17 september 2011

Xebat û rola însan

Carnan ez ji xanimê û zarokan ra dibêjim, gava min rojekê serî danî ezê werim diyarê we!

Bi min dikenin, dibêjin weleh tiştek jî nabe, pir pir emê hinekî bigrîn û çend rojan bîriya te bikin...

Bi rastî jî wiha ye, tu kesê dewsa wî neyê dagirtin tuneye, lê wext û zeman dixwaze…

Carnan ev dews bi sedsalan nayê dagirtin.

Çimkî yê berê dîrokê bi vir da û wê da dike nîhayet însan e...

Lê meriv vê yekê destpêkê nabîne, meriv dû ra fêm dike, lê wê demê jî êdî dereng e…

Di dema xebatên partiyê û rojnameya Armancê da jî gava ku kar baş nedimeşiya û dawiya dawî dihat diket hustuyê min, min dîsa bi henek eynî tişt digot, “rojekê ez serî deynim nizanim hûnê çi bikin!”

Mahmût Kîper jî dikeniya û digot, ”ma ecela te çi ye, çima tu yê serî deynî?”

Helbet min ev gotin bi henek digot, lê min dixwest bala bikşînim ser rola însên, rola kadiran.

Xebat bi însanan dibe, dema însanên ehlê xebatê ji ortê rabin, xebat nameşe û belav dibe.

Gotineke heye, dibêjin , ”ax rojekê ewê qîmeta baranê fêm bike, lê belê wê rojê ewê baran nebare.”

Tiştekî ne belasebeb e ku di şerê eşîretiyê da jî tim li serî dixin, berê yê ku av jê sar û germ dibe ji ber xwe da dixînin.

Dewlet jî wiha dikin. Ji bo ku xebatê belav bikin, berê serok û kadirên rêvebir ji ortê radikin.

Heger li Kurdistana bakur Dr.Şivan û li Kurstana Îranê jî Dr. Qasimlo nehatina kuştin gelo îro ewê rewş kurdan çawa bûya?

Bêguman ne mimkûn e ku meriv bersîveke sedîsed rast bide vê pirsê, lê bi dîtina min ewê halê me ji îro baştir bûya.

Dîsa, heger di dîroka me da kesên weke Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Berdirxan, Mele Mistefa Barzanî derneketana gelo ewê îro halê me kurdan çi bûya?

Pezê bê şivan gur vêdikve, artêşa bê fermandar nikane şer bike, teslîm dibe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE