06 september 2011

Însanek ji bo çi eslê xwe înkar dke?

Kurdekî bi navê Duzgun Taş, di facebookê da lînka nivîsa Îsmaîl Beşîkçî ya li ser Zîya Gokalp ya di kovara Bîrê da weşandiye.


Beşîkçî, di nivîsa xwe da li ser rexneya Ocalan ku gotibû Beşîkçî dixwaze bibe Ziya Gokalpê kurdan radiweste.


Min nivîs hîn bi temamî nexwendiye, ezê îşev dû ra bixwînim.


Yekî bi navê Dîlan Press jî sebebên vê guherîna Z. Gokalp meraq kiriye û gotiye, ” gelo Ziya Gokalp ji bo çi Esasaên Tirkîtiyê nivîsî? Ma ne dibê meriv hinekî jî li ser vê yekê raweste.”


Min jî bersîv da vê pirsî û got:


”Birayê Dîlan, kurdek ya ji tirsê ya jî ji bo pera û meqam dikane eslê xwe înkar bike û bibêje ez tirk im.


Wekî din tu sebeb tuneye.


Ziya Gokalp jî him ji tirsê û him jî ji bo meqam xwe înkar kir û bû îdeologê panturkîzmê.


Lê ez baş nizanim Gokalp bi eslê xwe kurd bû ya na. Dibe ku ne kurd be.


Ji ber ku ew zazayê Çêrmûgê ye, dibe ku ne kurd be. Ji ber ku li Çêrmûgê tirk jî hene û hinekên wan jî asîmîle bûne, bûne kurd...”


Bi rastî jî hin tirk, azerî, tirkmen piştî salan di nava kurdan da asîmîle bûne û bûne kurd(zaza, kurmanc).


Ziya Gokalp jî dikane bi koka xwe ji van be, lê ez nizanim, ez tenê texmîn dikim. Dikane kurd be jî.


Dîlan bersîveke pir kin da vê şiroveya min. Bersîva wî pir interesant e, gotiye:


”Belki ji ihanetek ditiye !”


Ez dixwazim li vir, çend gotinan li ser vê texmîna Dîlan Press, ”Belkî îxanetek dîtiye” bibêjim.


Ez nizanim gelo Dîlan Press, di vî warî da bi tişitekî dizane ya jî dixwaze ku di ”çerxkirina” Zîya Gokalp da sebebekî wiha hebe?


Ji bo ku hin ferdên miletekî bi meriv ra bêbextî ya jî ”îxanet” kirine merivê ji qewmê xwe naxeyide, dernakeve û nabe tirk ya jî tiştekî din.


Her însan ewladê dê û bavekî û ferdê miletekî tê dinyayê.


Dê û bavê meriv çiqasî xerab û hin ferdên ji miletê meriv jî bi meriv ra îxanetê bikin jî meriv nikane wan biguherîne.


Meriv dikane ji wan bixeyide, rexne bike, lê guherandin ne mimkûn e.


Ma nuha hin kurd bi Dîlan Press ra ”îxanetê” bikin, qey ewê kurdbûna xwe înkar bike bibêje ez ne kurd im, ez tirk im?


Em hemû dizanin ku di van 30 salên dawî da ji nava kurdan bi sedan îtîrafçî derketin û bi dost û hevalên xwe ra îxanet” kirin.


Lê ji ber vê ”îxanetê”, weke reaksiyon kesî kurdayetiya xwe înkar nekir û negot ez tir kim…


Û ji xwe mazereteke wiha jî ne karê merivekî biaqil e.


Lê bi rastî jî gelo hin kurd ji bo çi eslê xwe înkar dikin?


Ya jî nikanibin eslê xwe înkar bikin jî, ji bo çi didin hevalê dijmin û li dijî qewmê xwe şer dikin?


Bersîva min ya vê pirsê, bersîva min ya jor e; ya ji ber tirsê, ya jî ji bo pere û meqam e.


Helbet dibê meriv zeîfiya hest û şiûrê netewî jî lê zêde bike.


Ji bo hin kesan zeîfiya şiûrê netewî û kompleksa xwebiçûkdîtinê jî hetanî dereceyekê dikane rolekê mezin bilîze.


Di bûyera Ziya Gokalp da li gel tirsê û menfaetê, zefiya hest û şiûrê netewî roleke mezin lîstiye.


Gokalp, ji koka xwe, ji qewmê xwe ne razî ye, ji bo ku înkarkirina xwe bi heq derxe, dixwaze hemû miletê kurd jî bike tirk.


Û ji bo vê yekê jî lêkolînan çêdike û plan û metodên helandina kurdan pêşkêşî dewletê dike.


Yanî heger Ziya Gpkalp kurd e, gotina îxanetê jî ji bo wî hindik e, ew pîrê xayinan e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE