20 augusti 2011

Tirk di propagandeyê da pir serkeftî ne

Beşir Atalayê berpirsiyarê çareserkirina pirsa kurdî û alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, do êvarî di kanaleke telewîzyonê da got, ”li dijî PKK-ê di navbera hemû organên dewleta Tirkiyeyê da hemahengî û hevkariyeka temam heye û koordînasyona Tirkiyeyê ya bi Emerîkayê ra jî pir saxlem dixebite.”


Bi gotineke din, di nabêna hukûmetê û leşkeran da dubendî û duserîtî nemaye û bi Emerîkiyan ra jî di nava hevakriyeke li gorî dilê xwe da ne.


Yanî di siyaseta li hemberî kurdan tê meşandin da hukûmet êdî bi destê xwe ye û tu gazineke wan ji organeke dewletê ya din tuneye.


Ev, aliyê meselê yê hundur û yê Emerîkayê.


Li ser aliyê meselê yê Ewrûpayê jî di eynî programê da Atalay got:


“Li welatên Yekîtiya Ewropayê jî li herberî serkaniyên fînansê yên rêxistina terorê operasyonên pir cidî hatin kirin. Parvekirina malûmatên îstixbaratî yên digel Emerîkayê berdewam dike û di vî warî da hîç problemeka me nîne.”


Wektê dîtin, li hemberî PKK-ê, Emerîka tam alîkariya wan dike.


Hemû welatên Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya wan dikin.


Û bi rastî jî wisa ye.


Almanya, Fransa, Îngiltere, Danîmarka, Îspanya, Holanda, Yûnanîstan, Romanya yanî bi kurtî hemû walatên Yekîtiya Ewrûpayê mohra rêxistina ”terorê” li PKK-ê dane û her daxwazên Tirkiyê tavilê bicîh tînin.


Îsraîl ji wan bêtir li dijî PKK-ê ye û di her warê teknîkê û îstîxbaratê da alîkariyê dide wan.


Rûsya, Îran, Sûriye, hukûmeta Îraqê ya merkezî û hemû welatên Ereban jî li dijî PKK-ê ne û ew jî piştgiriya Tirkiyê dikin.


Yekîtiya Îslamî li pişta wan e.


Yanî Emerîka, Îsraîl, 27 dewletên Yekîtiya Ewrûpayê, Yekîtiya Îslamî, Yekîtiya Ereban, Yekîtiya Dewletên Tirkî hemû li djî PKK-ê ne û piştgiriya dewleta Tirk dikin.

Lê siyasetmedarên Tirk hewqasî bêûjdan û bêexlaq in ku dîsa jî dibêjin “tiliya derve” di mesela kurd da heye, hin dewletên ji Tirkiyê hez nakin PKK derxsistine û wê li hemberî Tirkiyê pîj dikin.


Beşîr Atalay jî di programê da eynî tişt got. Li gor wî jî tevgera kurd ya netewî û hebûna PKK-ê û şerê kurdan yê ji bo azadî û mafên xwe yên rewa bi hin “tiliyên derve”, bi hin dewletên ku “naxwazin Tirkiye xurt bibe” ve girê da (û ji xwe tim wiha dibêjin)û got ji bo lawazkirina Tirkiyê destê van dewletan di mesela kurd da heye.


Law hey bêûjdan û bêexlaq, hemû cîranên Tirkiyê, 27 dewletên Yekîtiya Ewrûpayê, Emerîka, Îsraîl, Yekîtiya Ereban,Yekîtiya Îslamî, Yekîtiya Dewletên Tirkî hemû li dijî PKK-ê ne û bi we ra ne û hûn hîn jî dibêjin “tiliya derve, tiliya hin dewletên ku xurtbûna Tikiyê naxwazin” di mesela kurd da heye.


Ma li cîhanê dewlet ma?


Hemû dewletên ku kanibin alîkariya kurdan bikin heval û dostên we ne û li dijî kurdan e.


De îcar çawa hûn hîn jî dikanin bibêjin ku ”tiliya derve” di têkoşîna PKK-ê da heye?


Ez medyaya tirk didim aliyekî, ji ber ku mediya tirk bi hemû şaxên xwe nîjadperest e û weke dezgeheke dewletê dixebete


Lê tiştê herî ecêb, miletê tirk jî ji vê derewa leşker û siyasetmedaran ya bi boçik bawer dike.


Emerîka, Îsraîl û Yekîtiya Ewrûpayê bi kêmanî bi qasî Tirkiyê li dijî PKK-ê ne, lê dîdsa jî ew van dewletan wekî  ”xwêrnezwazên Tirkiyê”  û hêzên li pişt PKK-ê dibînin û wisa nîşan didin.


Îran, bi tank, top û balafiran her roj li PKK-ê û kurdan dixe, rojê xortekî endamê PKK-ê bi darde dike, ji bo qedandina kurdan û PKK-ê hovîtiya nemayî dike, lê tirk dîsa jî dibêjin Îran li pişt PKK-ê ye...


Rastiyek çawa dikane hewqasî belovacî were kirin bi rastî jî aqilê meriv disekine.


Di vê yekê da bêguman xizmeta herî mezin medyayê kiriye, medyayê ev bêbextiya ku li kurdan dibe weke rastiyekê xistiye serê miletê tirk jî.


Loma jî dibê meriv qebûl bike ku tirk di propagandeyê da pir serkeftî ne, di rojnameyeke weke Tarafê da jî(hin nivîskar netê da) dikanin weşaneke tam li gorî dilê dewletê bidin kirin.

Em mezlûm û bi heq in, lê em nikanin vê mezlûmî û biheqbûna xwe bi miletê tirk û bi cîhanê bidin qebûlkirin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE