03 augusti 2011

Li ser navê Kemal Bûrkay derewan dikin

Piştî vegere Kemal Bûrkay ya Tirkiyê di nava siyasetmedar û çapemeniya Tirkiyê da gotina "li dijî şîdetê" bûye mode.


Herekes dibêje ku Bûrkay ji roja roj da li dijî şîdetê û şerê çekdarî bûye, ya jî tim "mesefayek xistiye nabêna xwe û şîdetê."


Ev ne rast e û li ser navê Bûrkay derewan dikin. Bûrkay tu carî negotiye şerê çekdarî li kurdan heram e û dibê kurd tu carî şerê çekdarî nekin.


Bûrkay jî weke hemû serokên kurdan, ji bo rizgarkirina welatê xwe şerê çekdarî jî weke mafekî kurdan dîtiye û ev maf parastiye.


Di programa partiya Bûrkay ya destpêkê da(Partiya Sosyalîst a Kurdistanê)şerê çekdarî jî weke mafekî kurdan hatibû dîtin.


Û piştî darbeya 12-ê îlona 1980-î jî weke gelek hêzên din, PSK-ê jî xwest dest bi şerê çekdarî bike û heta ji bo vê yekê jî li başûrê Kurdistanê kamp jî vekirin.


Lê weke hin hêzên din ew jî biser neketin, yanî nikanîbûn dest pê bikin.


Din di salên 1990-î da Bûrkay demakê şerê PKK-ê jî bi heq dît û got erê em nuha şerê çekdarî nakin, lê li hember şîdeta dijimin mafê her kurdî heye ku şer bike û sîlehê bikar bîne.


Lê pir normal e ku Bûrkay îro êdî şerê çekdarî rast û hewce nabîne, lê ev nayê wê maneyê ku Bûrkay û PSK hertim li dijî şerê çekdarî bûne û tu carî rast nedîtine.
Heger Bûrkay ji destpêkê da li dijî şerê çekdarî bûya wê demê ewê partiya îllegal ava nekira.


Ji xwe sebebê ku kurdan partiyên îllegal ava kirine yek jî ev e, dewleta tirk welatê me îşxal kiriye, hebûna me înkar dike.


Em ji tirkan ra dibêjin ya ji welatê me derkevin ya jî werin em bi hev ra şirîkatiyeke adil û wek hev bikin, lê ew qebûl nakin.


Loma jî kurdan got wê demê emê jî we ji welatê xwe bi zor derxin û dest bi şerê çekdarî kirin.


Bûrkay jî berê ev yek gotiye û nuha jî wiha difikire.


Lê tirk bi zanetî nuha naxwazin van gotinan bi Bûrkay bidin gotin, ji vê zêdetir wî zeyt dikin.


Lê Bûrkay ne ew kesê ku dev ji baweriyên xwe berde.


Ji xwe ne Bûrkay tenê, hemû hêzên kurd şîdet û şerê çekdarî di programên xwe da weke çareyeke herî dawî dîtine.


Ji ber ku dijmin mafê kurdan bi rehetî û bi riyeke demokratîk nadin loma kurdan şerê çekdarî daye.


Yanî yên li Îranê, Îraqê û Tirkiyê kurd mecbûrî şerê çekdarî kirine dewletên Îranê, Îraqê û Tirkiyê ne, van dewletan mafê miletê kurd bidana, kurdan tu carî serî li riyeke wiha bi êş nedidan.


Tirk çavê diya xwe ne, di rîngê da rahîştineke bi hîle dikin, ji bo ku Bûrkay û PKK-ê bînin hemberî hev hin gotinan bi zor dixin devê Bûrkay û fena ku wî gotibe lanse dikin.


Mesela Bûrkay, di axaftina xwe ya pêşî da got ne çep û kurdan tenê şîdet bikar anî, dewletê jî şîdet bikar anî. Şîdeta dewletê eksê xwe xuliqand.


Lê çapemeniyê ev gotina wî dernexist pêş, gotinên wî quçimandin, nîvçe dan.


Eez bala xwe didimê ev du roj in hin kes li hemberî Kemal Bûrkay tiştên ne xweş dibêjin, gelek teoriyên komployê davêjin ortê.


Bi dîtina min ev ne rast e, Bûrkay heta nuha tu tiştekî xerab û li dijî PKK-ê û BDP-ê negotiye.
Hin kes li ciyê rehetiyê êrîşî Bprkay dikin. Ev ne li kara kurda ye, li zirara kurda ye. Dibê meriv hinekî sebir bike.


Bûrkay û partiya wî Federasyonê diparêzin, ew di rojekê da nikane dev ji vê daxwaza xwe berdin.


Û wî di herdu axaftinên xwe da jî Bûray got, ”li dervayî welêt wî çi diparast, ew nuha jî eynî tiştan diparêze.”


Tiştê heta nuha bûye tenê  xoşbêş û ”muhebeta” hevûdu naskirinê ye, meseleya esasî hîn nehatiye rojevê.


Dibê meriv li bende wê rojê be.


Roja ku Bûrkay dîtinên xwe yên dernarê çareseriya mesela kurd da bibêje, dewletê di cî da dev ji vê şelefiya xwe berde û li wî jî were xezebê.
Loma jî dibê meriv zêde ecele neke û li bende pêşketin û bûyeran be...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE