15 augusti 2011

Rûvî û tirî

Dibêjin hebû tunebû, rûviyek hebû. Rojekê rûviyê me pir birçî bû û ji xwe ra li nêçîrekê geriya.


Pir geriya, hindik geriya dawiya dawî rastî rezekî hat. Di nava rez da bi dareke mêwê ya bilind ve gûşiyên tiriyê kemilî li ba dibûn.


Dema çavê rûvî li wan gûşiyên tirî ket ji dilbijokiyê şorik ji devê wî çû. Ji bo ku xwe bigîhîne gûşiyekî û ji wî tiriyê bi lezet çend heban bixwe, heta jê hat xwe çindî gûşiyên tirî kir.


Lê ji ber ku dar bilind bû, devê wî negîhîşt gûşiyekî jî. Pir li ber xwe da lê bêfeyde bû, kir û nekir xwe negîhand gûşiyên tirî.


Ji pertav da ket, dawiya dawî ji mecbûrî dev jê berda, da rê û çû û di ber xwe da jî ji xwe ra got:


-Ji xwe giş qorix(hersim) û tirş e, nayê xwarin, ez bigihîştamayê jî minê nexwara…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE