10 september 2011

Ji Wikileaksê belgeyeke dîrokî

Di malpera Netkurdê da hin belgeyên Wikileaksê yên gelkî girîng hatine weşandin. Nivîs ji Malpera Rûdawê hatiye girtin.


Belgeyên hatine weşandin li ser şêla Mesûd Barzanî û Hukûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî Tirkiyê û PKK-ê ye.


Li gorî belgeyên Wikileaksê, ji sala 2003-ê û vir ve ye herçiqas Emerîkayê zor daye Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo ku ew PKK-ê wek rêxistineke ”terorîst” binav bike û li dijî wê derkeve jî, lê Mesûd Barzanî ev daxwaza Emerîkayê tim red kiriye û tu carî ”terorîstiya” PKK-ê qebûl nekiriye.


Mixabin ev liberxwedana Mesûd Barzanî û kurdên başûr ya li hemberî Tirkiyê û Emerîkayê ji alî kurdên bakur ve baş nayê zanîn.


Û sebebê vê yekê jî bêguman dezînformasyona hin berpirsiyarên PKK-ê ne. Hin berpirsiyarên PKK-ê li gel ku baş dizanin ku Mesûd Barzanî weke şûrekî tim li pişt wan e, lê dîsa jî vê rastiyê belavocî dikin û dixwazin kurdên başûr li ber çavên kurdên bakur reş bikin.


Ev belegeyên Wikileaksê ev îdîayên ne rast pûç dike û rastiyê radixe ber çavên kurdan.


Di 18-ê tîrmeha 2007-ê da serokê Herîma Kurdidistanê Mesûd Barzanî, di civînekê da ji emerîkiyan ra gotiye:


 "Ger vê carê jî Tirkiye êrîş bike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ewê bersivê bide. Û dibe ku em êrîşê bibin ser wan baregehên serbazî yên Tirkiyê ku di nav xaka Herêma Kurdistanê de ne."


Di civîneke din da jî dîsa Mesûd Barzanî ji emerikiyan ra gotiye:


“Terorîzma dewleta Tirkiyê ji wê terorîzma ku li ser PKK-ê tê gotin xirabtir e…’’


Ev belge hemû bêbextî û buhtanên ku ji alî hin berpirsiyarên PKK-ê ve hata nuha li Mesûd Barzanî û Hukûmeta Herêma Kurdistanê dikirin ji bin da pûç dike.


Belge, nîşan didin ku Barzanî û Hukûmeta Herêma Kurdistanê li hember zixtên emerîkiyan tu carî hustuyê xwe xwar nekirine.


Dîsa di van belegan da meriv dibîne ku bi rastî jî emerîkiyan bi çavê tirkan li PKK-ê nêrîne û bi rastî jî xwestine PKK-ê biqedînin.


Weketê zanîn, gelek caran tirk îdîa dikin ku xwedêgiravî Emerîka ji dil alîkariya wan nake. Ev belege, van îdîayên tirkan jî pûç dike, nîşan dide ku emerîkî bi kêmasî bi qasî tirkan dixwazin PKK-ê ji Kurdistana başûr derxin lê kurd bi ya wan nakin.


Loma jî ev belge ji bo kurdan gelkî mihîm û dîrokî ne, çimkî ne îdîayên kurdên başûr, rapor û belgeyên emerîkiyan bi xwe ne.


Di van belgeyan da meriv dibîne ku Mesûd Barzanî û Hukûmeta Kurdistana Federe li hemberî zixt û tehdîdên Emerîka û Tirkiyê çawa bi mêranî rawestiyane û heta ji wan hatiye PKK û berjewendiyên kurdan parastine.


Bi taybetî jî şêla Mesûd Barzanî, tim şêleke netewî û li dijî Tirkiyê ye û loma tirk jî tim li djî wî û PDK-ê ne.


Belegeyek pir girîng e, dibê her kurd bixwîne.


Çendakî berê di belgeyeke Wikileaksê ya din da jî eynî sekna Mesûd Barzanî dîsa xuya dikir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE