10 september 2011

Kêmaqil...

Eflatûn gotiye, ”Kêmaqilî ji ber du sebeban dibe, yek ji ber dînîtiyê ya din jî ji ber cahiliyê.


Kêmaqiliya serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ji ber cahiliyê ye. Lê tirk vê cahiliya Erdogan weke cesaret û mêraniyekê dibînin. Çimkî cahil cesûr xuya dike...


Gotineke tirkan heye, dibêjin gava rûnê yê bûdele zêde bibe geh ewê ”boriya” xwe rûn bike, geh dawiya xwe.


Ev demeke rûnê Erdogan zêde bûye û loma jî wer ”boriya” xwe rûn dike. Lê nuha ewê dor were ”dawiyê” jî, ewê nuha "dawiya" xwe jî rûn bike...


Tu tişt weke qelemê comerd tuneye, meriv çi bixwaze wê dinivîsîne. Lê helbet dibê meriv bizanibe bixwaze.

                                                                         XXX
Tirs, derewan bi însên dide kirin. Ji ber ku siyasetmedarên tirk ji kurdan pir ditirsin, loma jî pir derewan dikin, hemû bûna virek.
Vê tirsa ji kurdan, ji navê Kurdistanê, ji avabûna dewleteke kurd hemû siyasetmedarên tirk kirine mîtoman, yanî virekiya di dereceya nexweşiyê da.

                                                                         XXX
"Hezar zulm li te bibe jî, tu zulmekê meke." Hz. Alî.


Xwezî her kesî guh bida vê gotina Hz. Alî û zilm û neheqî li kesî nekiria...


                                                                           XXX 
Li vê cîhanê ders û mamosteyê herî baş êş e, ketin û rabûn e, dîtina rojên teng û rojên xerab e.
Êş, asoya meriv fire, dilê meriv mezin û rahma meriv zêde dike...




                                                                             XXX
Dibê tu bi çavên Mecnûn li bedewiya Leylayê temaşe bikî ji bo ku sirrê temaşekirina wê ji te jî xuya bibe.(Sadî)


                                                                           XXX
Erdogan pir zû meşhûr bû, di rastiyê da merivekî ne layiqî vî navî û vê îtîbarê ye. Loma jî weke ewladê bêkêr, ewê sermiyanê xwe zû biqedîne...


                                                                            XXX
Karl Marx, di nava nivînan da li ber mirinê bû. Kehyayê malê çûye balê û pirsa,” ma gotineke te ya dawî heye ya na” jê kiriye.


Marx, awirekî tûj daye kehyayê xwe û jê ra gotiye:


-De biteqize ji wir! Gotina dawî ji bo tewteweyên/bûdeleyên ku di jiyna xwe da têra xwe gotin negotine ye.

                                                                             XXX
Xwarziyê Sezar Avgustos, berî mirina xwe, li ber sekratê gotiye, ”Lîstik qediya!”

                                                                            XXX
Heger her kurdî bass bazinîbûya ku çi zulm û zordarî û li miletê kurd dibe, ez bawer dikim ku ewê xewên şevan jî lê biherimiya…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE