21 augusti 2011

Tirk nahêlin li Sûriyê jî kurd ji bindestiyê xelas bibin.

Ji bo ku kurd mafekî netewî bidest nexin, Tirkiyê li Îraqê çi dikir, li Sûriyê jî eynî tiştî dike.
Dewleta tirk, ji alîkî da zixtê dide ser ereban ji bo ku kurdan li derî hevkariyê bihêlin, tu mafekî wan qebûl qebûl nekin.

Û ji aliyê din da fîtneyê dixin nava kurdan, kurdan bera hev didin, ji bo ku di nava xwe da tifaqekê çênekin.

Nuha dewleta tirk bi hemû dezgehên xwe ve tenê li dijî kurdan dixebite.

Rojeva hemû organên dewletê ya yekem, kurd li Sûriyê, li Tikriyê û li Îranê jî weke li Îraqê nebin xwedî statuyeke siyasî.

Welhasil heta ku li Tirkiyê kurd ya bi rehetî ya jî bi zorê, zora vê dewleta ceberût nebin, yanî mesela kurd li Tirkiyê çareser nebe, tirk nahêlin li beşekî din yê Kurdistanê kurd bigihîjin azadiay xwe.

Çimkî tirkan hebûna xwe bi tunekirina kurdan ve girêdane.

Li gorî siyasetmedarên tirk hebûna kurdan û çêbûna Kurdistanê wendabûna tirkan û dewleta tirk e.
Mixabin ev yek yanî tirsa çêbûna Kurdistanê bûye paranoyeke tirkan ya pir mezin...
Emê çawa wan ji vê paranoyayê xelas bikin ez nizanim.

Belkî jî heta ku Kurdistan çênebe tirkê ji vê paranoyayê xelas nebin...


Vebûna plana AKP-ê ya tasfiyekirinê bû

Min nuha di Roj TV da li programa ku Şerafetîn Elçî û Ayhan Bîlgen jî weke axatevan beşdar bûn temaşe kir.

Programeke pir baş û bi mistewa bû.

Ayhan Bîlgen di axaftina xwe da tespîtek kir, got, "Vebûn planeke tasfiyekirinê bû" lê bi ser neket.

Bi dîtina min tespîteke rast e, ji xwe heta bigihîje serokerkanê wê demê jî got, teror bi çek û şer tenê naqede, dibê meriv di gelek cepeheyan da biçe ser.

Erdogan û Gul jî digotin "pakêta kurd", "vebûn" , başkirinên aborî hemû jî beşên têkoşîna me ya li dijî terorê ye.

Bi siyaseta "vebûnê" hukûmetê wisa hesab dikir ku ewê PKK ji hêz da bike û belkî jî belav bibe...

Lê hesabê hukûmetê yê mal û bajêr li hev derneket, PKK bi "vebûnê" ne ji hêz da ket û ne jî belav bû.

Loma jî ma hukûmetê nuha dîsa wasiteya şer xist dewrê, dixwaze dîsa vegere nuxteya berê...

Ji ber ku hukûmet hîn nehatiye nuxteya qebûlkirina hebûna kurdan û dayina mafê wan yên netewî.
Roja ku Erdogan dev ji luxata xwe ya "yek milet" î berda wê demê mesela kurd hel dibe..

Heta ku serokwezîrê Tirkiyê Erdogan neyê vê nuxteyê, yanî hebûna kurdan weke milet qebûl neke û vê yekê negre bin garantiya qanûna esasî hemû "vebûn" û "pakêt makêt" xapandin û taktîkên qezenckirina wextê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE