08 september 2011

Erdogan agir kiriye dawa xwe...

Serekerkanê Artêşa Tirk Necdet Ozel, bi fermandarên bejayê, hewayê û behrê ra piştî Meletiyê çûn Elihê û dû ra jî derbasî Sêrtê bûn.

Fermandarên Artêşa Tirk bi waliyê Elihê ra civîneke ji çapemeniyê ra girtî pêk anîn. Ziyareta Fermandaran ya Meletyê û Sêrtê weke amadekariya êrîşeke bejayî ya ser Herêma Kurudistana Federe tê şirovekirin.


Serekerkanê tirk ev çend roj in li Kurdistanê bi hemû serfermandarên ordiyan ra civînê li ser civînê çê dike.


Ji hilbijartinên hezîranê û virdaye Erdoganê gurcî bitir bûye, agir kiriye dawa xwe,  geh bela xwe di kurdan dide, geh di Îsraîl dide. Ermenîstanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê hema kî tê ber tehdît dike.


Lê ji Îsraîl bêtir jî çavê wî me kurdan dibire, ji ber ku miletê herî bêpişt û bêxwedî em kurd in, loma jî dixwaze berî Îsraîl mêraniya xwe li serê me kurdan biceribîne….


Tirk dibêjin, pêlewanê têkçûyî ji gulaşê têr nabe, Erdogan û artêşa wî jî ji têkçûnê têr nabin, ev 27 sal in wer xwe diceribînin û tim jî têk diçin, lê dîsa jî têr nabin, dixwazin ku PKK careke din jî wan têk bibe û şaşiya vê şerxwaziya wan nîşan bide.


Li gorî rojnameya Tarafê îro dinivîsîne, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ewê bi heyetekê ra hefteya pêş me were Anqerê.


Di nûçeyê da tê gotin ku “ Nêçîrvan Barzanî ewê wek nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Tirkiyeyê bike. Tê payin ku wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistana Federe Kerîm Şingarî jî ewê tevî Nîçîrvan Barzanî here Tirkiyeyê.


Wisa xuyaye ku Nîçîrvan Barzanî bi vê ziyareta xwe dixwaze rê li ber êrîşa Tirkiyê û şerekî mezin bigre û ji bo çareseriya mesela kurd riyeke aştiyane bibîne.


Ji xwe nîçîrvan Barzanî tim dibêje ku meseleya kurd bi çek û şer tu carî çareser nabe, ne PKK dikane bi şer zora dewletê bibe û ne jî dewlet dikane bi şer û operasyonan PKK-ê biqedîne.


Çare siyaset û dîpêpmasî ye.


Lê tirk ewê guh bidin pêşniyarên Nîçîrvan Barzanî ya na, ne diyar e, dibe ku general bi van civînên xwe yên îro dixwazin berî hatina Nîçîrvan Barzanî dest bi êrîşê bikin.


Lê înşelah wiha wiha nekin û li bende Nîçîrvan bimînin.


Dîsa li gorî xebera rojnameya Tarafê, di eynî rojê da Mesûd Barzanî jî ewê serdana Tehranê bike.


Ev jî nîşn dide ku hukûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî Mesûd Barzanî bi hemû îmkanên xwe hewil dide ku di nabêna Tirkiyê û PKK-ê, Îran û PEJAK-ê da riyeke bêşer ya aştiyê bibîne. Ez hêvî dikim ku ev hewildana kurdên başûr biserkeve û rê li ber êrîşa Tirkiyê were girtin.


Bi qasî ku xuyaye şerê nabêna Îranê û PEJAK-ê nuha rawestiyaye, bi hêviya ku Erdogan jî zêde ecele neke û nebe sebebê kuştinên nuh.





Tu zulm ne ebedîye


Dîrokê nîşan daye ku tu zulm ne ebedî ye, zulumkar çuqasî zalim û xedar be jî rojekê têk diçe û heq û mezlûm miheqeq biserdikevin.Dibêjin ku her Mûsayek Fîrawunekî wî heye, lê dawiya dawî Fîrawun diherin Mûsa dimînin...


Lê li gel vê jî zalim û zulumkar dev ji zulumkariyên xwe bernadin.


Helbet bi dua û hêviya dawî li zulmê nayê, dibê meriv li dijî zulmê û zulumkaran micadelê bide.


Ji ber zanîna vê rastiyê ye Seydayê Cegerxwïn gotiye: "Dara azadiyê bi xwîn û xwêdanê tê avdan."


Ji şansê me kurdan ra zalim û zulumkarên me ne yek e, çar in, loma jî karê me ji yê herkesî zor û zahmettir e...


Ji bo ku zarok û neviyên me jî weke bav û kalên xwe, bindestiyê û zulmê nebînin dibê em pir bixebitin...


Ancax xebateke bênabên û hevkariyeke xurt dikane me ji bin vê zulmê û bindestiyê xelas bike....



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE