27 augusti 2011

Tirk him neheq û him jî zorba ne

Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu, li ser notaya ku hukûmeta Îraqê daye Tirkiyê gotiye:


”Dema hûn erdê xwe ji terorîstan paqij nekin emê operasyonan bikin.!


Mêrik wek berdevkê Hulagu peyivîye, sînoran, peymanên navnetewî nas nake, ji bo wî tu qîmeta peymanên navnetewî û sînorên welatan tuneye.


Davutoglu dibêje, dibê Îraqê weke me bike û dema neke jî ewê bi zor têkevin axa Kurdistana Federe û Îraqê.


Yanî ya wan zorbatî û çavbirîn e.


Kes ji Davutoglu ra nabêje, berî ku tu viya ji kurdan û ji Îraqê bixwazî, dibê tu erdê xwe ji ”terorîstan” paqij bikî û nehêlî sînorên welatekî din îhlal bikin.


PKK rêxistineke Kurdistana bakur e, serokên PKK-ê Karayilan, Bayik, Kalkan, Kaytan û gerîla ne ji Îraqê, ji Tirkiyê ne.


Yanî hemû jî hemwelatiyên Tirkiyê ne.


Loma jî sûcdar ne Îraq e, Tirkiyeye, ew nikanin sînorên xwe biparêzin û rê li ber çûn û hatina hemwelatiyên xwe bigrin.


Ne hemwelatiyên Îraqê, hemwelatiyên Tirkiyê diçin û tên welatekî din.


Ji ber vê yekê jî, ne Îraq, dibê Tirkiye rê li ber van çûn û hatinan bigre.


Tirkiye li gel vê neheqiya xwe jî sûc dixe husutê hukûmeta Kurdistana Federe û Îraqê, ku ev jî neheqiyeke mezin e..


Dewletek dibê bi xwe sînorên xwe biparêze, dibê vî karî û vê wezîfeyê ji dewleteke din nexwaze.


Lê Tirkiye wisa nake, him nikane sînorên xwe biparêze û him jî welatekî din ji vê yekê berpirsiyar dibîne.


Yanî argumentên Tirkiyê mahneyên(hincetên) vala ne û kêla mahneyan jî tu carî tije nabe…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE