20 augusti 2011

Kurd zimanê xwe cidî nagrin

Malpera Avstakurdê bi sernivîseke xwe ya nuh dîsa xwendevanên xwe matmayî hîşt...


Sernivîsa nûçeyeke Avestakurdê wiha heye:


"Korek Çînî bi termê keçekê ra zewicî"


Min maneya sernivîsê fêm nekir, min got belkî navê xort ”Korek” e. Min li ferhengên kurdî nêrî, lê di wan da jî min hemberiya gotina "korek/koreke"" nedît.


Min tenê gotina "korekî" yanî bi zimanê koreyî dît, lê min "korek" ya jî "koreke" di ferhengan da nedît.


Min xeber/nûçe bi dîqet xwend.


Piştî xwendina xeberê min fêm kir ku ji "korek", qest "kur, law" e.


Yanî di xeberê dibêje:


"Kurekî çînî bi termê keçekê ra zewicî"


Muhabirekî/muxabirekî malpera Avestakurdê heye tim sernivîsên wiha ecêb dixuliqîne. Çendakî berê jî ji Pelê ra gotibû "BÎLÊ" !

Min nivîswek li ser wê nivîsê jî nivîsî, lê Avestakurdê pênc perên xwe tê neda, sernivîs neguherand.


Ez çewtiyên nivîsan  yên zimên ji xwe tevranakim, ew di hemû malperên kurdî da bêhed û bêhesab in...

Lê ez fêm nakim redaktorê Avestakurdê ji bo çi rê dide sernivîsên wiha şaş û ne bi kurdî?


Hebûna malperan ji milet ra bêguman xizmeteke mezin e, ez vê fedekariya hemû kesên xizmetê dikin teqdîr dikim.


Lê nabe ku meriv weşaneke li derî îmla û gramera kurdî bike. Karekî wiha dejenerekirina zimên e.


Weşana bi kurdî pir girîng e, xizmeteke hêja ye, lê dibê meriv vî karî bi zimanekî rast û dirist bike.


Kî çi, çawa binivîsîne dibê meriv neweşîne, weşandina her nivîsa şaş ji karê bêtir zirarê dide zimanê kurdî.


Bi dîtina min dibê kalîte hertimt berî kvantîteyê(hejmarê, mîktarê)were û tim ji wê girîngtir be.


Dema ne wiha be, meriv ji xizmetê bêtir zirarê dide zimên, ji dêlî ku buruyan çêke çavan derdixe.


Dibê di zimanê weşana meriv da hin prensîb û qaîdeyên rastnivîsê hebin meriv û tu carî dev ji wan qaîde û prensîban bernede.


Ne rast e ku her xeberek bi hawakî cihê were nivîsîn. Lê mixabin Malpera Diyarname û Nefelê heta dereceyekê ne tê da(ez ne bi qaîdeyên Nefelê ra me) hema hema hemû malperên kurdan bi zimanekî weke gêrmiya gavanan weşanê dikin, bi qasî misqalê ziriq jî qîmet û giraniyê nadin zimanê kurdî.


Ji bo wan, zimanê xeberê rast e, şaş e qet ne girîng e, ya girîng weşandina xeberê ye.


Gelek kes hene serê salan e ku malperan îdare dikin û bi kurdî dinivîsînin. Lê li gel vê jî, buhostekê jî bi pêş da neçûne, destpêkê çawa dinivîsandin û kîjan şaşî dikirin, hîn jî eynî şaşiyan dikin.


Yanî hîn jî ji sinifa yekê derbasî sinifa duduyan nebûne.


Di normalê da meriv bi salan karekî bike, meriv bi pêş dikeve, piştî şagirtî û xelfetiyê meriv dibe hoste.


Lê li ba me kurdan ne wiha ye, 10 sal in. 20 sal in, belkî hîn jî zêdeye vî karî dike, bi kurdî dinivîse lê dîsa jî xwe bi pêş nexistiye, hîn li ciyê xwe yê destpêkê ye.


Sebeba vê jî sersasrî û cidînegirtina zimên e, çimkî tu carî qedir û qîmetê nadin zimanê kurdî û xwendevanên kurd.


Bi tirkî, erebî, farisî, swêdî, almanî, fransî, îngilîzî ya jî bi zimanekî din ne mimkûn e ku xwendevan weşaneke di warê rojnamevanî û zimên da hewqasî bêqalîte û tije şaşiyên zimên qebûl bike û bixwîne...


Yanî di vaî warî da xwendevan jî bi qasî weşangeran û nivîskaran mesûl in.


Heger xwendevan gêrmiya ku pêşkêşî wan dibe nexwînin, ji malperan qalîteyê bixwazin, bêguman ewê tesîreke baş li nivîskar û xwediyên malperan jî bikin û bibe sebebê ku ew jî hîn bêtir bala xwe bidin qaîdeyên rastnivîsê.


Min ji gotinekê dest pê kir, lê mesele hinekî berfirehtir bû. Bi rastî jî zimanê malperên kurdî pir xerab e û êdî dem hatiye ku meriv li ser vê meselê raweste.


Mesela dibê ya akademîsyen ya jî kurdekî zimanzan vê meselê ji xwe ra bike mijar û di vî warî da lêkolînekê bike. Ev lêkolîn dikane ji bo mehekê be.


Û di netîceyê da derxe ortê ku, kîjan malperê di nivîs û sernivîsên xwe yên mehekê da çend şaşiyên zimên kirine.


Erê ez van tiştan dibêjim, lê ez bawer nakim ku kes guhê xwe bide min. Ji xwe bêyî çend nas, dost û hevalan kes nnivîsên min naxwîne jî.


Wê rojê ji Cizîrê xoretekî 19 salî ji min ra got, ”tu xwe diwestînî û van tiştan dinivîsînî lê kes naxwîne, ji xwe ra di ciyekî mezin da binivîsîne ji bo ku xelk bixwîne.”


Bi rastî jî xort rast got, weke muzîkjenê ku ji xwe lêxe û ji xwe ra bilîze, ez jî ji xwe ra dinivîsînim û xwe pê dixapînim….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE