11 augusti 2011

Nav bi kurdî paşnav bi tirkî sosireteke mezin e!

Di malpera ANF-ê da li ser hin paşnavên kurdên Kurdistana Tirkiyê nivîsekê îro bala min kişand.



Nivîskar(Dogan Barış Abbasoglu) di nivîsa xwe da li ser hin paşnavên kurdên Tirkiyê yên nîjadperest, wek ”Turk, Ozturk, Turksoy, Ulusoy” û yên weke van radiweste û ji kurdan dixwaze ku ew êdî dev ji van paşnavên nîjadperest ku dewleta tirk bi zanetî dane wan berdin û paşnavên kurdî bigrin.



Li ser vê mijarê heta nuha min çend caran nivîsîye û gotiye ku dibê kurd van paşnavên bi tirkî yên nîjadperest berdin.



Lê heta nuha min nebihîstiye ku kurdekî paşnavê xwe yê tirkî guhertibe û di dewsa wî da paşnavekî kurdî girtibe.



Bi dîtina min dibê kurd êdî bi girseyî dev ji paşnavên tirkî berdin û paşnavên kurdî bigrin.



Nav jî paşnav jî nasnameya ferdên milatekî ye, her însan bi nav û paşnavê xwe diayr dibe ku ji kîjan miletî ye.



Dibê em kurd jî bi nav û paşnavên xwe xuya bin ku em ne tirk in, ne ereb û ne faris in, em kurd in.



Hin navên Îslamî, yên ku gelek milet li xwe dikin hene, lê ew jî li gorî zimanê her miletî modîve dibe.



Mesla navê Mihemed bi erebî û tirkî cihê ye.



Lê ya girîng nuha paşnavên sosiret û nîjadperestin in, dibê meriv ji nuha ji wan dest pê bike.



Piştî ku kemalîstan cî dan nigên xwe, di sala 1934-an da li Tirkiyê ””Qanûna Paşnavan” derxistin û bi darê zorê paşnav dan her kurdî.



A di vê hengamê da gelek paşnavên sosiret û nîjadperest weke ”Turk, Ozturk, Turkekul, Tûran, Oguz, Turkoglu” paşnavên weke van dan kurdan.



Ji xwe wê demê bêyî hin malbatên eşraf û mîran li Kurdistanê ne kesî rindikî bi tirî dizanîbû û ne jî maneyên van paşnavên didan wan fêm dikirin.



Lê îro rewş hatiye guhertin û tu sebeb tuneye ku kurd hîn jî van paşnavên sosiret û nîjadperest weke paşnavên xwe bihêlin.



Nav bi kurdî, lê paşnav bi tirkî nabe, li hev nake. Dibê di nabêna nav û paşnav da ahengek hebe, li hev bikin.


Nav Şoreş, Rizgar, Azad û paşnav jî "Turkoglu" ya jî "Turk" sosiret e û tesîreke negatîf li şexsiyeta zarok, însên dike, şexsiyetê perçe dike.



Mesela navên weke ”Baran Ozturk, Zîlan Turk, Azad Turk, Berfîn Turkekul, Berîvan Ulusoy, Rûken Turkoglu, Gurgîn Turk û Ozturk û Turkekul, Başturk” û yên weke van bi rastî jî pêkenîn û kontrasteke pir mezin e û şerm e.



Dibê kurd êdî dest pê bikin û dev ji van paşnavên tirkî yên sosiret û nîjadperest berdin.



Yekî weke Ahmedê Hecî Sînan ku serokekî kurda ye, şermeke mezin e ku paşnavê wî hîn jî ”Turk” e.



Bulent Ecevîtê Dêrsimî, ji ber ku li ser kevirê gora kalikê wî ”kurdoglu” dinivîsand guherand, lê yên me paşnavênxwe yên tirkî û him jî yên nîjadperest naguherînbin.



Nav û paşnav nasnameya însên û tesîreke mezin li ser hest û şexsiyeta meriv dihêle.



Ma we qet faşîstekî navê wî ”Azad, Şoreş” ya jî ”Rûken û Bêrîvan” dîtiye. Nabe, ne mimkûn e.



Azad, Şoreş, Rizgar û navên weke van yê bi kurdî bixwzin jî nikanin bibin faşîst û xwe veşêrin.



Loma jî dibê em him navên kurdî bidin zarokên xwe û him jî hemû paşnavên tirkî yên sosiret û nîjadperest êdî bavêjin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE