11 augusti 2011

Jinika tima û mirîşk

Dibêjin hebû tunebû, jineke pir feqîr hebû.  Jinikê ne pez û ne jî dewarê wê hebû, tenê mirîşkeke wê hebû.

Jineke pir tima bû, dixwst zû dewlemend bibe.


Mirîşka wê jê ra her roj hêkek dikir. Hêkên mirîşka wê pir bi tahm û bi lezet bûn, tu hêkên din wek wan ne bi lezet bûn.

Loma jî li bajêr bi du buhayê hêkên mirîşkên din dihat firotin. Li bazarê hêkên wê tavilê dihatin firotin, xelkê ji dest hev direvandin.


Rojekê jinik ji xwe ra fikirî û got:


-Heger ez garisê mirîşkê xwe hinekî zêde bikim, ji dêlî hêkekê ewê rojê du hêkan bike. Wê demê ezê bêtir pera qezenc bikim.


Û dû ra rabû dest pê kir, her roj du qatê berê garis û êm da mirîşka xwe.


Li ser vê, mirîşk roj bi roj qelew bû. Wisa qelew bû ku ji hêkan hat birîn, bi radu hêk li wir bimnin, êdî rojê hêkek jî nekir…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE