29 augusti 2011

"Zilamek û Zimanek"

Mîr Celadet Alî Bedirxan, 60 sal berî nuha di 15-ê temûza 1951-ê da li Sûriyê di qezayeke trajîk da çû ser dilovaniya xwe.

Îsal 60 saliya wefata wî tê bibîranîn.

Celadet Bedirxan ji edebiyat, dîrok û bi taybetî jî ji zimanê kurdî ra xizmetên bêhempa kiriye. Berî hertiştî, ew danêrê elîfba û gramera kurdî ye. Bi saya serê wî, îro em kurd xwedî elîfbeya kurdî-latînî û rêzimanê kurdî ne.
Xebateke wî ya din ya gelkî girîng jî derxistina kovara Hawarê ye.

Wî, di sala 1932-a da kovara HAWARê derxist. Ji sala 1932 heta sala 1943-a li ser hev 57 hejmarên Hawarê weşand.

Kovara Hawarê di warê dîrok, edebiyat û zimên da weke ansîklopediyeke pir hêha ye.

Hawar, kovara kurdî latînî ya pêşî bû û bi saya Hawarê û dû ra jî bi kovara Ronahiyê xwendin û nivîsandina kurdî di nava kurdan da belav bû, kurd fêrî elîfbeya latînî bûn, ji nava kurdan nivîskar û şairên nuh derketinb û helbestên Cegerxwîn û Qedrîcan di nava kurdan da olan dan.

Bêyî Hawarê, wî, kovareke bi navê RONAHÎ jî weşand. RONAHÎ jî heta sala 1945-a 28 hejmar hatin weşandin.

Bêyî weşandina HAWARÊ û RONAHÎYÊ, Elîfbeya Kurdî, Rêzimana Kurdî û Ferhenga Kurdî, gelek lêkolîn û xebatên wî yên din jî hene.

Li gel elîfbayê û gramerê, berhema Celadat Berdirxan ya herî bi nav û deng kovara Hawarê ye.

Hawar, cara pêşî ez dibêjim di sala 1978-a da min li Diyarbekrê li mala Mûrad Ciwan dît û çend nivîs jê xwendin.

Dû ra di sala 1980-î da min li Almanya HAWAR kirî û bi xwe ra anî Swêd.

Li Swêd min çend caran xwest ku Hawarê ji serî heta dawî bixwînim, lê ez tim bi ser neketim.

Ji ber ku kovar hatibû biçûkkirin, formata wê ji A4-ê û bûbû A5, loma jî herf pir hûr bûbûn, meriv baş nedidît. Îcar xwendina 1100 rûpel herfên hûrik jî wer ne rehet e.

Lê ez dibêjim min di Hawarê da hemû nivîsên girîng xwendine.

Ji van nivîsên girîng yek jî ”Zilamek û Zimanek” bû ku pir bala min kişand û min pir jê hez kir.

Û loma jî min ew nivîs di sala ya 1982 ya jî 1983-a da di kovara Berbangê da (kovara Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd)weşand.

Celadet Bedirxan, di nivîsa ”Zilamek û Zimanek”î da qala merivekî cuhûyê ji Rûsyayê ku çawa zimanê îbranî ji mirinê xelas kiriye dike.

Nivîseke pir manîdar e. Dema min xwend, nivîsê tesîreke pir mezin li min kir û loma jî ez dixwazim careke din jî biweşînim.

Rohat Alakom îro di Netkurdê da li ser Hawarê belegeyek gelkî girîng belav kir. Min jî ew belge di facebooka xwe da belav kir. 

Di wê belgeyê da diyar dibe ku di sala 1932-a da Heyeta Koma Wezîran bi îmzeya Ataturk, belavkirin, kirîn û firotina Hawarê li Tirkiyê qedexe kirine.

Piştî ku min ev belge dît, ji bo ku çîlên nuh jî vê nîvîsa Celadet Bedirxan bibînin, min jî biryar da ku wê biweşînim û bi vî rengî him xortan jê agahdar bikim û him jî Mîr Celalet Bedirxanê gorbuhuşt  bi minasebeta 60 saliya wefat wî bibîr bînim...

Kerem bikin, nivîsê bixwînin.

"Zilamek û Zimanek
Herekol Azîzan (Mîr Celadet Bedirxan)

Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî
jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho
bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye
nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên
xwe pê eşkere dikin.

Me got zimanên mirî zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jiyînbariyê ve
ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin.

Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu
tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine
mezin, kitêbne hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin.

Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu
kes bi wan napeyive.

Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine mirî bûn.
Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî êdî ne
zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye.

Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê ibranî
vejand. Ibranî zimanekî samî, zimanekî kevnare, hevalê erebiyê ye.

Tewrat yek ji çar kitêbên mezin pê hatiye gotin û nivîsandin. Bi
tenê zanayan pê dizanîn û di kiniştan de tewrat bi vî zimanî dihate
xwendin.

Herçî cihî bi zimanine din, bi zimanên welatên ko tê de rûdiniştin
xeber didan. Yanî cihiyan zimanekî milî, zimanekî xweser nîn bû û ji
lewre wan bi zimanên xelkê xeber didan.

Di sala 1877an di şerê ûris û tirkî de zora tirkan çû bû û
herçî miletên Belqanê hene ji bindestiya tirkan xelas bû bûn.

Xelaskirina dewletên Belqanê nemaze bi destê çarê ûris çû bû serî
û miletê ûris bi xwe bi vî îşî bendawar dibû û rojnameyên rûsî
gelek qala dewletên Belqanê ên nû dikir.

Di welatê ûris de xortekî cihî bi navê Elyêzer bin Yehûda hebû.
Kurê Yehûda wek herkesî bi vî şerî bendewar dibû û didît ko
miletên bindest wek Sirbistan û Birxaristanê û ên mayîn ji nîrên
zorkerên xwe xelas dibûn û digihaştin istiqlalên xwe. Yehûda bi van
bûyeran li miliyeta xwe hişyar dibû û li ber halê miletê xwe diket.

Yehûda didît ko halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e.
Cihî ne bi tenê bê welat û bê hikûmet in; lê zimanê wan jî nîne
û bi zimanên xelkê xeber didin.

Xortê cihî qerara xwe da û di dilê xwe de got: divêt cihî vegerin
welatê pêşiyên xwe, welatê kurên Israîl, û dîsan divêt ko cihiyan
jî weke xelkê zimanek hebe û têkde pê baxêvin. Ev ziman jî zimanê
pêşiyan, zimanê ibranî ye.

Yehûda hînî zimanê xwe bû û di sala 1878an de qesta Parîsê, qesta
wî bajarê mêvanhewîn kir.

Li Parîsê, Elyêzer bin Yehûda têkilî cihiyên Parîsê bû. Elyêzer
ji alîkî zimanê xwe pêş ve dibir û ji aliyê din fikrên xwe ên
milî belav dikirin. Lê welatiyên wî bi xwe lê radibûn û heye ko
digotin ev mirov dîn e.

Lê Yehûda guh ne dida wan û ji esera xwe a
mezin re bi vêneke xurt û mezin û bi serê xwe dixebitî. Yehûda kiri
bû serê xwe ji miletê xwe ê bêziman miletekî biziman bîne pê.

Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bû bû. Niho diviya
bû ibraniyê di nav civata miletê xwe de belav bike.

Ji bo çandina tovê
xwe jê re zeviyek diviya bû.
Di sala 1881ê de Elyêzer keça mamosteyê xwe ji xwe re anî û berê xwe da Felestînê.
Bi vî awayî jinikek, hîmê xanimanekê, keti bû destê wî. Zaro wê bidana pey. Yehûda bi
rê ve, di vaporê de dersa jina xwe got û hetanî ko gihaştine erdê
Felestînê jina wî hînî çend pirsên ibranî bû bû.

Gava pê li erdê pêşiyan kirin Yehoda gote jina xwe, ji niho û pê de
emê bi tenê bi ibranî xeber bidin. Ibraniya jinikê gelek hindik bû.
Jinikê kir ne kir lê mêrê wê ji qerara xwe ne geriya. Ne hewceyî
gotinê ye ko zaroyên Yehûda hetanî ko bûne xort ji ibraniyê pê ve bi
tu zimanî ne dizanîn û ji lewre di nav xelkê de lal dihatine hesêb.
Lê bi vê laliyê miletê cihî wek miletine din bû xediyê zimanekî,
xwediyê zimanekî xweser.

Yehûda û xelkê mala wî di zîvariyê de dijîn. Lê çi xem. Ji
fikirine mezin re fedakarîne mezin divêtin. Ji ber ko xelk bi derbekê
bîra fikira mezin nabe. Yehûda nanê tisî dixwar lê gava didît ko
xelkê mala wî bi ibranî xeber dida, bawer bikin, xwe bextiyartirê
mirovên dinyayê dihesiband.

Dawiyê Yehûda rojnameke bi ibranî belav kir ji xwe re xwendevan jî
peyda kirin. Bi rê va û di hin dibistanên cihî de dest bi xwendina
ibraniyê jî kirirn.

Ji milê din Yehûda ferhenga miletê xwe çêdikir û bêjeyên ko di
zimanekî mirî de nînin ew jî pêk ve tanîn. Zimanê ibranî jî di nav
cihiyan de belav dibû. Di sala 1922an de gava Elyêzer bin Yehûda mir
zimanê ibranî yê ko berî 30-40 salî zimanekî mirî bû, bû bû
zimanê miletekî.

Ev ziman îro di Felestînê û di rex erebî û
ingilîziyê de zimanekî resmî, zimanê dewlet û hikûmetê ye jî.
Kurdino, eve zilamek û zimanek û tiştê ko bi vêna zilamekî tête
pê. Di kar û biserhatiya vî zilamî de pend û derseke mezin heye.
Herçî miletên bindest û bêziman an bê zimanê nivîskî divêt jê
ibretê bigirin.

Herçî em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em
pê daxêvin û piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi
tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.

Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî
êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi
vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve ne anîne û bi kêrî
miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne
divêt bi kêrî wî bêt.

Piştî ko em kurd jî wek miletên din bûne xwediyê elfabeke xweser,
xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsanî bûye. Tecrîbê şanî
daye ko li gora jîriya mirov kurd ji heftekê heta çar heftan de dikarin
hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.

Belê piraniya kurdan bi tenê bi zimanê xwe ê mader dizanin û ji lewre
li mal be ji derve be bi tenê bi kurdî dipeyivin. Lê di nav kurdan de
hindikahîke kiçik heye û xelkê vê hindikahiyê an di welatê
xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Tiştê ko ji vê hindikahiyê
re divêt, heke bi zimanê xwe nizanin berî ewilî hînî wî bibin û
pişre di nav mala xwe û bi zar û zêçên xwe re herwekî Elyêzer dikir
bi tenê bi kurdî xeber bidin.

Belê ji van kurdan re divêt, gava derve têne mal, herwekî cilên xwe
ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguhêrînin, zimanê xwe jî welê
biguhêrînin û bi zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê
malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin."

Jêder: Kovara Hawarê; hejmara: 40, sala 1942



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE