03 augusti 2011

Keçika kumsor

Hebû tunebû, keçikek kumsor hebû. Her kesî pir jê hez dikir. Lê herî bêtir jî pîrika wê (dapîra wê) bi ser da dimir.

Rojekê pîrika wê kumekî sor î qedîfe dayê. Kum hewqasî lê dihat, lema jî nedixwest ji serê xwe deyne, kumê wê tim li serî bû.

Ji ber vê yekê jî êdî kesî navê wê yê rastîn hilnedida, tenê jê ra digotin Kumsorê.
Rojekê diya Kumsorê jê ra got:
- Keça min, va ye min ji pîrika te ra hinek hingiv û çend kilor xistine selikê. Rabe jê ra bibe. Ew nexweş e, di nav nivîna da ye, heger van kiloran û vî hingivê nuh bixwe ewê jê ra baş be. Lê ji riya rast dernekeve û tim bi semt bimeşe ji bo ku tu selika xwe nexînî û şûşa hingiv neşkînî. Heyf e, bira pîrika te bê hingiv nemîne. Û ji bîr meke, dema tu gihîştî ba pîrika xwe, jê ra bibêje:
-Pîrê, roja te bi xêr!
Kumsorê got:
- Baş e, ezê ji bîr nekim.
Û dûra jî ket rê çû. Mala pîrika wê di nav daristanê da bû. Xaniyê wê ji gund hinekî dûr bû. Kumsorê çer ket nava daristanê rastî gur hat. Lê ew ji gur netirsiya. Ji ber ku wê nizanîbû gur heywanekî çiqasî talûkeye. Gur bi dengekî fenok û xapînok jê ra got:
- Rojbaş Keçika Kumsor!
Kumsorê got:
- Rojbaş apê gur!
Gur got:
- Ma tu wiha bi ku da diherî?
Kumsorê got:
- Ez diherim ba pîrika xwe.
Gur got:
- Ew çi ye di selika te da ye?
Kumsorê got:
- Hinek hingiv û çend kilor in. Diya min do kilor lêxistibûn. Ez dibim ji pîrika xwe ra, ji bo ku wan bixwe û hinekî were ser xwe. Ev demeke ew nexweş e û di nav nivîna da ye.
Gur got:
- Keçika xweşik, mala pîrika te li ku ye?
Kumsorê got.
- Çarîkekê ji vir dûr e, di nav daristanê da ye. Xaniyê di bin dara gûzê de xaniyê wê ye.
Gur ji xwe ra got:
- Ev keçika narîn pariyekî tam li gor devê min e, eyn wek goştê berxika ye, tew ne hewce ye ez wê bicûm. Ku ez kanibim hinekî zîrek û kone bim, ezê him wê û him jî pîrika wê bixum.
Gur hinekî din jî bi Kumsorê ra meşiya, vir da û wê da pê ra peyivî, dûra jî got:
- Hela Kumsora şîrîn, hela bala xwe bidê li vir çi kulîlkên xweşik hene. Meriv dixwaze bi seetan li wan temaşe bike. Ez nizanim çima tu wiha dilezînî, tu dibêjî qey eceleyek te heye. Heger tu wiha zû herî, tu ne kanî der û dora xwe bibînî û ne jî têra dilê xwe li deng û stranên çûkan guhdarî bikî.
Li ser van gotinên gur ên şîrîn û xapînok, Kumsorê bi hawakî hîn baldar bala xwe da derdora xwe.
Tîrêjên rojê di nabêna daran da wek ku di govendeke giran da bin hol dibûn, xwe li ba dikirin.
Bîneke gelek xweş ji kulîlkên rengorengo yên li dora wê difûriyan. Ji ber vê yekê jî Kumsorê ji xwe ra got.
- Ez bawer dikim ewê pîrika min gelkî kêfxweş bibe heger ez baqek kulîlk biçînim û jê ra bibim. Wa ye hîn wext jî pir e.
Û dûra jî hema dest bi çinîna kulîlkan kir. Her cara ku kulîlkek diçinî, tavilê yeka hîn xweşiktir bala wê dikşand û bi vî hawî di nava daristanê da çû û çû. Di wê dema ku Kumsorê bi çinîna kulîlkan da ketibû, gur hema rasterast berê xwe da mala pîrika wê. Çû li derî xist. Pîrika Kumsorê got:
- Ew kî ye?
Gur got:
- Pîrê, ez im, Kumsorê me. Min ji te ra hinek hingiv û çend kilor anîne. Derî li min veke.
Pîra Kumsorê got:
- Derî vekirîye, tenê dahf bide. Ez nexweş im, nikanim rabim ser xwe.
Gur hêdîka derî vekir. Bi vebûna derî ra hema rasterast, bêyî ku tiştekî bibêje xwe çindî ser pîrika Kumsorê kir û ew di cî da xwar.
Dûra jî rabû kirasê wê yê binî li xwe kir û kumê wê jî da serê xwe û ket nava nivînên wê û orxan (lihêf) kişand ser serê xwe.
Kumsorê li daristanê ji pîrika xwe ra hîn kulîlk top dikirin. Ji pîrika xwe ra baqekî wiha mezin çêkiribû ku jê mezintir êdî nikanîbû rakira. Ji nişka ve pîrika wê hat bîrê. Hema di cî da dev ji çinîna kulîlkan berda û bi lez berê xwe da mala pîrika xwe.
Kumsorê bi helkehelk xwe gîhand mala pîrika xwe. Lê dema dît derî li ser piştêye şaş ma. Û gava ket hundur jî xofekê ew girt. Ji xwe ra got:
- Nizanim çima ez wiha ditirsim? Him ez ji pîrika xwe pir hez dikim û him jî ew ji min pir hez dike. Îcar ev tirsa min ji bo çi ye?
Bi dengekî bilind got:
-Pîrê, roja te bi xêr! Lê kesî ji hundur bersîv nedayê. Çû ber textê pîrika xwe yê raketinê û orxan ji ser serê wê kişand. Bala xwe dayê pîrika wê kumê xwe daxistiye heta ser çavên xwe û hinekî jî ecêb xuya dike. Kumsorê bi rengekî matmayî got:
-Pîrê, guhên te çima wiha mezin in?
- Ji bo ku te baş bibihîzim.
- Çavên te çima wiha mezin in?
- Ji bo ku te hîn baştir bibînim.
- Pîrê, destên te ji bo çi wiha mezin in?
- Ji bo ku kanibim hîn baştir te himêz bikim.
- Haaa,  pîrê, ê devê te çima hewqasî mezin e?
- Ji bo ku kanibim baştir te bixum...
Gur çer wiha got, negot ji nav nivînan hol bû û xwe avêt ji ser Kumsorê da û ew jî xwar.
Piştî ku Kumsorê jî xwar êdî ew baş têr bûbû û zikê wî bi ser serê wî ketibû. Ji ber vê yekê jî ji nuh ve, dîsa çû ket nav nivînan û orxan kişand ser xwe û di xew ra çû.

Lê wî di xewê da hewqasî dikir xurrexurr, ji dengê xurrîna wî xanî dilerizî.
Tam di wê nabê da nêçîrvanek ji wir dibihurî. Dengê xurrîna gur çû wî. Nêçîrvan ji xwe ra got:
- Pîrê îro çiqas dike xurrexurr. Hela ka ez herim binêrim mesele çi ye.
Nêçîrvan çû ket hundurê xênî. Carê bala xwe dayê ku bavo çi bibîne, gur di nav nivînên pîrê da raketiye û pîrê tuneye. Nêçîrvan serê xwe hejand û got:
- Keftarê heram, dawiya dawî min tu girt! Ji zû da ve bû ez li dû te bûm.
Nêçîrvan berê fikirî hema di nav nivînan da bera gur bide û wî bikuje, lê dûra ji xwe ra got, dibe ku ew daqultandibe û di zikê wî da hîn sax be, belkî ez kanibim wê xelas bikim.

Lema jî wî derb bernedayê, bi kêrek gelek tûj zikê gurê raketî hêdîka qelişand. Çer kêr avêtê qelişand, yekser çavên wî bi Kumsorê ket û dema hinekî din jî vekir, Kumsorê hema xwe çindî derve kir û got:
- Haho, ez çiqasî tirsiyam! Zikê gur pirr tarî bû.
Dûra dapîra wê jî bi saxî derket. Kumsorê rabû çû çend kevirên mezin anîn xistin zikê gur. Dema gur bi xwe hesiya, xwest di cî da ji wir baz de, lê ji ber ku kevirên di zikê wî da pirr giran bûn, nikanîbû, tavilê li wir ket û mir.
Êdî hersê jî gelkî kêfxweş û dilşad bûn, bi dilekî rehet sifra xwe raxistin û hingiv û kilorên xwe bi hev ra têr xwarin.

Pîrika Kumsorê dîsa sax bû û nêçîrvan jî gur post kir û postê wî bi xwe ra bir. Kumsorê jî ji xwe ra got:
- Careke din ezê bi tena serê xwe neçim li daristanê negerim û hîn baştir guh bidim temiyên diya xwe.








Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE