metîner do çûye Qeyseriyê û berî ku Erdogan dest bi axaftina xwe bike xwestiye xwe bigihîne wî lê Erdogan rû nedayê.


Piştî ku Erdogan rû nadê û nahêle nêzîkî wî bibe, îcar diçe ba Emîne Erdogan û dixwwaze derdê xwe jê ra bibêje.


Lê jina Erdogan Emîne jî rû nadê û naxwaza li derdê wî guhdarî bike...


Weke kurdekî him bi risim û him jî bi nivîsê li ser nsvê Metîner ez pir li ber  xwe ketim.


Ez gelkî li ber xwe ketim ku merivekî wiha bêşexsiyet ji miletê kurd sadir bûye û li hemberî merivekî ku meriv nizane bezê guhê wî ji ku ye xwe hewqasî pîs dike.


Û ew baş dizane ku Erdogan merivekî qebe û bêtolerans e û ewê tu carî rû nede wî. Lê dîsa jî xwe wiha biçûk dixe.


Esas qet ne mecûr e ku xwe hewqasî jî pîs bike, pir pir bira ji AKP-ê îstîfa bike.


Lê nake, bêşexsiyetî ji xwe ra kiriye kar.


Xwezî malbata wî, zarokên wî li dijî vê şêla wî derketana û bigotana em vê sertewandina te qebûl nakin...

Xîtaba Nûrî Dêrsimî ya li Ciwanên Kurd
Gelî kurdan, gelî dost û hevalên giranbuha û hemû keç û xortên xoşewîst, 35-36 berê, dema min ”Banga Nûrî Dêrsimî ya li Ciwanên Kurd” li Kurdistanê xwend, bedena min weke hêlekanê hejiya, min xwest ez rabim bi tena serê xwe êrîşê bibim ser qereqola pûlisan.
Dil dixwest ku min îro pêwîstî bi belavkirina vê ”bangê” nedîta.
Lê mixabin dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê hîn jî mafê jiyanê nadin me kurdan, hîn jî dixwazin bi darê zorê me bikin tirk.
Û loma jî her roj bi tonan bombeyan bi ser serê keç û xortên kurdan da dibarînin, ji bo ku me îcbarî tirkbûnê bikin..
Û kurd jî weke Nûrî Dêrsimî gotiye, vê zorbatiyê û bêşerefiyê qebûl nakin û li berxwe didin.
Em ji tirkan tiştekî neheq naxwazin, em tenê dixwazin weke kurd bimînin û weke kurd bijîn.
Lê ew vî mafê jiyanê nadin me, dibêjin ya hûnê bibin tirkya jî em nahêlin hûn rehet bijîn. Hûn birevin serê çiyan jî hûn ji destên me xelas nabin, li wir jî emê we bikujin.
Xwezî îro pêwîstî bi vangotinan û bi belavkirina vê ”Wesiyetnameyê” namabûya, lê mixabin heye.
Misebîbê vê jî ne em in, dewleta tirk e, hukûmeta AKP-ê ye, zalimî û barbariya wan e, me mecbûrî mirinê û kuştinê dikin.
Guh bidin gazî û hawara Nûrî Dêrsimî û di kurdbûna xwe da israr bikin, zulma dewletê û çavsoriya Erdogan qebûl nekin, liberxwe bidin, zulmê û terora dewletê protesto bikin, bibêjin em kurd hatine dinê û dixwazin weke kurd bijîn...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE