02 augusti 2011

Li ser 30 saliya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, di 14-ê gulana îsal da 30 saliya xwe pîroz kir.


Wê demê ez ne li Swêd bûm, ez çûbûm Kurdistanê.


Ez di 20-ê nîsanê da çûm Hewlêrê û di 27-ê gulanê da jî vegeriyam.


Yanî beşdarbûna şahiya pîrozbahiyê nebû qismetê min.


Ji ber ku di dema pîrozbahiyê da ez ne li Swêd bûm û dû ra jî min nebihîst, loma Du roj berê şîna bavê Mahmûd Lewendî li Federesyonê bû. Ez çûm wir, min li wir bihîst.


Di dawiya şînê da seroka Federasyonê Şermîn Bozarslan xanimê kovara Federasyonê Berbang li çend hevalan belav kir û yek jî bi rengekî bêdil dirêjî min kir û piçekî jî bi gazin got:


”Me ji te ra meyl şand, tu nehatî şahiya 30 saliya me û ne jî te xeberek da. Diyariya te jî wer maaye.”


Fena ku bibêje esas dibê ez Berbangê nedim te, lê dîsa jî tişt nabe…


Min mesele fêm nekir. Hevalê kêleka min got, wê demê Zinar ne li Swêd bû, çûbû Kurdistanê.


Li ser vê, me hinekî sohbet kir. Ez fêr bûm ku di 14-ê gulanê da 30 saliya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd pîroz kirine.


Ji xwe ev hejmara Berbangê jî li ser vê pîrozbahiyê ye.


Neyse, min Berbag kir çentê xwe û do û îro xwend.


Berî hertiştî, ji ber ku ez ne li Swêd bûm û loma jî nikanîbûm beşdarî şahiya 30 saliya Federasyonê, rêxistina ku min bi dil û can pêşengiya avabûna wê kiriye, ez gelkî xemgîn bûm.


Dil dixwest ku wê rojê ez jî di nava dost û hevalan da bûma û min ji wan ra qala xebat û zahmetiyên avabûna Federesyonê yên wan rojan bikira.


Lê nebû.


Loma jî ez dixwzim bi çend rêzan be jî dîtinên xwe yên di vî warî da bibêjim.


Herçiqasev hejmara Berbangê li ser pîrozbahiya 30 saliya Federasyonê ye jî, lê derbarê dîroka avabûna Federasyonê da nivîseke bi serûber tuneye.


Li ser, Federasyon çawa ava bû, kê ava kir, di vî warî da çi zahmetî hatin kişandin, heta nuha kî bûn serok û hwd. nivîs û agahdarî tunye.


Xwezî di vî warî da xebateke hatiba kirin.


Bi minasebeta pîrozbahiyê gelek mesaj hatine şandin.


Min bala xwe da mesajan, ji kesên ku Federasyon ava kirine, ji bo avakirina wê bi mehan, bi salan xebitîne, hetanî serê sibehan civîn çêkirine, mesaja yek kesî jî tuneye.


Hela ez ne li vir bûm û piştî vegeriyam jî min nebihîst, lê hevalên din çima beşdarî şahiyê nebûne, çima wan mesajak nenivîsî ye, çima navê yekî jî tuneye, ez qet fêm nakim.


Bi baweriya min ev kêmasiyeke mezin e.


Erê Federasyona ji teref Rizgarî, KUK, Riya Azadî û DDKD-ê ve ava bû, hevalên Yekîtiyê, PDK-ê û partiya Cegerxwîn jî piştgirî danê.


Lê kesên ev Federasyon ava kirin çend kes bûn, bi saya israr, xebat û fedekariya van çend şexsan ev federasyon ava bû, lê di şahiya 30 saliya wê da navê yekî jî tuneye.


Erê grûb li pişta vî karî bûn, bes yê ev kar dimeşandin, yên ku hetanî destê sibehan di civînan da gewrî li hev zuha dikirin û bê xew diman çend heval bûn.


Ji me (DDKD, Pêşeng) Keya Îzol, Mahmûd Kîper û ez(Zinarê Xamo), Vîldan Tanrikûlû, ji Riya Azadî Henefî Celeplî û Salih Înce, ji Ala Rizgarî Şerefxan Cizîrî, Eşref Okumûş, ji KUK-ê Umer Xoce û Zinar Soran, ji Yekîtiyê Abdulrezaq Feylî û Mihemed Sabir.


Kesên Federasyon ava kirine esas ev kes in, lê bi taybetî jî kesên weke Keya Îzol, Henefî Celeplî, Salih Înce, ez, Mahmûd Kîper, Eşref Okumûş, Şerefxan Cizîrî û Abdurezaq Feylî me pêşengiya vê xebatê kiriye.


Helbeta ji her grûbê çend hevalên din jî hene ku ew jî beşdarî vê xebatê bûne û di organan da cî girtine.


Lê xebata destpêkê weke berpirsiyar me kirye, me kar û bar li hevalên din par kiriye. Em pêşeng û motora vê xebatê bûn.
Ji ber ku ji her grûbê kesên berpirsiyar beşdarî civaînan dibûn û biryar didan…


Piştî avabûna Federasyonê jî min di hemû organên wê da cî girtiye, ji Komîteya Birêvebir bigre, heta serokatiyê û redaktoriya kovara Berbangê, min gelek kar û xebat kiriye.


Bi taybetî keda min di Berbangê da pir e.


Heta me Federasyon ava kir û kovara Berbangê da rûniştandin çavê me rijiya, me gelek zahmetî kişand.


Meşandina Federasyonê îro pir hêsa ye, sîstem rûniştiye, rêxistin weke berê ne li dijî hev in.


Mesela di kongreya pêşî da me bi rayekê serokatî qezenc kir, Keya Îzol bû serok, lê hevalên Riza Azadî û Ala Rizgariyê qebûl nekirin. Mehmet Uzun(wê demê Ala Rizgarî bû) li dijî serokatiya Keya Îzol derket, got, ”ev yek ne lo gorî realîta  xerîteya Kurdistanê ye,” û wan û Riya Azadî û Yekîtiyê civîn terkandin.


Li ser vê, min got, ”em qala realîteyê nakin, tu dikî! Di wê xerîteyê da tu ne nuxteyeke jî.


Yanî heta me kongreyek çêdikir û organên Federasyonê hildibijart çavê me dirijiya, me hetanî sibehan civîn çêdikir.


Di mistewa komelan da me li hev nedikir, îcar em weke partî bi hev ra rûdiniştin. Mesela min bi Veysî Zeydanli, Farûk Aras, Hemîd Kilçaslan, Zinar Soran û gelek kesên din ra  ra çend caran li ser kî ewê bibe serok civîn çêkiriye, van civînên me carnan bi roja dajot.


Yanî bi kurtî destpêkê pir zahmet bû.


Loma jî dibê meriv kadirên ku li Swêd di destpêkê da ev zahmetîê jişandine û ev di netîceyê da ev rêxistin ji gelê xwe ava kirin tu carî ji bîr neke û kar û xebata wan bi kes û cîlên nuh bide nas kirin.


Kêmasiyeke pir mezin eku di şahiya 30 saliya Federasyonê da ev kadirên pêşeng beşdar nebûne, mejas neşandine û kesî jî qala wan nekiriye.


Bi kêmasî dibê qala vê xebata destpêkê û navê hevalên ku Federasyon ava kirine bihata nitirandin, sipasiya wan bihata kirin.


Di dawiyê da ez ji hemû endam û berpirsiyarên Federasyonê ra serkeftinê dixwwazim û gelkî sipasî hemûyan dikim ku ew vê xebatê ji bo gelê xwe didomînin û vê tezgeha netewî li ser niga dihêlin.

Ji ber ku ez beşdarî şahiya 30 saliya Federasyonê nebûm, ez vê nivîsa xwe weke mesajekê pêşkêşî Federasyonê û kovara Berbangê dikim.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE