11 augusti 2011

Kurd nizanin navên xwe rast binivîsînin

Hevalên min yên facebookê roj bi roj zêdetir dibin. Min nuha bala xwe dayê hejmara wan nêzî 2800 kesî ye.
Ez bawer dikim ez rojê hevaltiya li dora 10-15 kessan qebûl dikim. Carnan jî hîn zêdetir.
Ji ber ku gelek kes di vê cîhana sanal(farazî) da navê xwe yê rastîn bikar nayne, loma jî carnan meriv rastî hin navên pir ecêb tê.
Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da çend nimûneyan ji van navên ”ecêb” bidim.
Him ji ber siyaseta dewletê ya înkar û asîmîlasyonê û him jî ji ber nezanî û zeîfiya hestên netewî gelek kurd asîmîle bûne, bi zimanê xwe nizanin.
Di viya da helbet sûcê dê û bavan pir mezin e, navên kurdî li zarokan dikin lê wan fêrî kurdî nakin.
Netîce, ji ber ku kurd in û bi kurdbûna xwe hesiyane, loma jî gelek kes naznavên kurdî li xwe dikin, dixwazin weke kurd werin nasîn.
Îcar ji ber ku bi kurdî nizanin, navên xwe şaşo maşo dinivîsînin. Û bi vê yekê ra jî rewşên pir komîk derdikevin ortê.
Mesela ji dêlî Keça Botanê, ”Kêça Botanê”, bi tirkkî yanî ”Botan Pîresî”.
Ji dêlî, kurtçe muzîk û stranê, ”kûrtçê muzîk û stran”.
Ji dêlî Keçika Rihayê, ” Kêçika Rihayê”.
Ji dêlî, em keç û xortên Kurdistanê ne, ”Êm kêç û xortê Kurdistanê”
Ji dêlî, Berçemê, ”Berçêm” û gelek navên wiha.
Heta nuha min di vî warî da bala gelek kesî kişandiye, min gotiye navê te şaş e, bi kurdî wiha tê nivîsîn.
Ez naxwazim Keça Botanê, bibe ”Kêça Botanê”, ya jî Keçika Rihayê, bibe
” Kêçika Rihayê”.
Yanî keçên kurdan bibin ”kêç”!
Qaşo hemşeriya min Gulistan bi kurdî baş dizane, lê belkî jî ji ber sersariyê be wê jî navê xwe çewt nivîsîye. Ji dêlî ”hunermend”, gotiye, ”Hûnermênd Gulîstan”.
Bi kurmancî wiha nabe, dibê meriv wiha binivîsîne:
-Gulistana hunermend.
Ez ji teknîkê fêm nakim, lê heger mimkûn bûya dibê meriv bikanibûya di hin tiştên wiha biçük da bi van kesan ra bibûya alîkar.
Mesela dibê malperek alîkariyê hebe, kesê muhtacê alîkariyê be bikanibe ji vê malperê alîkariyê bixwaze.
Ev alîkarî ne ji bo nivîsan, dibê tenê ji bo rastnivîsîna nav, paşnav û tiştên kin be…
Ez bixwe wek şexs amademe ku heta ji dest min bê, vê alîkariyê bi keç û xortên kurd ra bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE