16 augusti 2011

Rih dibe bihost dijmin nabe dost !

Qertel bi rengekî ji xwe bawer û hêdî hêdî li asimanan şûs dibû û çavên xwe li jêr, di bin xwe ra li dîmenên xwezayê yên xweşik digerand.
Wî herêm baş nas dikir, çimkî hemû jiyana wî bi fira di ser van çiyan û baniyan ra derbas bûbû.


Ew qertelê wan çiyan bû.


Qertel hew carê dît ku ji nişkave tîra nêçîrvanekî li sepeta sînga wî ket, şahê wan çiyan giran birindar bûbû.


Bi wê birîna giran ji asîmanan da wek guleyekê xwe bera jêr da. Xwîn ji birîna wî dinuqutî…


Gava serê xwe doş kir û bala xwe da wê tîra ku ew ji bilindayiya asîmanan daxistibû jêr û dikira dawî li jiyana wî bianiya, dit ku doxa tîrê bi perikên wî xemilandî ye.


Kesereke kûr kişand û got ”ax”!


-Gelek caran em aletên ku ewê dawiyê li jiyna me bîne dididn destê dijminên xwe.

Me kurdên bakur jî weke vî qertelî sîleha ku ewê me bikuje daye destê dijminê xwe û ew jî nuha bi vê sîlehê(çekê) me dikuje.

Di şerê azadî û serxwebûnê da rayên(dengên)me sîleha me ya herî girîng û herî mezin e, dibê em vê sîleha(çeka) xwe tu carî teslîmî dijminê xwe nekin.
Dijmin dijmin e, çi dibêje bira bibêje, dibê meriv tu carî baweriyê pê neyne û sîleha xwe nede destê dijmin.

Pêşiyên me gotine, "rîh dibe bihost, dijmin nabe dost."
Kurdan bi rayên xwe Erdogan xurt kirin û nuha jî mêrik dixwaze li hemberî miletê kurd dest bi herbeke mezin bike.

Ji ber ku kurdan rayên xwe danê, loma jî Erdogan îro dibêje, li Kurdistanê min ji BDP-ê pirtir ray girtine û loma jî ez ji bêtir kurdan temsîl dikim.
Erdogan dibêje ku wî li Kurdistanê ji sedî 14-15-ê dengan ji BDP-ê zêdetir girtiye. Yanî ew ne tenê bi hêz û çekên xwe, ew bi dengên girtine jî meziyayê dike.
Bi piştgirya Erdogan kurdan şaşiyeke mezin kirin. Ji ber ku Erdogan di hilbijartinên da wî da bêtir xurt bû, loma jî mêrik dixwaze bibe "Fatîhê Kurdistanê". Ecevît çawa bû "Fatîhê Qibrisê", Erdogan jî dixwaze bi herbeke mezin tevgera kurd bişkîne û bibe qehremanekî tirk.

Û 3 meh berê jî kurdan jî rayên xwe dan neyatekî hewqasî xedar û no...

Dibê em baş bizanibin ku dijminên bavan tu carî nabin dostên lawan...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE