01 september 2011

Erdogan li serê me kurdan bû "Gayê Et Tûsî"

Çiqasî rast e, çiqasî çîrok e nizanim, min di derekê da xwendibû.


Wek tê zanîn di destpêka sedsala sêzdan da ordiyên moxolan weke xerzên kulî dinya dabûn ber xwe û welat bi welat her der îstîla dikirin.


Di salên 1257-1258-a da moxol di bin serokatiya Hulagû(1217-1265) da gihîştibûn ber deriyê Bexdayê û haziriya îşxalê dikirin.


Zana, fîlozof û alimê bi nav û deng Nasureddîn Et Tûsî(1201-1274) tim ji Xelîfeyê Ebbasiyan yê wê demê Mustasim Bîllah(1221-1258) ra dibêje, moxol vane hatine ber deriyê Bexdayê, dikin bajêr bigrin, dibê em haziriya xwe bikin, tedbîrekê bigrin.


Lê Xelîfe bi rengekî bêxem dibêje, ”Metirse, ew bela xwe di me nadin, heta em destûrê nedin, ew nakevin Bexdayê.”


Rojekê Xelîfe li Bexdayê, li rexê çemê Dîcleyê rûniştiye û dîsa ji xwe ra kêf û sefayê diborîne.


Et Tusî, diçe ba wî û kitêba xwe ya ku bi salan bû li ser dixebitî bi kêfxweşiyeke mezin diyarî wî dike.


Xelîfe Mustasim Bîllah, bîstekê li kitêbê dinêre û dû ra jî pel bi pel diçirîne û dibêje, ”Ev rûpel qilêr bûye dibê were şuştin”,  ”ev rûpel jî qilêr bûye dibê were şuştin”, ”ev rûpel jî qilêr bûye dibê were şuştin” û bi vî hawî hemû rûpelan, yek bi yek diçirîne û davêje ji çem da.


Û dû ra jî vedigere ser Et Tûsî û jê ra dibêje:


”Ji dêlî ku te ev kitêb ji min ra anî, te ji Tûsê gayek ji min ra bianiya çêtir bû.”


Tûs, li Îranê bajarekî antîk e. Belkî jî bajarekî Kurdistanê ye. Ez baş nizanim.


Et Tûsî, feqîro herçiqasî pir li ber keda xwe ya salan dikeve û ji qahra dîn û har dibe jî, lê ji tirsa newêre dengê xwe bike.


Piştî bîstekê bi rengekî hustuxwar dema hêzî ser xwe dike ku rabe biçe, Xelîfe jê ra dibêje:


-Mele, tu dikî bi ku da biçî?


Et Tûsî dibêje:


-Ez dikim herim gayê ku tu dixwazî ji te ra bînim…


Li gorî rîwayetê, Et Tûsî ji wir lêdixe diçe ba Hulagû û dibe merivê wî.


Xwedêgiravî Hulagû jî qedir û qîmeteke mezin dide Et Tûsî û wî li ba xwe dihêle.


Di sala 1258-a da Hulagû Bexdayê digre û bajêr wêran dike, zar û zêç, kal û pîr jî tê da, li dora sedhezar, hinek dibêjin hîn zêdetir însan dikuje. Leşkerên Hulagû, Xelîfe Mustasim Bîllah jî êsîr digrin û derdixin huzûra Hulagû.


Mustasim Bîllah bala xwe didê ku Et Tûsî û Hulagû li ser textê zêrîn li kêlek hev rûniştine…


Et Tûsî, ji Xelîfeyê ku bi çavekî matmayî li wî dinêre wiha dibêje:


-Gayê ku te temî kiribû va ye min anî…


Ez dibêjim Erdogan jî li serê me kurdan bû ”Gayê Et Tûsî”, emê çawa ji vî ”gayê çavsor” xelas bibin ne diyar e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE