18 september 2011

Min dîsa serê xwe xist belayeke nuh

Gelî dost û hevalên giranbuha û xoşewîst, ez dixwazim îşev xebereke xêrê bidim  we:


Min ji ber nezaniya xwe kompîtoreke nuh kirî.


Ev du sê meh bûn mejuyê Worda min çelqiya bû, heta ku min digirt û vedikir ez pê ra helak dibûm; sê çar caran dihat girtin û vedibû û tim ji min ra digot, nizanim ez nikanim çi jahr û zuqûmê bibînim.


Du zanayên min yên kompîtorê yên rojên giran hene, gava serê min dikeve tengasiyê ew tên gazî û hawara min.


Min çend caran derdê xwe bi telefonê ji van herdu zanayên kurd yên kompîtorê ra got. Herduyan jî(Husametîn û Faîz)bi telefonê gelkî hewildan ku gelşa min çareser bikin, lê kirin nekirin nebû, bêxwediyê nehat qeysa berê…


Nexweş ji dûr va derman nedibû, dibê tuxtor bihata ser. Û herdu tuxtorên min jî pir dûrî min bûn…


Roj derbas dibûn û nexweş rehet nedibû û sebra min jî nedima…


Dawiya dawî wê rojê min li ciyê karê xwe di kovareke reqlaman da anonsa kompîrokê dît.


Min bala xwe dayê ku heger ne derew bûya du hezar kron jî erzan kiribûn...


Min ji xwe ra got, weleh vê kompîtorê ez merezarî kirim, hema ezê viya bikirim û ji derdê ya xerabe xelas bibim.


Û min rabû wisa kir.


Min berê ji firoşerê dikanê pirsî, min got lawo ezmerivekî klasîk im, ji teknîk meknîkê fêm nakim, ez dikim ji bo filan karî( karê z pê dikim min jê ra yeko yeko rêz kirin) ji xwe ra kompîtorekê bikirim. Ev kompîtora han bala min kişand, ma ev baş e, xerab e, tu dibêje çi?


Got, di bextê min da tu rastî kompîtora herî baş hatiye, hema zû bikire û bernede.


Min got xorto mala te ava, lê dîsa jî dilê min baş neketibû cî, dibê min hinekî din jî saxlem bikira..


Min rabû lînka kompîtorê ji Husametîn ra şand û min eynî pirs ji wî jî, gelo ez vê kompîtorê bikirim ya na?


Husametîn jî Xwedê jê razîbe, camêr tavilê bersîva da min û bi zimanekî ku ez qet jê fêm nakim pesnê gelek mezîyet û marîfetên wê jî li pey hev rêz kir û got pir baş e û erzan e jî, tu dikanî bikirî.


Piştî van herdu temînatan min rabû kompîtora xwe temî kir û piştî du rojan jî min çû ji postexaneyê girt.


Ev hefteyeke ku kompîtora min li mal li bende min e.


Ji ber ku min nikanîbû li hev siwar bikira loma jî min qet dest nedayê û mam li bendî ”tuxtor”, yanî li bende Husametîn .


Nîhayet camêr îro ji riya 2 saetan lêxist hat mal û tavilê dest bi muayena ya nuh kir.


Herçiqas min berê jî sicîla wê jê ra gotibû û gotibû baş e bikire, lê dîsa jî nêrî û got weleh te bazareke pir baş kiriye.


Bi vê pûana wî ez kêfxweş bûm.


Rabû herdu kompîtor jî  li ser masê danîn kêleke hev dest bi muayeneya herduyan kir.


Kilîtek biçûk weke ya deriyekî di destan da bû, geh xist ya kevn û geh xist ya nuh û piştî 5-6 deqîqeyan ji min ra got:


- Zinar, weleh kompîtora te ya kevn, bêqusûr e û pir jî baş e, tu nexweşiyeke wê ya girîng tunebûye. Nizanim çiyê Wordê kêm bûye, dema nabîne loma wisa dike. Min Word ji nuh ve lê siwar kir û mesele qediya, te ev kompîtora nuh belasebeb kir, ya te ji wê ne kêmtir e.


Ez tevizîm, min 500 Euroyê xwe belesebeb avêtibû çolê, lê min ev yek neda der, min bera hundurêp xwe da.


Ji dêlî ku xwe biqeherînim û bikim ax û of, (ji xe min çi bikira jî pere nedikir, min carê kirîbû)min got, Xoce tişt nabe, serê min naşikîne, ezê bidim lawikê xwe Serhat.


Ji ber ku laptopa Serhat tuneye, bira bixwe ra bibe zanîngehê û bîne. Ji xwe jê ra yek lazim bû, qey ev jî qismet û nesîbê wî ye…


Nuha him ez û him jî Serhat, em herdu jî bi hev ra bûn xwedî kompîtor.


Kompîtora min ya berê Dell bû, rengê wê zîvîn bû, pênivîsandin  pir nerm û xweş bû, em hewisîbûn hev. Û ya girîng  Worda wê 2003-ê bû, rehet  û zêde ne tevlihev bû, tam li gorî min bû. Loma jî min gelkî jê hez dikir.


Lê eva nuh Fîjîtsu ye, Worda wê ya herî dawî û klawiya wê jî tew nizanim çawa ye…


Yanî bi kurtî ez li ya xwe poşman bûm. Lê ji ber ku ev nuh e û min carê soza ya din dabû Serhat , loma jî destê min li vê jî nagere ku ez ji Serhat ra bibêjim, bavo ka kevnika min paşda bide min…


Ezê li ber xwe bidim heta ku ez dikevim ser vê, lê ez ditirsim heta wê çaxê jî qezayeke din were serê min…


Bi hêvifya ku tu qeza û bela neyê serê min û ez bi rehetî fêrî wê bibim….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE