15 augusti 2011

Xwendevan li bende nivîsa Şeyhmûs Dîken ya bi kurdî ya duyem kevzikî bûn

Şeş meh berê, di 26-ê adarê da Şeyhmûs Dîken nivîsa xwe ya pêşî ya bi kurmancî di malpera Yuksekovahaberê ya jî di rojnameya Bîrgunê da weşand. Ez baş nizanim kê berê weşand.


Sernivîsa nivîsê ”Rewşenbîrên Kurd Kî ne?” bû.


Nivîs bi tevayî 21 rêzên kin, 885 herf û 192 gotinên piraniya wan dubare bûn.


Mesela di vê nivîsa pir kin da 12 caran gotina ”rewşenbîr”, 10 caran gotina ”kurd” û 6 caran jî gotina ”ne tenê” derbaz dibû û nivîs tije çewtiyên gramerî û îmlayê bûn…


Lê li gel vê jî, weşandina nivîsa Şeyhmûs Dîken di çapemeniya kurd da olaneke pir mezin da.


Malperên weke PDK Bakur, Netkurd, Bîrgun, Amîda, Bîanet û ez dikanim bibêjim belkî hemû malperên din jî eynî nivîs bi welwele, zilxit û lîrandineke pir mezin weşandin û ji ber vê destpêkê Dîken pîroz kirin.


Vena ku stêrkek nuh li ziman û edebiyata kurdî zêde bûbe, hemû malperan bi dilşadiyeke mezin xêrhatin dida vê stêrka nuh ya asîmanê ziman û edebiyata kurdî…


Heta nuha tu nivîseke nivîskarekî kurd tu carî hewqasî deng û olan nedaye û ji alî hemû malperên kurdan ve bi vê helahopê nehatiye weşandin.


Û nivîs jî nivîs bûya!


Bi kurtî hemû malperan mizgînî dan xwendevanên xwe û gotin çavê me hemûyan ronî, birêz Şexmês Dîken nivîsa xwe ya ewilî(pêşî)ya bi kurmancî nivîsî…


Yanî nivîsa pêşî ya Dîken, di çapemeniya kurd da bû xebreke pir mezin û hemû malperên kurdan nivîs weşandin.


Dîken jî bi noteke kin ya bi tirkî xwendevan agahdar kir û wiha got:


Sevgili Arkadaşlar,


57. yaşimda bir ilki gerçekleştirmemin heyacaniyla ilk Kürtçe yazimi paylaşiyorum.


Bundan sonra bu tür denemelerimin giderek artan dozda sürecegni düşünüyorum.


Selam ve sevgileirmle kalin.


Şeyhmus DÎKEN”


Kurdiya wê jî teqrîben wiha ye:


” Gelî hevalan, di 57 saliya xwe da heyecana nivîsandina nivîsa xwe pêşî ya bi kurdî dijîm û bi we ra par dikim. Ez difikirim ku ji nuha û pê va jî ceribabdinên min yên bi vî rengî ewê bi zêdayî berdewam bin.”



Malpera Haber Diyarbekrê jî li ser nivîsî ev agahdariya jêr da xwendevanên xwe:


Qunciknivîskarê rojnameya tirkî Birgünê Şeyhmus Diken, quncikê xwe yê îro bi kurdî nivîsand. Diken ku cara ewil e di rojnameya xwe de bi kurdî dinivisîne, diyar kir ku dê car caran nivîsa bi kurdî bidomîne.”


Herçiqas min ji vê duayê ra negot  ”amîn” lê dîsa jî weke nivîskarekî kurd kêfa min hat.


Min ji xwe ra got weleh pir baş e, waye nivîskarekî din, qelemeke din jî dike li ziman û edebiyata kurdî zêde bibe.


Bi rastî jî heger Şeyhmûs Dîken bixwaze dikane bi kurdî binivîsîne, dikane bibe nivîskarekî kurmancî.


Ji ber ku Dîken axaftina bi kurmancî baş dizane. Zahmetî tirsa destpêkê ye, piştî çend nivîsan meriv wiya jî ji ser xwe davêje û êdî li nivîsandinê vedibe.


Yanî mesele tenê daxwaz û biryar e.


Ji 26-ê adarê û virda ye ez bi meraqeke mezin li bende nivîsa Şeyhmûs Dîken ya duyem ya bi kurdî me.


Çimkî soz da bû, gotibû ewê carcarnan nivîsên bi kurdî binivîsîne.


Ji wê rojê da ye her cara ku nivîseke Şeyhmûs Dîken bi ber çavê min diket, min ji xwe ra digot, temam, miheqeq îcar bi kurdî nivîsî ye.


Lê tim jî xeyalşikestî dibûm, min didît ku nivîs bi tirkî ye.


Dawiya dawî, wê rojê nivîseke wî ya bi sernivîsa kurdî ”Rabe, Em Herin Welatê Xwe” bi berçavê min ket.


Kêfa min hat, min got temam, weleh wa ye camêr nîhayet nivîsa xwe ya duyem jî bi kurdî nivîsî û min nivîs vekir û dest bi xwendinê kir.


Lê ez çi bibînim, min dît ku ne nivîs, sernivîs tenê bi kurdî ye û ew sernivîs jî ne ya wî ye, gotinên stranake Aramê Dîkran e.
Nivîs li ser sêyemîn salvegera wefata Aramê Tîgran e û bi tirkî ye û di rojnameya Agosê û Rojeva Kurdistanê da derketiye.


Min zanîbû Şeyhmûs Dîken bi kurdî dom nake û nabe nivîskarekî ziman û edebiyata kurdî.


Ji ber ku nivîsandina bi zimanekî bi îdeolojî û felsefeya meriv û hezkirine meriv ya ji wî zimanî ve girêdayî ye.


Meriv ji zimanekî hez neke, nexwaze her roj bi wî zimanî bipeyive, pê bijî meriv nikane bibe nivîskarê wî zimanî.


Ji bo ku meriv bi zimanekî binivîsîne dibê meriv evîndarê wî zimanî û wê edebiyatê be, evîndarê muzîk û klasîkên wî zimanî be.


Şeyhmûs Dîken ne heyran û evîndarê ziman û edebiyata kurdî, ew evîndarê tirkî û edebiyata tirkî ye.


Loma î ne mimkûn e ku Dîken dev ji tirkî berde û bibe nivîskarekî kurd. Ev întîxara wî ye.


Heger ne wiha bûya ewê nivîsa xwe ya pêşî ya bi kurdî û ew jî çend rêzên şaşomaşo û dubare di 57 saliya xwe da nenivîsanda…


Nivîs bi dil tê nivîsîn, dil li ku be qelem dide dû…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE