10 augusti 2011

Li gorî dewletê dema kurdek bi tirkî bizanibe mafê wî yê axaftina bi kurdî tuneye

Doza siyasetmedarên kurd ya 26-emîn ku di nava wan de gelek şaredar û parlementer jî hene îro li Diyarbekrê dest pê kir.


Hejmara siyasetmedarên kurd yên ji doza KCK-ê 104 jê girtî, bi tevayî 152 kes in…


Rûniştina îro jî weke hercar, di bin dorpêçkirina bi sedan pûlis û teroreke mezin da pêk hat.


Dadgehê dîsa parastina bi kurdî qebûl nekir û zimanê kurdî wek ”zimanekî nayê zanîn” binav kir.


Ji alîkî da xwedêgiravî hatiye qebûlkirin ku reklamên bi zimanê kurdî di hemû radyo û kanalên televîzyonên Tirkiyê da werin weşandin, lê li aliyê din jî dadgeh nahêlin kurd bi bi kurdî xwe biparêzin û ji bo zimanê kurdî dibêjin ”girtî bi zimanekî nayê zanîn peyivî.”


Yanî hukûmeta AKP-ê siyaseteke pir durû dimeşîne.


Li alîkî ji bo xapandinê û ji bo girtina piştgiriya hin kesan qanala kurdî vedike, reqlamên bi kurdî serbest dike, di hin zanîngehan da destûrê dide beşên kurdî, lê li aliyê din jî ne hebûna kurdan û ne jî zimanê wan qebûl dike.


Yanî hukûmetga AKP-ê jî siyaseta dewletê ya resmî, ”înkarê” û tunekirina kurdan dimeşîne.


Bi avabûna Komara Tirkiyê ra zimanê kurdî hat qedexekirin. Ji mekteba destpêkê bigre heta bi eskeriyê, di hemû qadên civakî da tirkî bi darê zorê bi kurdan dan fêrkirin.


Nuha jî dadgeha Diyarbekrê di biryara xwe da ji siyasetmedarên kurd ra dibêje, ”ji ber ku hûn bi tirkî dizanin, loma jî dibê hûn bi tirkî bipeyivin, em qebûl nakin ku hûn bi kurdî bipeyivin.”


”Heger we bi tirkî nizanîbûya me yê ji we ra tercûman bianiya.”


Ma zulmeke ji viya mezintir heye?


Zimanê xwe bi darê zorê fêrî kurdan dikin û dû ra jî dibêjin, ji ber ku hûn bi tirkî dizanin em qebûl nakin ku hûn bi kurdî bipeyivin.


Li gorî dadgeha Diyarbekrê daxwaza kurdekî ya axaftina kurdî weke ”îstîsmarkirina” mafê xwe ye.


Û di ser da Dadgeha Bilind jî ev dçtina dadgeha Diyarbekrê ya 4-em rast dîtiye û îtîraza abûqatan red kiriye.


Yanî Dedgeha Bilind jî weke dadgeha Diyarbekrê gotiye, ji ber ku van kesan çûne mektebên tirkî û têra xwe bi tirkî dizanin, loma jî ne hewceye ku bi zimanê diya xwe, xwe biparêzin.


De were vî kerî di vî buhurî ra derbas ke?


Siyasetmedarên kurd nabêjin ji ber ku ew bi tirkî nizanin ew dixwazin bi kurdî bipeyivin, dibêji kurdî zimanê diya wan û loma jî ew dixwazinbi zimanê diya xwe, xwe biparêzin.


Dewletê bi qanûnanê kurdî qedexe kiriye, nahêle kurd bi zimanê xwe perwerde bibin û dû ra jî dibêjin ji ber ku hûn bi tirkî dizanin ne hewceye ku bi kurdî bipeyivin.


Ev, zorbatî û teroreke dûrî aqilan e.


Kurd bi kêfa dilê xwe fêrî tirkî nebûne, kurd bi darê zorê û ji mecbûrî fêr bûne.


Heger kurdan bikanîbûya ewê tirkî fêrnebûna û bi zimanê xwe bixwendana.


Ma dadgeh viya nizanin?


Bêguman dizanin, lê ji ber ku ew jî perçeyeke sîstemê û dewletê ne loma jî ne heq, huqûq û edaletê, emir û siayseta dewletê bicî tînin.


Ev biryarên dadgeha Diyarbekrê û Dadgeha Bilind tê wê maneyê ku zanîna tirkî, dibe sebebê qedexeya kurdî.


Dema kurdek bi tirkî bizanibe, ewê nikanibe li dahîreyeke dewletê ya jî di mahkemeyekê da bi kurdî bipeyive.


Wê demê ji bo kurdan tenê riyek dimîne, ew jî dibê tirkî boykot bikin û kes tirkî fêr nebe, çimkî dema fêr bibe ewê nehêlin bi kurdî bipeyive.


Ev şêla Dadgeha Bilind(Yargitayê)dibê kurdan bêtir bi zimanê wan ve girê bide û li her derê, li her dahîreyê tenê kurdî bipeyivin.


Û him jî ne girtiyên hefsan tenê, dibê êdî bi milyonan kurd vê gavê bavêjin.


Wekî din çare tuneye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE