14 augusti 2011

Serîhildana kurdan bi girtina şexsekî têk naçe

Ev du roj in çapemeniya tirk derewa girtina serokê KCK-ê Mûrad Karayilan ji alî Îranê va avêtiye ortê û pê kêfa xwe tîne.
PKK-ê xeber tekzîb kir û got hevalê me li ser karê xwe ye. Ez bawer dikim ku ev xeber derew e.

Lê em ferz bikin ku xeber rast be ewê çi bibe ku?

Ev şer e, Karayilan dikane şehîd jî bikeve.

Ma qey dema Karayilan were girtin ya jî kuştin ewê ev tevger biqede?

Ev xeyaleke vala ye.

Berê digotin ku heger Ocalan were girtin ya jî were kuştin mesele diqede.

Ocalan girtin. Ma mesele qediya?

Mesela kurd mesela miletekî ye, bi girtin û kuştina serokan naqede.

Ev serê 150 salî ye ku tirk serokên kurdan digrin û dikujin û bi darda dikin. Berê Osmaniyan dikir, dû ra rejîma kemalîst dom kir.

Ma kurd qediyan, liberxwedana kurdan sekinî?

Bi hêviya ku ewê kurdan biqedînin Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Bavê Tûjo, Seyid Riza û bi sedan lîder û kadirên kurdan bi darda kirin, lê dîsa kurd neqediyan û dev ji têkoşîna xwe bernedan.
Bi girtin û şehîdketana Karayilan jî tevgera kurda ya netewî belav nabe û miletê kurd dev ji doza xwe ya azadiyê bernadin.

Dibê tirk bela sebeb avê bi ber dilê xwe nereşînin, tevgera kurd ya netewî bi girtin û kuştina çend kesan naqede, tevgereke netewî ye, reh û rîşên wê şax berdaye dilê bi milyonan kurdî...

Karayilan here ewê deh, sed Karayilanên din derkevin...



Çapemeniya tirk dezgeheke derew û tezwîratê ye

Nûçeya girtina Mûrat Karayilan ji teref Îranê ve derew derket. Çavkaniya xebrê ajansa dewletê(AA) û TRT bû.


Xwedêgiravî van dezgehên dewletê bêyî misogerkirina çavkaniyê xeberan newaşînin...


Lê dema mijar kurd û Kurdistan be ji bo van dezgehan jî her babet derew û tezwîrat mubah e.

Çimkî ev babet xeberên derew li hemberî kurdan şerê psîkolojîk e, beşekî şerê dewletê yê giştî ye...


Esas tevgera kurd ya netewî hemû dezgehên dewletê rizandine. Li tu dera cîhanê çapemeniyeke weke ya Tirkiyê virek tuneye û bêîtîbar tuneye.


Li Tirkiyê ji artêşê bigre heta bi MÎT-ê hemû xwedî "maseyên derewan" e, piraniya rojname û telewîzyon weke kûreyên derewan dixebitin.
Di piraniya rojname û telewîzyonan da muxabirên çêkirina xeberên vir hene, karê wan li ser PKK û kurdan belavkirina xeberên vir e.


Di çapemeniya tirk da belkî ji sedî 90-ê xeberên li ser PKK-ê û tevgera kurd hemû vir û teoriyên çêkirîne.


Ev xebera girtina Karayilan jî yek ji van derewên çapemeniyê tirk ya bi gulik û xironek bû lê zû pûç bû, balona wan zû teqiya.


Derewên çapemeniya tirk weke tir û fisên tajiyan e, tajî tir û fisan dikin, dibê meriv matmayî nemîne....



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE