13 augusti 2011

Kevok û baz

Teyrê baz ji goştê kevokan pir hez dikin, lema jî ew tim li pey wan in.


Lê ji ber ku kevok jî bi vê yekê zanin, ew jî tim li xwe miqatene, tim bi semt û bi tedbîr in.


A ji br vê şiyarî û tedbîra kevokan, baz gelekên caran di nêçîra xwe da bi ser nakevin…


Rojekê bazek ji vê yekê aciz bû û ji xwe ra got wiha nabe, dibê ez kevokan bixapînim û bi wê riyê nêçîra wan rehettir bikim.


Piştî vê biryarê, rabû çû ba kevokan û ji wan ra got:


-Heger hûn min bikin serdarê xwe, ezê him hew êrîşî we bikim û him jî we ji êrîşên delûce û başoqan jî biparêzim…


Kevok li hev civiyan, bi hev şêwîrin, gotin weleh pêşniyareke baş e û rabûn baz kirin sederdarê xwe.

Lê baz çer bû serdar û derket ser textê xwe, tavilê çend kevok li dora xwe top kirin, ew kirin xizmetkar û merivên xwe. Bi alîkariya van kevokan û bi îmkan û hukmê serdariya xwe, nêçîra xwe hîn zêdetir kir.

Ji ber ku di nava kevokan da êdî muxbîr û merivên wî hebûn, lema jî dilê wî kînga bixwesta emir dida, kevokek dida girtin û ew dixwar.

Rojekê gava dora xwarinê hat kevokekê, ji xwe ra got:

-Me ev yek heq kir. Dema meriv neyarê xwe bike serdarê xwe, halê meriv ewê ev be, merivê tim nêçîra xelkê be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE