09 augusti 2011

Qanûna qedandina kurdan

Ayşe Hur di rojnameya Tarafê da li ser "Qanûna Îskanê û kurd ya 1934-an" nivîseke gelkî hêja nivîsîye.
Nivîseke baş e, qala siyaseta dewletê ya tunekirina kurdan dike.
Bi vê qanûnê(Qanûna Îskanê) dewletê xwstiye him kurdan asîmîle bike û him jî demografiya Kurdistanê biguherîne.
Loma jî ji alîkî da bi hezaran şêx, mîr, beg, axa, kurdên zana, şiyar û welatparêz bi darê zorê surgûnê nava tirkan kirine û ji aliyê din da jî bi hezaran mahcirên ji Balkanan birine li Kurdistanê li hin derên stratejîk bicî kirine.
Ev qanûn herçiqasî di salên 1934-a da derketibe jî lê dewletê hîn jî dev ji vê siyaseta xwe ya helandina kurdan bernedaye...
Yanî siyaseta înkar û îmhayê bi hin rê, taktîk û metodên cihê îro jî hîn berdewam e.
Bêguman êdî em hemû kurd dizanin ku vê dewletê ji roja avabûna xwe da xwestiye miletê kurd bike tirk û ji bo ku bigihîje vê armanca xwe jî gelek hewil daye, gelek dek û doêab gerandiye.
Ji van hewildanên dewletê yek jî "Qanûna Îskanê ya 1934-a" ye.
Dibe ku haya hin kurdan, bi taybetî jî cîlên nuh ji vê qanûnê û plana dewletê ya tunekirina kurdan tunebe û heger hebe jî naveroka qanûnê nedîtibin.
Ayşe Hur, di vê nivîsa xwe da bi rengekî gelkî xweşik li ser vê plana tunekirina dewleta tirk rawestiyaye û bi belge raxistiye ber cavên kurdan...
Li gel hemû fêlbazî û demagojiyan hukûmeta AKP-ê jî ne li dijî vê îdeolojiya dewletê ya resmî ye, yanî ne li dijî helandina kurda ye.
Hukûmetên berî Erdogan tam negihîştin armanca xwe, nikanîbûn kurdan hemû asîmîle bikin kurdan bi tevayî bikin tirk.
Erdogan bi plan û program li pey bicîanîna vê armancê û vê xeyala nîjadperestên tirk e.
Erdogan dixwaza armanca û naveroka Qanûna Îskana kurdan ya 1934-an yanî wendakirin û helandian kurdan îro bicî bîne...
Xeyal û hedefa Erdogan ya herî mezin qedandina PKK-ê û tevgera kurd ya netewî û dû ra jî tirkkirina miletê kurda e.
Dema meriv bala xwe dide naveroka Qanûna Îskanê, meriv dibîne ku di nabêna gotin û kirinên hukûmetê û naveroka vê qanûna hanê ya nîjadperest da tu ferqên mezin tunene, armanca herduyan jî helandina zimanê kurdî tû irkkirina kurda ye.
Nivîsê bixwînin, nivîseke pir baş e.
Nivîs di rojnameya Tarafê û di malpera Kurdînfoyê da heye.
Îsmaîl Beşîkçî  xoce jî li ser vê qanûnê kitêb nivîsîye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE